Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

15/08/2024
in Uncategorized
A A
Share on FacebookShare on Twitter

Endama Meclisa Giştî a PYD’ê li Kantona Efrîn û Şehbayê Îlham Mihemed da xuyakirin ku biryara qedexekirina partiyên siyasî li Şengalê hedefgirtina civaka Êzidî ye û divê hikumeta Îeaqê nekeve bin zexta dewleta Tirk a dagirker de.

Zana Roj/ Şehba

Weke her car di berdewamkirina tengavkirina Partiya Karkerên Kurdistan PKK ê di Kurdistanê de careke din piştî şewata ku li Dihuk û Hewlêrê hatiye rûdan PKK ê hate sûcdarkirin û PKK di lîsteya ‘rêxistinên qedexekirî’ yên li Iraqê hate bicihkirin. Encûmena Dadgeriya Bilind a Îraqê bi hinceta têkiliya bi PKK’ê re biryar da ku Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadî û Eniya Neteweyî ya Demokratîk bigirin. Hikumeta Îraqê û PDK’ê hêdî hêdî rê ber bi erêkirina dagirkirin û destwerdana Tirkiyê ji xaka Îraq û Başûrê Kurdistanê re vedikin.

 

PDK’ê ji xwe di nava têkilî û lihevkirinan bi dagirkeriya Tirkiyê re ye, bi taybet di xala tunekirina Tevgera Azadiya Kurdistan di Herêmên Parastinê yên Medyayê de. Li ser wê bingehê vê carê berê xwe didin Şengala ku bi xwîna şervanên Gerîla û ciwanên Şengalê hatiye rizgarkirin. Bi hincet û tewanên ne ji rêzê Biryara qedexekirina 3 Partiyên serek di Şengalê de girtine. Li hember vê yekê bertek û nerazîbûnên gel û partiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin derketin.

Têkildarî biryara qedexekirina partiyên Şengalê endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Kantona Efrîn û Şehbayê Îlham Mihemed ji rojnameya me re axivî.

 

`Tişta ku li Îraqê tê kirin hedefgirtina civaka Êzdî ye`

Îlham anî ziman ku ev pilanê ku hatiye kirin di siyaseta qirkirina gelê Kurd de ne nû ye û wiha pê de çû: “Têkildarî biryara ku ji aliyê Dadgeha Bilind ya Îraqê ve hatiye derketin, li dijî civaka Êzidî ne tiştekî nû ye. Ev siyaset yek ji pilanên qirkirina gelê Kurd e, bi taybet gelên ku girydayî felsefeya azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e. Em baş dizanin ku di birîna vê biryarê de para herî mezin ya dagirkeriya Tirk e, dagirkeriya Tirk li hemberî vê tevgerê bi sala ye şer dike û komkûjiyan pêk tîne. Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de heyanî niha hewil dide ku ev destkeftî û serkeftin neherikin perçeyên din yên Kuristanê. Dagirkeriya Tirkiyê û PDK’ê jî baş dizanin ku felsefeya Rêber Apo ya Netewa Demokratîk diherike nava hemû gelên azadîxwaz ji ber vê yekê bi pilan û siyasetên nû dixwazin pêşî li vê yekê bigrin, vê care jî bi hikumeta Îraqê re di nava têkilî û pilanan de ne.”

 

Pilanên gişandina Îraqê ber Tirkiyê ve tên kirin

Îlham destnîşan kir ku di pilanên Tirkiyê de kaşkirina Îraqê tê kirin û wiha domand: “Di civîna ku di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsiye de hatibû çêkirin de, hin pilan hatibûn kirin ku hin civînên wan li Bexdayê bêne çêkirin. Bi vê yekê dagirkeriya Tirk dixwaze Îraqê jî kaş ke pilanên xwe yên li dijî gelê Kurd. Di vê dawiyê de hat dîtin ku Îraq jî nêrîneke wan ya erînî li hember pilan û berjewendiyên Tirkiyê heye, bi taybet di mijara ava Dijle û Firatê de Tirkiyê hin bendav li aliyê xwe avakirine û ev yek bandorê li axa Îraqê bi giştî dike, her wiha hin mijarên din yên aborî jî hene. Ev siyaset ji aliyê Tirkiyê ve tên kirin tenê ji bo hikumeta Îraqê bixe bin bandora xwe.

Her wiha di milekî de naxwaze li statuyekî Kurdî li Başûr bê çêkirin. Di nava van pilan û siyasetan de Hikumeya PDK’ê gav bi gav bi dagirkeirya Tirk re, bêyî Tirkiyê PDK’ê gavekî di Başûrê Kurdistanê de navêje û rê li pêşiya Tirkiyê vekiriye da ku êrîşên xwe li ser çiyayên azad pêk bîne.”

 

‘Îradeya gelan hedef digrin’

Îlham diyar kir ku partiyên ku hatine qedexekirin îradeya gel temsîl dikin û wiha got: “Bi taybet ev partiyên ku hatine qedexekirin hêz, îrade û hebûna gelan temsîl dikin. di asta yekemîn de xwestin vê yekê di şexsê van partiyan de pêk bînin. Dagirkeriya Tirkiyê, hikumeta Îraqê û PDK ê ne îradeya gelan û ne jî hebûna gelê Kurd qebûl dikin. weke ku em dizanin ev her sê partî partiyên Kurdî ne bi taybet Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan, di demeke ku salvegera dagirkirina Şengalê de ev biryar tê standin, diyar dibe ku pilanên xwe li ser civaka Êzîdî  erdewam dikin. Di encama siyasetên xwe yên li hember Tevegra Azadiyê, gelê Kurd û civaka Êzîdî de bi pilaneke hevbeş biryara qedexekirina her sê partiyan hatiye girtin.”

 

Hewildanên pêkneanîna Yekrêziya Partiyên Kurdî dikin

Îlham di berdewam kirina axaftina xwe de av anî ziman: “Meclîsa Sûriye Demokratîk banga yekrêziya hemû Partiyê Kurdî kiriye. di demeke wiha de ku MSD e banga yekrêziya Kurdî û diyaloga Kurdî- Kurdî dike de. hêzên dijber yekser pilanên xwe yên valaderxistin û hedefgirtina lihevkirinên partiyên Kurdî dike. ev siyaseta ku tê meşandin jî yek ji armancên wê ku yekrêziya partî, hêzên Kurdî û diyaloga Kurdî- Kurdî neyê avakirin. Bê guman ev yek ne tesadufa û weke derbe dixwazin pêşbixînin.”

 

Îlham wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em weke nêrîn dibêjin ger hevgirtinek di navbera her sê aliyên ku me anîne ziman bê avakirin wê di destpêkê de bandora xwe li îradeya gelê Îraqê bike, ji ber gelê Îraqê wê temenê vê pilanê bide û wê ev pilanên tên kirin nekevin berjewendiya gelê Kurd û ya Îraqê. Em di vê sedsalê de dibêjin wê ev sedsal sedsala îradeya gelan û ya azadiya jin be. Di vê çarşoveyê de divê Îraq nekeve bin zext û gefên dagirkeirya Tirkiyê, da ku armanc û berjewendiyê xwe li ser hesabê gelê Kurd di Başûrê Kurdistan û ya Îraqê pêk neyîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.