Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Perwîn Yusif: Gel bûye dengê Rêber Apo

17/08/2024
in NÛÇE
A A
Perwîn Yusif: Gel bûye dengê Rêber Apo
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Endama Mecilisa Giştî ya PYD`ê Perwîn Yusif diyar kir ku heya misogerkirina azadiya Rêber Apo ya fîzîkî ew ê li qadan bin û got: “Çareseriya krîza Rojhilata Navîn Rêber Abdullah Ocalan e û gelê me roj bi roj asta berxwedanê mezintir dikin û  gel bûye dengê Rêber Apo.”

Ev zêdetirî 3 sala in ku bi Rêber Abdullah Ocalan re bi tu awayî hevdîtin nehatiye kirin, rûxmî bi sedan serlêdanên malbat û parêzeran jî, dewleta Tirk a dagirker ji bo ku hevdîtinê asteng bike bi hincetên vala cezayê dîsîplînê dixe rojevê û nahêlê ku tu agahî ji Îmraliyê derkeve. Gelê Kurd û dostên wê ji bo ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin, pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirskirêka Kurd re çaresariya siyasî’ dan destpêkirin. Her wiha pêngava ku bi sedan kesayetên navdar re hat destpêkirin û heya roja îro didome û rengekî berfereh û mezin belavî tevahî cîhanê dibe.

Di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo ya fîzîkî, endama Meclisa Giştî ya Partiya Yakîtiya Demokratîk PYD`e Perwîn Yusif ji Rojnemeya me re axivî.

‘Careke din komplo nû dibe’

Perwîn Yûsif di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Komploya ku li ser gelê Kurd û hem jî li dijî Rêber Apo tê meşandin, em şermezar dikin. Di şexsê Rêber Apo de kesê ku karî vîna azadiyê bidê gelê Kurd û dostên wê, em dibînin ku tecrîd bi her awayî zêdetir dibe, careke din komplo xwe nû dike. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk dixebite, ev jî li ber hêzên komploger dibe astegeiyekî herî mezin. Her wiha dewlet baş dizane eger çareserî çêbibe wê Kurd azad bibe, ji lewra ev li hemberî berjewendiyên wan xeteriyak gelek mezin vedike. Ji xwe Rêber Apo dibêje, “Dewlet naxwaze ku ez biaxvim”, ev jî dide diyarkirin ku dewlet naxwaze were diyalogê. Di heman demê de li kêleka evqas pilan û desthiledariya ku tê kirin jî, di asteke herî jor de berxwedanî didome.”

‘Gel bûye dengê Rêber Apo’

Perwîn balkişand ser pêngava azadiya Rêber Apo ya bi durûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirskirêka Kurd re çaresariya siyasî’ û wiha domand: “Di pêngava azadiya Rêber Apo de ku li ser asta cîhanî hat destpêkirin û em dibînin ku roj bi roj  mizin û berfereh dibe, bi taybet gelê Kurd pêşengtiya vê berxwedanê dikin ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo mesoger bikin. Ev salek zêdetire ku pêngava ji bo azadiya Rêber Apo li cîhanê hatiye belavkirin, di astekê de ku ev pêngav sûd dide û dighêje ermanca xwe. Gelek kesên rewşenbîr û nivîskar jî cihê xwe di vê pêngavê de girtin û bûne dengê Rêber Apo. Ji lewra em dibînin ku ev pêngav bûye navdewletî her kes êdî behsa azadiya Rêber Apo dike û xwe berpisiyar dibînin. Di heman demê de gelek daxwiyanî hatine dayîn ku azadiya Rêber Abdillah Ocalan pêwîst e her kes li ser kar bike û bi rengekî aktîf tevbigerin, di roja îro de gelek alî bi ti awayî di vî derbarî de daxwiyanî nadin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî azadiya xwe nabînin.”

Bêdengiya CPT

Perwîn Yusif di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Niha temenê Rêber Apo mezin bûye, mezinbûna temen jî bandoriyê li ser deroniya mirovan dike. Ji lewra hate xwestin ku azadiya Rêber Apo misoger bibe û di demek nêz de were azadkirin. Di heman wextî de bê dengiya CPT jî di nava gelê me de nerehetiyeke dide avakirin, gelê azadîxwaz dixwaze rojane di derbarê Rêber Apo de agahî bigre, lê ev sazî xwe kor û lal dike. Ji xwe dewleta Tirk a dagirker di siyaseta xwe ya înkarê de jî bi îsrare, ne tenê Rêber Apo dike nava tecrîdê de, bêguman roj bi roj dixwaze me ji rêbertiya me qut bike.”

‘Pêwîst e gelê me bi rengekî aktîf ji bo azadiya Rêber Apo tevbigere’

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yakîtiya Demokratîk PYD`e Perwîn Yusif di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê jî gelek çalakî hatin meşandin. Her wiha komîteya me ya serokatiyê hewl da ku bi komîteyekî derbasî Afrîqiya yê bibe. Da ku fikir û felsefeya jiyana azad derbasî wir bikin. Wek partiyên siyasî jî em her roj di nava çalakiyan de ne, ji bo ku em gavên mezin bavêjin û azadiya Rêber Apo pêk bînin. Ji lewra pêwîst e ku hemû gelê me careke din bi rengekî aktîf tevbigerin nava qadan û tekoşîna xwe mezin bikin, di gelek mijaran de em rengê çalakiyên xwe biguherin û bibin berdevkê azadiya Rêber Abdullah Ocalan. Pêwîst e hevdîtin bi awayekî lezgîn were kirin û parezerên Rêber Apo biçin hevdîtinê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.