Lîloz Hisên/ Qamişlo
Yekîtiya Ragihandina Jinan YRJ têkildarî cezayê darvekirinê li dijî çalakger û rojnamevan Şerîfe Mihemedî û Peşxan Ezîzî ji hêla desthilata Îranê ve, pêngava di bin dirûşmeya ‘Na Ji Darvekirinê Re’ raghand.
Bi hezaran jinên têkoşêr di zindanên rejîma Îranê di bin îşkenceyên giran de ne, nemaze biryarên hovane yên darvekirinê ku derheqê jinan de derdikevin. Di dîroka 4`ê Tîrmeha borî de biryara darvekirinê li dijî çalakvan Şerîfe Mihemedî û di 24`ê heman mehê de li dijî çalakvana mafên jinan û rojnamevan Peşxan Ezîzî hate birîn.
Derbarê vê mijarê de YRJ bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo herdû jinan û tevahî jinên ku îşkence li wan tê kirin di zindanan de pêngava îmzeyan ragihand û destpêkir. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endama desteya rêveber ya YRJ Newroz Demhat û bi zimanê erebî ji hêla berdevka YRJ’ê Arîn Swêd ve hate xwendin.
Naveroka daxuyanêyê wehabû: “Rejîma Îran’ê ev nîv sedsal e bi bîrdoziyekî olperest û tundrew û bi zîhnîyetek mêrsalar hemû mafên azadiya jinê, civak û gelê Îranê ditepisîne. Bi pergala xwe ya zayendîperest û olperest jin û gelên Îranê ji hemû mafên wan yê mirovî bêpar hiştiye. Li beramberî vê rejîma zordest bi pêşengiya jinan, gel û civaka Îranê tu carî dev ji serhildan û daxwazê xwe yê azadiyê bernedan e. Gel ne ji darvekirinê û ne ji zindanîkirinê gav paş de neavêtiye. Rejîma Îranê nekarî hêz û vîna gelê têkoşînvan bişkîne.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:”Di sedsala 21’mîn de dewletê bingehê xwe li ser demokrasî, azadî, edalet û wekheviyê ava nekir ne gengaze ku xwe li ser lingan bigrin, bi taybet di Rojhilata Navîn de. Aqubeta bi serê dewletê cîran de hatî ji Îranê jî ne dûre. Serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ nîşaneya vê rastiyê bû. Dibe rêjîma Îranê ji bo îro bêjê ku min karî vê serhildanê bitemirînîm. Lê nikare jinên guliyê xwe di oxira azadiyê de jêkirîne bê deng bike. Helbet wê rojek jin tola wan guliyên ku remzê stûna jiyana wan bûn, ji vê pergalê rakin.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir:” Rejîma Îranê di dîroka 4’ê Tîrmeha borî de biryara darvekirinê li dijî çalakvan Şerîfe Muhemmedî û di 24’ê heman mehê de jî li dijî çalakvana mafên jinan û rojnamevan Pexşan Ezîzî birî. Bi hezaran jinên têkoşer niha di zindanên rejîma Îranê de, di bin îşkenceyên giran de ne. Rixmê hemû işkenceyên fizîkî, derûnî jî ji daxwazên xwe gav bi şûnde navêjin û li beramberî rejîma Îranê ya qirker çong danaynin.”
Di daxuyaniyê e hate destnîşan kirin ku Werîşe Muradî, Şerîfe Mihemedî û Pexşan Ezîzî jî ev jinên ku bi gefên darvekirinê ji doza xwe nayên xwarê. Dibe ku rejîma Îranê dest û lingê wan jinên ku di oxira azadiyê de hemû berdêlan dayî berçavê xwe îro zincîr kiribe lê nikare fikir û ramanên wan zincîr bike.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:” Em weke rojnamevanên jin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara darvekirinê li dijî herdû çalakvanan Şerîfe Mihemmedî û Pexşan Ezîzî şermezar dikin. Ev biryar li dijî hemû zagon û bendên navdewletî yên mafên mirovan û rojnamevanan e. Em wek YRJ pêngava di bin dirûşmeya ‘Na Ji Darvekirinê re’ radighînin. Di çarçoveya vê pêngavê de em ê piştgiriya xwe ji bo jinên têkoşer yên wek Werîşe, Pexşan û Şerîfe re bi rêya komkirina îmzeyan nîşan bidin. Kampanya me ya îmzeyan wê di dîroka 12’ê Tebaxê de dest pê bike û heya 19`ê Tebaxê berdewam bike.
Di dawiya daxuyaniyê de YRJ bang kir:” Bi rêya vê kampanyayê em bang li rêxistinên navdewletî, mafên mirovan û sendîkayên rojnamevanan dikin ku bi erkên xwe rabin û ji bo biryara darvekirinê bê rakirin di nava liv û tevgerê de bin. Her wiha li beramberî van kiryarên dij mirovî, binpêkirin û komkujiyên ku li dijî jin û tevahî civakê têne kirin bisekinin û hesabê ji sûcdaran bixwazin.”






