Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armanc ji komxebatê danasîna felsefeya Rêber Apo ji bo mamosteyan e’

14/08/2024
in NÛÇE
A A
‘Armanc ji komxebatê danasîna felsefeya Rêber Apo ji bo mamosteyan e’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rêveberiya Zanîngeha Rojava di xeleka dawîn ji xelekên perwerdeyên mamoseteyên zanîngehê ya havînê de komxebatek li Zanîngeha Rojava li dar xist. Mamoste Nûjîn Hesen da zanîn ku armanc ji komxebatê, danasîna Rêber Apo û felsefeya wî bo mamosteyan e.

Rêveberiya Zanîngeha Rojava di xeleka dawîn ji xelekên perwerdeya mamoseteyên zanîngehê ya demsala havînê de komxebatek li Zanîngeha Rojava a li Taxa Hilêliyê li dar xist.

Komxebat li ser 4 panêlan hate dabeşkirin û bi dehan mamosteyên zanîngehê bi hemû fakulteyan û mêvanên cuda jî tevlî bûn.

Di destpêka komxebatê de hemû kesên beşdar tevlî xuleya rêzgirtinê bûn, herwiha li ser navê Komîteya Amadekar a Zanîngeha Rojava, Aram Hesen bixêrhatina hemû beşdaran kir û komxebat hat destpêkirin.

Panêla yekem di derbarê danasîna jiyana Rêber Apo, fikr û felsefeya wî, xebata ji bo kurd, Kurdistan û cîhanê tevî. Ev panêl ji aliyê berdevkê Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzir ve hate pêşkêşkirin.

Naveroka panêla duyem jî li ser xebatên Komîteya Rêber Apo li ser asta cîhanê bû û ji aliyê endama Insiyatîfa Sûrî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, Nûha Umer ve hat rêvebirin.

Piştre jî panêla sêyem a bi serenavê ‘Êrişên Hêzên Hegemonîk li ser Paradîgma Rêber Apo’ ji hêla endamê Akademiya Abdullah Ocalan a Zanistên Civakî, Zerdeşt Baran ve hat pêşkêşkirin.  Herwiha girêdayî her panelekê pirs, bersiv û guftûgo ji di navbera beşdaran û panêlvanan de çêdibûn.

Herî dawî şêwirmendê Fakulteya Zanistinê Siyasî ya Zanîngeha Rojava, Yasîn Sûmiya têkildarî Konfedralîzma Demokratîk panêla dawîn da.

Girêdayî komxebata ku hat li darxistin, mamoste Nûjîn Hesen ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Ji destpêka ku Zanîngeha Rojava hatiye damezrandin, perwerdeyên havînî ji bo mamosteyên zanîngehê yên hemû beş û fakolteyan tên dayîn. Herwiha mamoste jî bi coş û girseyîteke mezin tevlî van perwerdeyan dibin. Perwerde bi mijarên cihêreng ji aliyê rêveberiya Zanîngeha Rojava ve tê dayîn. Semînerên ku tên dayîn girêdayî şoreşa 19’ê Tîrmehê, jin û Jineolojî, siyastet û hwd… in. Hêjayî bibîrxistinê ye li tevahiya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê perwerde ji bo mamosteyan tên dayîn. Îro jî li Zanîngeha Rojava bi komxebatekê tê bidawîkirin, 8 xelekên perwerdeyê bûn û mamoste li ser asta Kantonê tevlî dibûn. Hem jî bi komxebatekê ev perwerde tên encam dan, armanc jê ew bû ku hemû mamoste jiyannameya Rêber Apo, fikrê wî û girîngiya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan baş nas bikin. Hemû panêlên ku hatin lidarxistin xwedî girîngiyeke mezin in ji bo civakê bi taybet panêla Konfedralîzma Demokratîk û Xweseriya Demokratîk ku ev herdu rêgez ji tewriyetê ber bi piratîkiyetê ve diçe li Bakur û Rojhilatê Sûriy û bandora xwe li cîhanê bi giştî kiriye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.