Kehaneta herî dawî ya Komara Tirkiyê Erdoganland e!… Emperetoriya Osmanî di encama kehaneta Enwerland ya “turan” de têk çû. Tirkiyê jî, bi kehaneta Erdoganland ber bi têkçûnê ve diçe.
Tirkiyê, wek dawiya emeperetoriya Osmanî, di nava krîzên ciddî de ye. Krîz ne yek e, gelek in û di krîza aboriyê de bû volkan.
Emerîka jî, Tirkiyê jî, rastiya krîzê mikur nayên. Emerîka Keşe Brunson derdixe pêş, Erdogan jî komployan, lobiyan û dijminatiya Tirkiyê, dike pelesenga devê xwe. Rastiya krîzê û tevahiya krîzan pirsgirêka Kurd e, şerê li dijî gelê Kurd e… Erdogan, Kurdistanê dikuje û her êrîşa kujerî, krîzan kûr dike. Kuştina Kurdistanê jî, tê wateya tunebûne Tirkiyê. Eger Kurdistan nebe, Komara Tirkiyê nîne. Potansiyala enerjiya li Kurdistanê Komara Tirkiyê li ser lingan dihişt. Tirkiyê, ji Kurdistanê dihate xwedî kirin. Di 16 salên desthilatdariya AKPê de, Kurdistan şewitandin, beyar hiştin, kerrende kirin û kirin wargehê qedexe û şewatê.
Kurdistan enerjî ye, kargeh e, bazar e, karbidestî ye, bajarvanî ye, çavkaniya burjuwaziya biçûk û mezin e; cih û warê dezgehên malbat, dewar û sewalan e; ev teva dengeya civakî û ekolojîk in!.. Şerê “sêva sor” ev çavkanî teva tune kirin.
Desthilatdariya AKPê û Reîs Erdogan, ne dengê burjuwaziya Tirkiyê bihîst, ne dengê hêzên global û ne şiyarkirinên Birêz Ocalan bihîstin!.. Şer bijart. Sedem jî; teqana Erdogan û zewatên li dora wî ne, xewn û xeyalên Osmanî ne… Ruşwet, bertîl, dizî û talan e. Kî nêzîkî AKPê bû, çend gotinên pesindarî ji Reîs Erdogan re rêz kirin, bû milyonerê dolar û lîreyên Tirkî; bu parlamenter, bû şêwirmend.
Xewn û xeyalê Erdogan, di qesra 1100 odeyî de, Tirkiyê kire dewletek cîhadîst û ha ha xenîmet û ulufe bela kirin.
Şerê li Kurdistanê, şerekî normal nîne. Her roj operasyon hene, ji erd û ezman Kurdistan tê bombarduman kirin. Her bombarduman û operasyon, aliyekî Kurdistanê dikuje û hêdî hêdî Dewleta Tirkiyê tune dike. AKP û Erdogan, di vî şerî de, welat kişûmat firotin, baronên şer dewlemend kirin, demokrasî kuştin, hiquq, edalet tune kirin, dostên xwe yên li derve, aştîxwaz û mirovên “aqîl” yên li hundir winda kirin.
Windakirinê, Tirkiyê li hundir û derve zuwa kir. Zuwakirin, di lîteretura Kurdî de, tofana xwezahî û civakî ye, xizanî ye. Tirkiye, di şer de, rastî volqana gel hat; ti dewlet li hemberî gelên rêxistinkirî, têgihiştî, nikare serketinê bidestbixe. Emerîka û Vietnam mînak e!…
Tirkiye jî, ne Emerîka ye ku ji çar aliyên cîhanê, xwe bi çavkaniyên ernerjiyê, bazara çek û amurên jiyanê xwedî bike. Çavkaniya aboriya Tirkiyê Kurdistan e û şerê li dijî Kurdan, hem çavkaniyên li Kurdistanê, hem çavkaniyên li tevahiya Tirkiyê zuwa kirin. Şer, hut e, dînazor e, ha ha di qurpîne û tişekî jî nade. Tirkiyê heta demekê, xwe bi xapandin û şantajê pere peyde kirin. Başûr yek ji van çavkaniyan bû. Lê çavkanî teva zuwa bûn.
Cîhan li dora Tirkiyê, li dora qesra Erdogan jî nazivîre. Erdogan, defterên kevin li ser masa xwe danîne û li dostên xwe yên kevin digere. Vala ye!…
Ambargoya Emerîka stratejîk e; di heman demê de li dijî Iran, Rusya û Tirkiyê hate dest pê kirin. Operasyonek hevpar ya Pentagon û NATO ye, Yekîtiya Ewropa jî rola gêzerê dilîze. Divê krîzên li Tirkiyê baş werin xwendin; sedema krîzan şerê li dijî Kurdan e. Piştî dagirkirina Efrînê, ev krîz bûne volkan. Tenê yek riya çareseriyê heye; naskirina îradeya Gelê Kurd, vegera li Mutabaqata Dolmahçe û demildest azadkirina Birêz Ocalan e.
Medeni FERHO