Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM’ê ji bo rêxistinkirin û pêşxistina civakê kar dike

14/08/2024
in NÛÇE
A A
TEV-DEM’ê ji bo rêxistinkirin û pêşxistina civakê kar dike
Share on FacebookShare on Twitter

Yasmîn Omo / Hesekê

Endam Komîteya Amadekar  ya kongireya 5’mîn ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Kurdyar Dirêyî diyar kir ku TEV-DEM dikeve rewşeke nû û ji xebata civaka sivîl berê xwe dide rêxistinên civaka Demokratîk di herêmê de.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongireya xwe ya 5`mîn bi durûşmeya ‘Rêxistinên civaka demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne’ li bajarê Hesekê bi beşdariya 500 endamên saziyên sivîl, tevgerên siyasî û rêxistinên civakî li dar xist. Di kongireyê de rapora salê ya tevgerê, perspektîfên siyaseta nîştimanî û rêzikname hatin xwendin. Her wiha rêzikname hat nîqaşkirin û hin guhartin hatin çêkirin. Di heman demê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed wek hevserokên nû yên tevgerê hatin hilbijartin û endametiya 100 kesan ji bo Meclisa Giştî hat pejirandin.

Derberê 5’emîn kongeriya TEV-DEM’ê  Endamê Komîteya Amadekar ya kongreyê Kurdyar Dirêyî ji Rojnameya me re axivî.

Endam komîteya Amadekar  ya kongireya 5’mîn ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM Kurdyar Dirêy di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Avabûna TEV-DEM’ê ne ji roja îro de ye, ji destpêka kirîza Sûriyê de TEV-DEM hate avakirin, di wê demê de avakirina TEV-DEM weke bersivekê bû ji bo rewşa ku Sûriyê têde derbas dibû. Wê demê civak di nava xeter û metisiyê de bû, piştî derketina şerê çekdarî û fikrên terorî,  TEV-DEM xwe dît berpirsiyarê di ber civakê bi giştî de, ne tenê di ber civaka kurdî de.”

Kurdiyar Dirêyî axaftina xwe wiha domand: “TEV-DEM Li kêleka kar û xebatên civakî karê siyasî jî dide meşandin, di heman demê de ji bo pêkanîna hevrêziya kurdî jî TEV-DEM gelek kar û xebat da meşandin. Ji bo pêkanîna siyaseta demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî gavên ber bi çav avêtine.  Piştî avabûna Xweseriya Demokratîk jî TEV-DEM gelek yekîtiyên di nava civaka sivîl de da avakirin, ev di qada civakî de gaveke pir girîng bû.”

Kurdiyar Dirêyî axaftina xwe wiha qedand: “Bi lidarxistina kongreya 5’emîn, TEV-DEM dikeve rewşeke nû,  xebata civaka sivîl berê xwe dide rêxistinên civaka Demokratîk di herêmê de. Piştî avakirina Konfidraliya Saziyên Rêxistinên Dmokratîk di herêmê de, TEV-DEM weke yek ji avakerê rêxistinê ye û wê têde xebatên xwe bimeşîne . TEV-DEM hewil dide bibe weke Tevgera Rêxistinên Civaka Demokratîk di herêmê de û xebata xwe di nava konfidraliyê de berdrwam bike ,TEV DEM xwe nabîne weke mûxalif ji Rêveberiya Xweser re lê em a xwe dibîne weke piştger û hevkarê vê avakirinê û wê têde xebateke mezin bimeşîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.