Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîroka PDK’ê ya dagirtî bi xiyanetê…Rojhilatê Kurdistanê

13/08/2024
in NÛÇE
A A
Dîroka PDK’ê ya dagirtî bi xiyanetê…Rojhilatê Kurdistanê
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

PDK’ê ji dîroka avabûna xwe ve û heta niha xeta xiyanetê berdewam dike, çi hêzeke şoreşgerî li Kurdistanê derkeve PDK’ê şerê wê dike û hewil dide wê tesfiye bike. Li Rojhilatê Kurdistanê jî çekdarên PDK’ê bi fermana Mela Mistefa Barzanî ji bo razîkirina Şahê Îranê bi 10’an şoreşger û pêşengên Rojhilatê Kurdistanê qetil kirine.

Dema ku mirov rûpelên dîrokê vedike, li ser axa Kurdistanê, du xet an jî ferasetên cuda pêl bi pêl diçe pêş. Xetek neteweyî û welatparêziyê ku ji bo azadî û doza rewa ya gelê Kurd di nava têkoşînê de ye û ji bo berdêlên giran dane, li beramberî wê jî xeta xiyanetê û destên dijmin û dagirkeran in ku timî li gel dijmin cih digire, pişt daye gelê xwe û li dijî xeta neteweyî di çeperan de ye.

Di dîrokê de timî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li har çar parçeyên Kurdistanê di nava xiyanetê de ye û ti hêzek azadîxwaz û şoreşger a Kurd nemaye ku li dijî şer nekirîbe. Di heman demê de ti rejîm û dewletek dagirker, dijminekî Kurd jî nemaye ku li gel hevpeyman nekirîbe.

Şahê Îranê ji bo bikaranîna PDK’ê, bi her awayî alîkariya madî û leşkerî li dijî Iraqê di tevgera Îlonê de pêşkêşî Mele Mistefa Barzanî kir. Endamê Îstixbaretê Îsa Pejman peywendîkarê di navbera Mele Mistefa Barzanî û Şahê Îranê bû.

Lê piştî îmzekirina peymana Cezayîrê ya 6’ê Adara sala 1975’an û peymana Şahê Îranê Mihemed Raza Behlewî ya li gel Sedam Hisên ku wê demê cîgirê Serokkomarê Iraqê bû, şahê Îranê, dest ji Mela Mistefa diberde û alîkariya jêre dirawestîne. Mistefa Barzanî piştî 14 rojan ‘Aşbetaliyê’ dike û dawî li tevgara Îlonê tîne.

Li gorî gotina biraziyê Mela Mistefa Barzanî, Eyûb Barzanî û Siyasetmedarê Kurd Dr. Mehmûd Osman ku bi xwe şahidek bû, piştî peymana Cezayîrê, wê demê Mela Mistefa di civînekê de ji Şahê Îranê re gotiye; “Em miletê tene, madem qezenca Iraqê di vê peymanê de heye ku dayika me ye jî, me tiştek li ser nîne. Em li jêr fermana tedene û bêje bimirin, dimirin.”

Her wiha di pirtûka ‘Xiyanetekanî Qiyade Miweqete, bi neteweya Kurd’ ku ji aliyê Abdullah Hesen û Dr. Qasimlo nivîsîne, wiha qala wê qonaxê dikin: “Serokatiya Barzanî li şûna alîkariya xelkê Kurdistanê bike, li vir alîkariya dewleta kevneperest û nokerê emperyalîza Mihemed Reza Şah dikir. Berê xwe da dijminê Kurd û pişta xwe da komelên xelkê Kurdistanê. Di rastiyê de berê bingehîn ê aşbetaliyê di sala 1975’an de Barzanî di vir de daniye.”

Têkildarî peywendiyên PDK û Şahê Îranê de, şertê herî bingehîn ê alîkariya rejîma Mihemed Reza Şah ya ji bo Barzanî û tevgera wî ewe ku rê nede ti tevger û rêxistin li dijî rejîma Şahê Îranê serî rake û derkeve.

Her wiha li gorî agahiyên vê pirtûkê, piştî vê lihevkirinê, çekdarên PDK’ê bi fermana Şahê Îranê êrişî baregehên Hizba Demokratîk ên li sînor kir û dorpêç kirin. Li Rojhilatê Kurdistanê mil bi milê leşker û cehşên rejîmê ketin li pey pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, her wiha bi fermana Mela Mistefa Barzanî xelekên qetilkirina li dijî rêveber û şoreşgerên diyar ên Rojhilatê Kurdistanê destpê kir.

Li gorî pirtûka ‘Xiyanetekanî Qiyade Miweqete, bi neteweya Kurd’ qetilkirina herî berçav a ji aliyê çekdarên PDK’ê ve, ya bi fermana Mele Mistefa Barzanî li dijî pêşengên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê hatî kirin, ji bo razîkirina şahê Îranê bûn.

Di sala 1967’an de Birayme Surî Mihemed Delaweyî yê xelkê herêma Xanê yê ji gundê Alan li gel hejmarek pêşmergeyên Hizba Demokrat hatin şehîdkirin û cenazeyên wan dan îstixbareta rejîma Îranê.

Di dawiya heman salê de, Mela Rehîmê Wertî, nasnas Mîrza Ehmed ê endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistana Îranê, ji aliyê Mele Mistefa Barzanî ve tê girtin û dixwaze bi zindî radest bike, ew jî nerazîbûnek zêde nîşan dide û her li wir bi zindî gulebaran dikin.

