Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şermezarkirina komkujiya dibistanê li Xezeyê: Banga bidawîkirina şer û pêkanîna aştiya adil

12/08/2024
in Uncategorized
A A
Şermezarkirina komkujiya dibistanê li Xezeyê: Banga bidawîkirina şer û pêkanîna aştiya adil
Share on FacebookShare on Twitter

Kongra star ji bo rawestandina şerê li xezayê daxuyanî da u di daxuyaniyê de hate gotin ku”

Bi berdewamiya şerê li Xezayê ji 7ê Cotmeha 2023 an ve, îro em bûn şahidê êrîşeke din a wêranker di pêla tundûtûjiyê ya berdewam de bi bombebarankirina dibistana Al-Tab’een, ku koçberên ji navçeyên şer li rojhilatê bajarê Xezayê tê de dihewand. Di êrîşê de zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û di nav wan de jin û zarok jî hene. Êrîşên li dijî sivîl, jin û zarokan, li stargehên penaberan û dibistanan sûcê şer e.

Em vê komkujiya bi tundî şermezar dikin. Ew şer mîna êrîşa vê dawiyê ya li ser dibistanê, tenê êş û azar ji xelkê re aniye û metirsiya belavbûna li tevahiya herêma Rojhilata Navîn heye. Şerê Gaza bi tu awayî xizmet azadiya civakan nake bi tu awayî xizmeta pêşeroja civaka û jinan nake; tenê xizmeta berjewendiyên desthilatdaran û armanca parastin û berfirehkirina desthilata wan dike.

Di vê çarçoveyê de em weke Kongra Star hevgirtina xwe ya bê şert û merc bi gelê Filistîn û gelên bindest ku ji bo azadî û edaletê têdikoşin, dubare dikin. Em jinên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li herêmê ji bo civakeke pirçandî sîstemeke demokratîk ava kirine, beriya her tiştî jin û hêzên demokratîk ên herêmê weke hêviya demokratîkbûn û çareseriya aştiyane dibînin. Em dijî şer û komkujiyan in, ji ber pirskirêkên heyî tu carî bi bi wî awayî çareser nabin, çareseriyek aşitiyane bi feraseta biratiya gelan dikare pêk were. Sîstema netewdewletan ji bo gelê filistîn û gelê Juhi hem di dîrokê de hem roja me ya îro gelek êşên mezin anî, ji ber wê bi hêza û tekoşîna gel û jinan bi ferasetek demokratik û aşitiyane azadî pêkan dibe. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelên bindest û hêzên demokratîk û di serî de jinên cîhanê dikin ku ji bo li dijî vê bêedaletiyê têkoşîn û yekîtiyê nîşan bidin.

Herwiha divê bêdengiya civaka navneteweyî û aliyên siyasî li hemberî vî şerî û hovîtiya zêde ya ku roj bi roj zêde dibe û gel dikuje bê şikandin. Pêwîstî ne şer e, lê xebat ji bo aştiyek dadperwer û mayînde heye hember pevçûna ku ev demek dirêj e didome. Çavê girtina saziyên navneteweyî li hemberî van sûcên li dijî mirovahiyê êdî nayê qebûlkirin û divê hesab ji bo vê komkujiyê bê xwestin.

Bijî têkoşîna gelan a aştî, azadî û demokrasiyê

Bijî têkoşîna jinên azad

Jin Jiyan Azadi

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.