Reşo Mihemed/ Qamişlo
Hevserokê Desteya Ekolojî ya kantona Cizîrê, Mihemed Ehmê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi kiryarên qirkirna jîngeha Efrînê, sûcekî ekolojîk dike. Her wiha Ehmê anî ser ziman ku heta rê li pêşiya qirkirina xwezayî were girtin, divê dagirkerî li ser Efrînê were rawestandin û sûcdarên wê werin cezakirin.
Mijara qirkirina xwezaya Efrînê ya ku ji aliyê dagirkeriya Tirk ve tê kirin, her didome û jîngeha Efrînê bi awayekî rojane tê hedefgirtin. Girêdayî heman mijarê hevserokê Desteya Ekolojî ya Kantona Cizîrê, Mihemed Ehmê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Ji destpêka ku Efrîn hatiye dagirkirin heya roja îro, qirkirina xwezaya Efrînê her didome, armanc ji vê yekê çi ye?
Wekî em dizanin ku çiqasî xwezaya Efrînê bi dar û şînahiya xwe zengîn e û hem jî gelê wê bi darên xwe ve girêdayî ne, bi taybet darên zeytûnan. Xwezaya wê dîrokî û kevnar e bi sedên salan e, gelek darên din jî hene ku bi awayekî xwezayî çêdibin. Bêguman piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişî Efrînê kirin, ev devera ku weke navenda şînahî û xweşiyê bû, veguherî wargeheke tarî. Em dizanin ku dewleta Tirk û çeteyên wê di tarîtiyekê de dijiyan û xwestin wê tarîtiyê bînin Efrînê. Di destpêka êrişa ku li ser Efrînê hat kirin,
dagirkeriyê li pêşiya çavên cîhanê xelkên Efrînê yên resen ji warê wan koçkirin û guhertina demografî pêk anî. Pêre jî jînosayîd di derheqê xwezayê de pêk anîn, bi hezaran dar birîn, şewitandin û bi hezaran hektaran ji zeviyên çandinyê hatin şewtandin. Her wiha darên ku hatin birîn jî li bazarên Tirkiyê hatin firotin. Tevahiya kiryarên ku li ser xwezaya Efrînê tên kirin hîn jî didomin. Di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin vîna efrîniyan ji vegera warê wan bişkînin û wan bêhêvî bikin. Ango armanc ew e ku bi riya qirkirina xwezaya Efrînê, efrîniyan bêhêz û bêvîn bikin, hem jî dagirkeriya Tirk sûdekê ji xêrûbêrên Efrînê bigre.
Li hemberî qirkirina xwezayî ya ku çêdibe sazî û rêxistinên parastina jîngehê bêdeng in, ev yek tê çi wateyê?
Em hertim didin tekezkirin ku eger ziyan bighêje jîngeha devereke taybet wê bandora xwe li jîngeha cîhanê û rewşa akolojî ya giştî bike. Ango zerer bighêje jîngeha kantona Cizîrê an jî Efrînê gelo ew ê bandoreke neyînî li jîngeha cîhanî neke? Belê bi awayekî neyînî bandoreke pir mezin li cîhanê bi giştî dike. Ji xwe berê tê zanîn ku çiqasî Efrîn li ser asta herêmê û cîhanê bi darên xwe, zeytûn û berhemên xwe dihat naskirin. Her wiha cîhanê bi giştî dît ku çawa xwezaya Efrînê û gelê wê rastî qirkirinê hatin heya niha jî ev yek didome. Tişta ku li Efrînê tê kirin jî li pêşiya her kesî ye, ji xwe Efrîn devereke ne veşartî ye heta ku were gotin tu kes agahiyan nabîne. Lê belê em dibînin ku rêxistinên parastina jîngehê û saziyên parastina mafê mirovan ji kiriyarên ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê di derheqê xweza û şêniyên resen de dikin bêdeng in. Ev bêdengî jî tê wateya erêkirina saziyên cîhanî yên têkildar li ser van komkujiyên mirovî û xwezayî. Em weke Desteya Ekolojî, girêdayî jînosayîdên xwezayî yên ku li Efrînê çêdibin û bêdengiya rêxistinên cîhanî, nerzaîbûna xwe tînin ser ziman û şermezar dikin.
Ji bo ku rê li pêşiya van kiriyanê qirkirina xwezayê were girtin û sûcdarên wê werin cezakirin, pêwîste çi were kirin?
Em dizanin ku her diçe jîngeh û rewşa ekolojî ya cîhanê jî ber bi pirsgirêkan û xerabûnê ve diçe. Tişta ku li Efrînê çêdibe gelekî êşdar e, em nimûneyeke biçûk bînin ser ziman, eger îro em li bendava Meydankê binêrin dê bibînin ku derdora wê bendavê vala bûye ji daran. Bi sed hezarên daran li Meydankê hebûn lê ew dever bêdar maye. Bi van kiriyarên ku dewletat Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, êdî sûcekî ekolojî dikin. Heta ku rê li pêşiya vê qirkirina ekolojî were girtin pêwîste hin gav bên avêntin. Gava yekê ew e ku dagirkeriya li ser Efrînê were rawestandin. Gava duyem jî ew e ku sûcdarên qirkirina xwezayî ya ku li Efrînê çêdibe, li dadgehên cîhanî werin ceza kirin. Di heman demê de rêxistin û saziyên cîhanî ji bo hemû kiryarên di derheqê xwezaya Efrînê û welatiyên resen de tên kirin bêdeng nemîne û van kiryaran weke qirikirineke ekolojî û mirovî bi nav bike. Ji xwe xebata di warê eşkerekirina kiryarên dewleta Tirk, hem jî parastina jîngeha Efrînê erkê wan e jî. Em weke desteya Ekolojî û tevahiya saziyên Rêveberiya Xweser hertim êşa deverên dagirkirî tînin ser ziman. Li aliyê din jî di hemû çalakiyên xwe de dibêjin ku pêwîste dagirkerî li ser Efrînê û tevahiya deverên dagirkirî were rawestandin û şêniyên resen yên wan deveran vegerin warên xwe.






