Hemza Sêvo/ Qamişlo
Komîteyên Raghandinê yên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê, siyaseta darvekirinê ya ku li ser jinên Rojhilatê Kurdistanê tê meşandin, bi daxuyaniyekê şermezar kir û tevlî kampaniya ‘Na ji darvekirinê re’ bû.
Kometeyên Ranghandinê yên Meclisa Malbatên Şehîdan, bi armanca şermezarkirina siyaseta rêjîma Îranê ya darvekirina jinên Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Qamişlo, navenda PYD’ê ya Taxa Kornîş daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî bû û gelek endamên meclisê tevlî bûn.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser siyaseta rêjîma Îran a qirker û li hemberî wê jî berxwedana jinên Rojhilatê Kurdistanê û wiha hat gotin: “Siyaseta darvekirinê li dijî çalakvanên kurd li Îranê bûye bi awayekî rojane, jinên kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, li hemberî siyaseta kuştinê ya rejîma melayan, mînakên bêhempa ên qehremaniyê nîşan dan.
Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê, ji hemû qonaxên dîrokî yên berê zêdetir, bi rijd e ku mafên xwe yên neteweyî bi dest bixe û di nav welatekî ku edalet û azadî tê de serdest be, bi azadî bijî. Bi vê mebestê di van salên dawî de tevgereke gelêrî heye ku li dijî neheqî û zilmê serî hildide. Cezayên darvekirinê yên li dijî têkoşera kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û bi dehan cezayên li dijî têkoşerên jin û mêr ên beriya wan, îradeya gelê me ya ji bo serhildanê zêdetir dike û meşa jinên têkoşer li Rojhilatê Kurdistanê wê her berdewam be. Jina têkoşer li Rojhilatê Kurdistanê îro bûye mînak û sembola berxwedanê ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn ku li dijî zilmê û êrîşan serî radikin. ”
Di berdewmiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke komîteyên ragihandinê, polîtîkayên kuştin, girtin û darvekirinê yên ku li ser gelê me yê Rojhilat tên meşandin bi tundî şermezar dikin. Herwiha tekez dikin ku têkoşîna jinê bi ti awayî têk naçe û dê bi ser bikeve. Jin wê ji prensîb û regezên xwe bi paş de venegere û wê ala Jîna Emînî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî bilind bikin û ji hemû cîhanê re nîşan bidin ku wê berxwedana jinê li vir nesekine û wê têkoşîna wê berdewam be heta bidestxistina serkeftinê li dijî dijminên gelan. ”
Herî dawî Komîteyên Ragehandinê yên Meclisa Malbatên Şehîdan banga xwe wiha anî ser ziman: “Desthilatdariyê çavên desthilatdaran kor kiriye, ta asta ku êdî hemû nirxên exlaqî û mafên mirovan ku rûmeta mirovî diparêzin û statûya wan bilind dikin û her kes tê de xwedî maf û erkên wekhev in, paşguh û binpê dikin. Bi navê beşa komîteyên ragihandinê ên meclisên malbatên şehîdan, em bang li cîhana azad û rêxistinên mafên mirovan dikin ku siyasetên tund yên Îranê li dijî gelê kurd rawestînin. Di heman demê de banga me ji bo gelê me yê Kurdistanê ew e ku li dijî hemleyên qirkirinê yên li ser gelê kurd li Rojhilat tê meşandin, derkevin û xwedî helwest bin û ji vê qadê, em dengê xwe dighînin gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê û em ji wan re tekez dikin ku gelên Rojava li pişta we ye, heta ku em bi hev re dijmin têk bibin em ê bi şev û roj li ber xwe didin û tê bikoşin û li ser piyan bin. ”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kampaniya ‘Na ji darvekirinê re’ kampaniyeke îmzeyan e û di dîroka 12’ê Tebaxê de ji aliyê YRJ’ê ve hatiye destpêkirin û wê heya 19`ê Tebaxê bidome.






