Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Erel: Em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin

14/08/2024
in Uncategorized
A A
Erel: Em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Hevseroka TUHAY-DER’ê ya Amedê Yeter Erel diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê civak û girtîgeh xistine bin bandora xwe û got: “Em li dijî tecrîd û zilmê dengê xwe bilind bikin.”

Hevseroka Amedê ya TUHAY-DER’ê Yeter Erel ragihand ku tecrîda li Îmraliyê tenê bi kesekî re sînordar nemaye, gelê Kurd xistiye bin bandora xwe.

Hevseroka Amedê ya TUHAY-DER’ê Erel diyar kir ku dewlet bi tecrîdê re dixwaze îradeya siyasî ya gelê Kurd bişikîne û lêgerînên demokrasî û aştiya civakî têk bibe. Erel destnîşan kir ku ev îzolasyon di heman demê de ji bo muxalefeta demokratîk a li Tirkiyeyê û hêviyên aştiya civakî derbeyeke giran e.

Erel anî ziman ku tecrîd di nava civakê de travmayên kûr diafirîne û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan di nava beşeke mezin a gelê Kurd de dibe sedema hêrsê. Ev rewş ne tenê gelê Kurd, her wiha ji aliyê neyînî ve bandorê li beşên civakî yên di lêgerîna edaletê de ne, dike. Bi taybetî, di nava nifşên ciwan de li dijî van polîtîkayên zordar ên dewletê lêgerîna edalet û berxwedanê hîn xurttir dibe.”

Veguherî navenda êşkenceyê

Erel diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê, li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û ev tişt got: “Şert û mercên girtîgehê her roja ku derbas dibe, hîn xirabtir dibe. Bi taybetî li ser girtiyên siyasî yên Kurd, zext zêde dibin. Mafên wan ên peywendiyê tê astengkirin û cezayên displînê yên kêfî zêde tên pêkanîn. Rewşa girtiyên nexweş jî pir giran e. Mafê wan ê xizmeta tenduristiyê tê astengkirin. Gelek girtiyên nexweş ên di xeteriya jiyanî de ne terkî mirinê têne kirin. Ji sala 2023’yan ve zêdeyî hezar û 600 girtiyên nexweş li girtîgehan e û ji van 600 di kategoriya nexweşên giran de ne. Ev şert û merc nîşan didin ku girtîgeh veguherîne navendên êşkenceyê.”

Bi biryardarî têkoşîn tê domandin

Erel anî ziman ku îsal weke malbatên girtiyan û komele gelek çalakî û merasîm lidar xistin û wiha pêde çû: “Di çarçoveya van çalakiyan de her hefte em li ber girtîgehan çalakiyên rûniştinê lidar dixin. Di serî de Kurdistan, li her çar aliyên Tirkiyeyê bi rengekî hemwext ev çalakî tên lidarxistin. Ev çalakiyên me yên ‘Deng bide azadiyê’ ji bo rabûna tecrîda li ser Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, ji bo bidawîbûna şert û mercên dermirovî yên li girtîgehan dengekî xurt û banga piştevaniyê ye. Rewşa girtiyên nexweş jî weke meseleyeke lezgîn li pêşberî me disekine. Em ê jî çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo agahdarkirina raya giştî û di platformên neteweyî û navneteweyî de vê pirsgirêkê bixin rojevê, em têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Di vê pêvajoyê de alîkarî û piştevaniya gelê me, wê bibe ewlekariya herî girîng a vê têkoşîna edaletê.”

Zilmeke ku bandorê li me hemûyan dike

Erel xwest ku xwedî li têkoşîna edalet, aştî û mafên mirovan bê derketin û ev tişt got: “Polîtîkayên tecrîdê amûreke zilmê ye ku ne tenê kesekî yan jî civakekê, bandorê li me hemûyan dike. Divê em li dijî vê zilmê bisekinin û rûmeta mirovahiyê biparêzin. Em ji bo aştî, edalet û azadiyê bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Em ji bîr nekin ku; bêdengmayîn, tê wateya hevkariya zilmê. Ji bo ku her kes bibe parçeyekî vê têkoşînê û edalet pêk were, çi ji destê kê tê divê bike. Eger em bi hev re tevger bigerin, em ê rêya ku diçe azadî û aştiyê bikarin vebikin. Ez bang li gelê me û raya giştî ya navneteweyî hemûyan dikim; em li dijî tecrîd û zilmê bi hev re têbikoşin û ji bo edalet û aştiyê dengê xwe bilind bikin.”

Post Views: 94
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
Êla Omerkan
CIVAK Û JIYAN

Êla Omerkan

15/06/2025
‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’
CIVAK Û JIYAN

‘Karê dirûtinê ji bo min jêhatîbûneke’

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.