Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star banga betalkirina biryarên darvekirina Pexşan û Şerîfe kir

18/08/2024
in Uncategorized
A A
Kongra Star banga betalkirina biryarên darvekirina Pexşan û Şerîfe kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Kongra Star bi banga piştgiriya berxwedana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û betalkirina biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemedî kir.

Piştî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî 16`ê Îlona 2022`yan, berxwedana jinan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e.

Gelek rêxistinên cîhanê û jinan li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî dan vê berxwedanê û biryarên hovane yên li dijî aktivîstên jin ên di girtîgehên Îranê de şermezar kirin.

Bi vê boneyê li ser navê rêxistina Kongra Star daxuyaniya piştgiriya kampanya “Na ji darvekirinê re” hat ragihandin .

Daxuyanî ji aliyê berdevka Kongra Star Rîhan Loqo ve hat xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi navê şoreşa jin em serhildana jin jiyan azadî ya Rojhilatê Kurdistan û Îran ku bê navber hişmendiya nijadperest, olperest, zayendperest, netewperest berxwedaneke dîrokî didin meşandin, di sedsala 21’an de jin, ciwan, dayik, bav berxwedaneke dîrokî didin meşandin, her ku diçe serhildana jin jiyan azadî ku jin pêşengiya wê dike,li Rojhilata Navîn û tevahiya kurdistanê û cîhanê dengveda asta wêyî têkoşînê bilind dibe, û dibe mînak ji tevahiya cîhanê re,lewra êrîşa li ser jinan û avêtana wan ya zindanan zêdetir dibe.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Biryarên darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî ji aliyê rejima Îranê ve hat dayin ku wan Hevrêyan  wekî li hember netew dewletê radiwestin tên tewambar kirin, lê wek tê zanîn ku ev herdu hevrêyên me heya dawî ji bo civakeke demokrat û ava kirina civake kê demokratîk û  aştiyane li hember pergala desthilatdar û hişmendiya wê têkoşiyan, ku di qada serhildan jin jiyan azadî  de bibin dengê heqîqetê,lê rejima îranê xwe li ber vê ranegirt û di derheqê wan hevriyên mede biryarê darve kirinê girt.”

Daxuyanî wiha hate qedandin: “Em weke rêxistina Kongra Star piştgiriyê didin  kampaniya ku ji aliyê  yekîtiya ragihandina jin YRJê, em ê piştgiriya her jineke ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe bikin û emê herdu hevrêyên xwe û tevahiya jinên têkoşer ku di girtîgehan de ne bi tenê nahêlin.  Bangawazî li hemû kes û jinên ku dilê wan ji bo welatparêzi û azadiyê lêdide ku dive em bi hevre dakevin qada serhildan têkoşîn û azadiyê û bi hevre bêjin “Na Ji Darvekirinê re” emê bêjin erê ji ina azad re ,erê ji azadiya civakê re , erê ji dengê rastî û heqîqetê re “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.