Birûc Resûl/Qamişlo
Bajarê Minbicê di sala 2014`an de ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibû dagirkirin. Pêngava rizgarkirina bajarê Minbicê jî bi coş, kelecan û şewitandina çerşefên reş ji milê gelê Minbicê ve hate pêşwazî kirin. Bi saya berxwedana gelê Minbicê piştî rojên koletiyê û tariyê ronahî ji nûve pişkivî.
Bajarê Minbicê, yek ji bajarên herî kevnar e û xwedî cihekî stratejîk e. Gelek netewe, reng û çandên gelan di vî bajarî de dijiyan. Çeteyên DAIŞ’ê, bi dagirkirina bajarên weke Reqa, Tebqa, Dêrazor, Şedadê, Şengalê, Mûsil û hwd. bajarê Minbicê jî dagir kirin. Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku bajar dagirkirin, dest bi kuştin, talan, revandina mirovan, xirakirina cihên dîrokî, kuştin û revandina jinan kirin. Piştî ku şervanên QSD`ê di Kobanê de berxwedaneke dîrokî li hemberî çeteyan raber kirin, bi xwîna hezarê şehîdan Kobanê rizgar kirin. Di sala 2016`an de gelê Minbicê daxwaz ji hêzên QSD’ê kir ku bajarê wan ji çeteyên DAIŞ’ê were rizgarkirin.
Dîroka avabûna bajarê Minbicê
Berê navê paytexta Firatê ya Sûriyê li Minbicê dihat kirin. Minbic, ji kevintirîn bajarên Rojhilata Navîn û cîhanê ye ku tê texmînkirin di B.Z. sedsala 12`emîn de ji aliyê bawermendên Atargatîs bajar hatiye avakirin. Li gorî hinek belgeyan, dîroka bajar heta 5 hezar salan diçe. Di vî bajarê kevnar de, gelek hêzên wekî Rom, Sasanî, Memluk, Makedon, Abasî, Fatimî, Eyûbî, Mogol, Osmanî û Fransiyan serwer bûne. Her hêza ku serwerî kiriye, navê bajêr jî li gor xwe guhertine. Herî dawî jî Minbic ku bi zimanê Suryanî tê wateya kaniya diherike. Her wiha di sedsala sêyemîn de paytexta herêma Firatê bû û ji mezintirîn bajarên Sûriyê ye.
Stratejiya Cografî ya Minbicê
Minbic yek ji bajarên aborî yên Sûriyê ye. Bajarê Minbicê ku li ser rêya M4`e, bajarên weke Efrîn, Şehba, Haleb, Raqa, Kobanê, Tebqa, Cerablûs û Babê bi hev girê dide. 25 km dikeve Rojavayê çemê Firatê, 75 km dûrî bajarê Helebê ye, 40 km li Başûrê Cerablûsê ye, 65 km li Rojhilatê Kobanê, 45 km jî li Rojavayê Babê û 40 km jî dûrî sînorê Tirkiyê ye. Ji aliyê Bakur ve nêzî çemê Sacûr, ji aliyê Başûr ve jî nêzî çemê Ebû Qelqel e ku ev her du çem li çemê Firatê bi dawî dibin. Rûpîvana Minbicê û gundewarê derdorê hezar û 295 km çargoşe ye. Berê ji aliyê îdarî ve, Minbic girêdayî parêzgeha Helebê bû û navenda wê bajarê Minbicê bû. 554 gund girêdayî bajar in ku bajar ji navçeyên Xebsa, Meskenê, Ebû Qelqel û Ebû Kehf pêk tê.
Bi awayekî sereke, niştecihên Minbicê û gundewarê wê, debara xwe bi çandina genim, sebze û daran dikin. Hinek ji wan jî di karên bazirganiyê de kar dikin. Du deriyên bazirganiyê bi navê Um Cilûd (Hîmran) û On Dadat ku di navbera Minbic û Cerablûsê de ne hene. Ev derî, li gor xwestekên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê tê vekirin û girtin.
Minbic ji bo çeteyan xwedî girîngiyek stratejîk bû
Çeteyan ji bo ku Minbic neyê rizgarkirin hemû hewildanên xwe kirin. Gel wekî mertal bikaranîn, her cih kiribûn teqemenî. Ji ber Minbic ji bo çeteyan xwedî girîngiyek stratejîk bû. Ji sedî 95 çeteyên ku şer dikirin biyanî bûn û mejiyê şer ê DAIŞ`ê bûn. Piştî rizgarkirina Girê Spî, hemû têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk li ser Minbicê re berdewam dikir. Pêdiviyên DAIŞ`ê ji Cerablûsê dihat Minbicê û ji vir diçû Heleb, Reqa û heta Mûsilê. Çeteyên biyanî yên di rêya Tirkiyê re dihatin, piranî li Minbicê bi cih dibûn û rîya bêhinstendina DAIŞ ya ku xwe bigihîne Tirkiye û Ewropa Minbic bû. Lewma weke biryargeha leşkerî ya Bakurê Helebê ya DAIŞ’ê rol dilîst ku çeteyan navê “Cenet El Muhacirîn” bi Kurdî “Bihuşta Muhaciran” lê kiribûn.