Di dawiya heman mehê de, Siware Sekirî, Eskender Elî, Mihemed Muimînî, Hebîb Ebûbeir, Cefer Ebubkir, Munteqimî Qazî û li gel dehan pêşmergeyên din piştî girtinê dan Îranê.

Di meha Adara 1968’an de herdu rêveberên şoreşger Silêman Muinî û Xelîl Şewbaş li nêzî bajarê Silêmaniyê bi fermana Mele Mistefa Barzanî ji aliyê çekdarên PDK’ê ve hatin şehîd kirin û cenazeyên wan dan Îranê.

Dilşan Resul û Mela Aware ku du pêşengên şoreşa Rojhilatê Kurdistanê bûn bi fermana Mela Mistefa Barzanî hatin şehîd kirin û cezaneyên wan dan rejîma Îranê.

Salih Lacanî û 7 pêşmergeyên din ku piştî şehîdkirina Mela Awara hatibûn li gel Mela Mistefa, ewane jî hatin girtin û radestî Îranê kirin, piştre hatin gulebarankirin.

Di sala 1979’an de piştî rûxîna Şah Pehlewî û hatina ser text a Komariyan ya bi rêveberiya Xumeynî, neviyên Mela Mistefa Barzanî ku wê demê ji Qiyade Miweqeteyan pêk dihat, li dijî Şah piştgiriya hatina ser text a Xumeynî dikin. Mesûd Barzanî di heman salê de diçe Parisê û hevdîtinekê li gel Xumeynî dike. Di hevdîtinê de soza piştgirî û hevkariya PDK’ê ya ji bo rejîma wî ya li dijî Tevgera Rizgarîxwaz a Kurdên Rojhilatê Kurdistanê dubare dike.

Fazil Mîranî wê demê li gel medya Îranê hevpeyvînekê dike ku ji aliyê ‘Bi Tawan’ a Farisî ve hatiye parvekirin, li ser peywendiyên PDK û rejîma Xumeynî dibêje, “Em beşekin ji Îranê û nahêlin, ti derbek li desthilata wê bikeve. Em nikarin vê firset û xizmeta rejîma Îranê ji bîr bikin û rê jî nadin ti derbek li şoreşa Îmam Xumeynî bikeve.”

Li gorî parçe dîmenek arşîfa Supay Pasdarên ku hevpeyvînekê li gel fermandarekî pêşmergeyên Qiyade Miweqete (Rêveberiya demkî) yên PDK’ê çêdike, tekeziyê li hevpeymaniya PDK û rejîma Îranê ya ji bo çewisandina Tevgera Rizgariya Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ya di navbera 1981 û 1982’yan de dike.

Weke di dîmen de xuya dike, çekdarên PDK’ê mil bi milê pasdar û cehşên Îranê tevlî êrişên li dijî şoreşgerên Kurd dibin û Kurdan bi dijmin û çete pênase dikin. Her wiha Fermandarê Qiyade Miweqete hîtabî Pêşengê Şoreşa Kurd Dr. Qasimlo dike û dibêje, “Eger şerê evan bikî, şerê me jî dikî.” Armanca wî rejîma Îranê ye.

Di pirtûka ‘Xiyanetekanî Qiyade Miweqete, bi neteweya Kurd’ wiha tê gotin: “Çekdarên Qiyade Miweqete her dema xwe lewaz didîtin dikevin lawakirinê ku bêyî destûra Hizba Demokrat tevger nakin. Lê, di sala 1979’an de dema ku rejîma Xumeynî banga cîhadê li dijî xelkê Kurdistana Îranê kir û rêveberiya Qiyadeya Miweqete û çekdarên derdora Barzanî wiha fam kirin ku Hizba Demokrat lewaz bûye, demildest li herêma Merîwan mil bi milê pasdarên Îranê li dijî pêşmergeyên hizma me çûn.”

Di vê pirtûkê de, qala gulebarana pêşmergeyên miweqete ya di dema xwepêşandanê de tê kirin û wiha tê gotin: “Li Şino gule li xwepêşandana xelkê kir û 6 kes kirin qurbanî. Li herêma Urmiyê, bi piştgiriya Îdris Barzanî nêzî hezar mal koçber kirin. Her li ser pêşniyara Îdrîs derdorî sed kesî ji vê herêmê bûn cehşên fermî yên rejîma Xumeynî.”

Her wiha di wê serdemê de Sekreterê Hizba Demokratîk Mistefa Hicrî di hevpeyvîneke taybet li gel ajansa Emerîka AP’ê (Associated Press)  dike û têkildarî kurên Mela Mistefa û PDK’ê de dibêje: “Derdora Barzanî bi rêveberiya Îdrîs Barzanî û Mesûd bûne dardestê rejîma Xumeynî. Li hemû şerên li dijî azadîxwazên Îranê li Kurdistanê tevlî dibin.”

Li vir derdikeve holê ku PDK’ê ji bo mayîna xwe ji berî aşbetaliyê û piştî aşbetaliyê, fermanên îstixbareta Îranê (Sawak) bû û di qetilkirina pêşmergeyên Hizba Demokrat a Îranê de ku li ser daxwawza Sawak’ê bû destê xwe neparastiye. Dema ku rejîma şah dirûxe, peywendiyên wê li gel Xumenyî çêdibin û ji bo qayimkirina desthilata Xumeynî xwîna dehan pêşmerge û welatiyên Rojhilatê Kurdistanê dirijîne. Di wê rewşê de dixwaze sûd ji rûxîna rejîma şah bigire û ji bo xwe hinek derfet bi dest bixe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.