Lîloz Hisên/ Qamişlo
Kongra Star bi daxuyaniyekê piştgriya xwe ji bo jinên Efxanistanê ragehand. Herwiha Kongra Star diyar kir ku ew ê bi hevre, mil bi mil bisekinin û têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalariyê bi ser bixin.
Piştî ku Talîban di 15`ê Tebaxa sala 2021`an de destê xwe danî ser desthilatdariya Efxanistanê, guhertinên pir mezin di jiyana efxaniyan de çêbû, nemaze di jiyana jinan de di tevahî warên jiyanê de astengî derketin. Tevî binpêkirina sîstematîk a li dijî mafên jinan a ji aliyê Talîban ve tê kirin, jinên Efxanistanê serî netewandin û dest ji têkoşîna azadiyê û mafê xwe bernedan.
Ji bo piştgiriya jinên Efxanistanê Kongra Star îro li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û naveroka daxuyaniyê wiha ye:
“Di sêyemîn salvegera desteserkirina Afganîstanê ji hêla Talîbanê, em hevgirtina xwe ya bê sînor bi têkoşîna jinên Afganîstanê re diyar dikin ku li dijî binpêkirina sîstematîk a mafên jinan a ji aliyê Talîban ve tê kirin, têkoşînek bi biryar didin. Wêrekiya van jinan a li hemberî rejîmeke otorîter a ku dixwaze nasnameya wan ji holê rake û wan bêdeng bike, îlhamek e ji bo hemû tekoşînvanên azadiyê. Em bi tevlîbûna kampanyaya ku ji aliyê tevgera jinan a Pencera Hêviyê ya li Afganîstanê ve hatiye destpêkirin, yekitiya têkoşîna jinan didin diyar kirin. Bi wan re em dengê xwe bilind dikin û bang li hemû tevgerên femînîst, rêxistinên mafên mirovan û aktîvîstên mafên jinan ên cîhanê dikin ku di 15’ê Tebaxê û her roj li gel jinên Afganîstanê bisekinin.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beriya 12 salan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ku azadiya jinê navenda têkoşîna xwe de dihewîne, dest bi şoreşa jinê kir. Ev felsefe çeka herî xurt û pêwîst e di têkoşîna li dijî neheqiyê de û rêya avakirina civakeke ku rûmeta mirovatiyê diparêze û mafên jinan nas dike. Di têkoşîna li dijî rejîmên mêtinger de jin di refên herî pêş de bûn û tevgerên jinan bûn meşaleya ku rêya azadiyê ronî kir. Têkoşîna jinan a li Afxanistanê têkoşîneke hebûnê ye, têkoşîna jiyan û mirinê ye ku ji bo parastina destkeftiyên jinan û bilindkirina ala azadiyê ya li hemberî zilmê ye.
Di sedsala 21. de ji bo daxwaza azadî û edaletê û li dijî rejîmên baviksalarî yên paşverû dengê jinan li her derê bilind dibe. Lê ev rejîm çi li Afganîstanê, Îranê, Yemenê, Tûnisê, Iraqê, Tirkiyê an çi li Surî wê nikaribin têkoşîna me bêdeng bikin, ji ber ku em wek Kongra Star de di wê baweriyê de ne ku dengê jinan têk naçe û îradeya wan nayê şikandin.
Her êrîşek li ser mafê yek jinê, êrîşa li dijî hemû jinan e. Destkeftiyên jinan mîrateya hevpar a hemû jinan e. Ji ber vê yekê em banga xurtkirina yekitî û hevgirtina jinên cîhanê dikin, ji ber ku têkoşîna me yek e û dijminê me jî yek e. Em nikarin xwe bispêrin heman dewlet û aktorên ku ev hemû zilm afirandine da ku van pirskirêkan ji holê rakin. Wekî ku Serokatî got, “Xweparastina jinan pirsgirêkek pir girînge ku nikare ji rehma zilaman re were hiştin.” Rastiya ku pergalên baviksalarî dê her tim li dijî azadiyê bin, tê wê wateyê ku divê em xwe li hemberî wan biparêzin. Berxwedan li cihê ku tê birêxistinkirin, li cihê ku pergalek somud û domdar ên xweparastinê tên avakirin, bi ser dikeve. Girîng e ku jin xwe di qada xweparastinê û qadên din de bi awayekî xweser bi rêxistin bikin. Werin em bi hev re, mil bi mil biseknin, heta ku em di têkoşîna hevpar a li dijî baviksalarî de bi ser bikevin. Werin em vê rojê bisivirin soza xurtkirina tekoşîna ber bi azadiya jin.”