Minbic wekî ku ji çeteyan re cihekî stratejîk û girîng bû heman demê de ji bo Şoreşa 19`ê Tîrmehê û herêmê bi giştî jî xwedî girîngiyek mezin bû. Bi rizgarkirina bajar re rêya di navbera kantonên Kobanê û Efrînê jî wê bihata vekirin û dorpêça li ser Efrînê bihata şikandin.
Minbic bû armanca gelek desthilatdaran
Bajarê Minbicê ji ber girîngiya xwe di dîroka de, bû armanca gelek hêz û împeratoriyan. Di dirêjahiya dîrokê de, çend caran di wêraneke tam an jî beşî de derbas bûye. Ne tenê beriya zayînê û piştî zayînê rewşa bajarê Minbicê ji aliyê desthilatdaran ve dihat dagirkirin. Ev bajarê ku her rastî pişaftin, êriş, desthiladariyê hatiye. Di serdema Osmanî û rejîma Baas de jî hikûm li ser gel hatiye ferzkirin ku hewldana guhertina demografiya herêmê pêk anîne.
Polîtîkaya pişaftinê
Li bajarê Minbicê gelek eşîrên ereb û kurdan hene. Li Minbicê gelê Kurd gelê herî kevn û resen e. Eşîra kurdan a herî kevn li Minbicê, Mala Betran û Mala Mistefa Memo ne. Zêdetirî 30 eşîrên ereban hene û gelek şaxê wan hene. Bi destpêkirina sala 2000`î re, rejîma Baasê hewl da eşîrên bajêr parçe bike, ev yek bi rêya derxistina nakokiyan di navbera wan de pêk hat. Beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê nifûsa Minbicê 90 hezar bû. Beriya Kembera Ereban jî zêdetir Çerkes lê dijiyan. Lê di encama polîtîkayên pişaftin û veguherandina demografiyê de, weke hemû bajarên kurdan, Minbic jî wergerandine bajarê ereban. Di sala 2011’an de beriya şer dest pê bike nifûsa vî bajarî ji sedî 68 Ereb, ji sedî 25 Kurd, ji sedî 5 Tirkmen, ji sedî 2 jî Çerkes bû.
Bajarê xwedawendan ket dest dijminê mirovahiyê
Di sala 2011`an de gelên Rojhilata Navîn li hember desthilatdaran serî hilda û gelek dîktator li pey hev hatin xistin. Çirûska ku li Tunisê vêket, li Cezayir, Misir, Lîbya, Yemen û Bahreynê belav bû. Û 15`ê Adara 2011’an de ev çirûsk gihiştibû Sûriyê. Komên opozîsyonê yên ku piştre teslîmî dewleta Tirk bûn, di 20`ê Tîrmeha 2012`an de bi navê tabûrên Artêşa Azad bajarê Minbicê ji rejîma Baasê girtin. Piştre DAIŞ êrişî Minbicê kir û di 21`ê Çileya 2014`an de bajar dagir kir. Êdî bajarê xwedawendan ket dest dijminên mirovahiyê û bi taybet dijminê jinan.
Bi tevlîbûna 12 hezar şervanan pêngava Minbicê dest pê kir
Zedetirî 2 sal û nîvan bajarê Minbic ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê hatibû dagirkirin û di van salên dagirkeriyê de, hemû cûreyên îşkence, zilm, tecawûz, lêdan, kuştin, revandin, firotin û serjêkirin li ser gelê Minbicê hat meşandin. Êdî gelê di nav lepên van hovên serdemê bang li Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin ku werin bi hawara wan ve. Û zarokên şoreşê vê bangê bêbersiv nehiştin. Piştî serkeftina Kobanê Hêzên QSD`ê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest bi amadekariyên rizgarkirina bajarê Minbicê kiribûn, lê bi awayekî veşartî dihat meşandin. Di 1`ê Hezîranê de Meclisa Leşkerî ya Minbicê li Bendava Tişrînê daxuyaniya pêngava rizgarkirina gundewar û bajarê Minbicê ragihandibû. Piştî daxuyaniyê bi tevlîbûna 12 hezar şervanan pêngav destpê kir.
Pêngava Şehîd Feysel Ebû Leyla
Roja 2`ê Nîsana 2016`an yekemîn gava berbiçav hat avêtin ku destpêkê gundê Mistefa Hemdan (Mehşiyêt Şêx Ubêd) hat rizgarkirin. Şems El Şemal, Suwar Minbic (Şorşegerên Minbic), Îtifaqa Tûgayên Firat, Cindul Heremeyîn, Taburên Şehîdên Firat, Tabura El-Qewsî û Ketibetul Tirkman El-Minbic (tabura Tirkmanên Minbicê) li ser bendava Tişrînê daxuyaniyek dan û di bin navê “Meclisa Leşkerî ya Minbicê” de hêza xwe kirin yek. Fermandarê Taburên Şems El Şimal, Feysel Ebû Leyla roja 3`ê Hezîranê li eniya Tişrîn di encama teqîna guleyek hawanê di serê xwe de bi giranî birîndar bibû û 5`ê Hezîranê şehîd bû. Bi şehadeta Ebû Leyla re navê pêngavê vegeriya “Pêngava Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla”. Hemû şervanan ji bo pêkanîna xeyalên Ebû Leyla û tolhildanê bi beşdarbûna 43 nûnerên eşîr û kesayetên ji herêma Minbicê civînek li dar xistin. Di encama civîna 3 saetan de ”Meclisa Sivîl a Minbicê” hat damezrandin.
Piştî 73 rojan jiyan zindî bû
Piştî berxwedana şervanan di roja 73`yan de operasyona rizgarkirina Minbicê mizgîniya ku herkes li bendê bû, hat. Keda nemirên şoreşê 12`ê Tebaxa 2016`an de bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin. Mizgîniya rizgarkirinê ji raya giştî re ji ber paqijkirina teqemeniyan 2 rojan dereng ma ku di 15`ê Tebaxa 2016`an de bi rêya daxuyaniya rizgarkirina Minbic û deskeftiyekî din yên pakrewanan ji cîhanê re hate ragihandin.
Bîlançoya rizgarkirinê
Di operasyonê de nêzîkî 300 gund û bajarok hatin rizgarkirin. 4 hezar û 180 çete hatin kuştin. 112 çete bi saxî dîl hatin girtin. Her wiha di tevahiya operasyonê de 264 şervanên Kurd, Ereb û enternasyonal şehîd bûn. Di heman demê de ji destpêka operasyonê heta dawî zêdetirî 170 hezar sivîl hatin rizgarkirin. Piştî ku çeperên parastinê hatin xurtkirin roja 23 Tebaxa 2016`an yekîneyên YPG û YPJ’ê ji Minbicê vekişiyan. Êdî Meclisa Sivîl û gelê Minbicê bi hev re dest bi avakirina jiyana nû kirin.
Gelê Minbicê sererastkirina wêraniya DAIŞ`ê kirin
Bi mizgîniya rizgarkirinê re êdî gelên bajar dest xwebirêxistinkirin û sererastkirina wêraniya DAIŞ`ê kirin. Gelên Minbicê di serî de Meclisa Sivî, meclisên gel ên gund û taxan, komîn, akademiyên perwerdeyê, rêxistina ciwanan, Mala Jin, Şaredarî, saziyên xizmetguzariyê û dadgeha gel ava kirin. Piştî rizgarkirinê, bajar ji gelek koçberan re jî bû wargeh. Bajar gelek koçberên ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê de û her wiha herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de jî himbêz dike. 2 kampên koçberan bi navê Kampa Rojhilat a Nû û Kampa Rojhilat a Kevin li gundê Rêsm El Ehmar yê girêdayî bajarê Minbicê hene. Ev kamp di sala 2017`an de hatine avakirin.
Piştî rêzgarkirina DAIŞ`ê êdî dewleta Tirk dixwaze dagir bike
Ji rizgarkirinê heya niha ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji barergehên leşkerên dewleta Tirk êrişan pêk tîne û êrişên wê berdewamin. Tevî ku ev sûcên berçavê cîhanê tên kirin dewleta Tirk bêtirs, vekirî dîsa gefên dagirkirina herêma Minbicê dixwe. Çeteyên DAIŞ`ê ji sala 2014`an heyanî nîvê sala 2016`an ve bi hejmarên mezin xwe li ser sînorê di navbera Minbic û Tirkiyê de bi cih dikirin û giştî Minbic di bin kontrola DAIŞ`ê de bû. Di wê demê de tu helwesta tirkan derbarê Minbicê de çênebû. Lê piştî rizgarkirina Minbicê wekî “xeterî” li ser xwe dibîne. Ev tenê cihê pêkenokê ye ku ew çeteyên cîhanê kiribû nav metirsiyeke mezin, dewleta Tirk re tu xeterî ava nekir, lê niha hebûna xweseriyê xeterî jê re ava dike. Lê gel di wê baweriyê de ye ku çawa DAIŞ li Minbicê hat şikandin wê dewleta Tirk jî tu carî biser nekeve.
Piştî rizgarkirina bajarê Minbic, jin
Di 15’ê Tebaxa 2016’an de Minbic ji çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Beriya heft salan bi serkeftina roja 15’ê Tebaxê re li bajarê Minbicê rewşa jinan guherî û di civakê de bûn xwedî rol, xwe nas kirin, hêviya jiyana hevpar ava kirin.