Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Em ê herdem xwedî li hunera xwe derkevin’

11/08/2024
in Uncategorized
A A
’Em ê herdem xwedî li hunera xwe derkevin’
Share on FacebookShare on Twitter

Roj Mehmûd/ Qamişlo

Hunermend kurd Danîş Botan diyar kir ku ew ê herdem  xwedî li Huner û dengê xwe derkeve û wiha got: “Hunera min sîlahê min e û çanda min zimanê min e.

Danîş Botan sala 1973`yan li bajarê Qamişlo di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Dema dibe 18 salî dikeve zindana rejima Sûrî û sê salan di zindanê de dimîne. Sala 1992yan dema ku ji zindanê derdikeve tevlî kar û xebata hunerê dibe û heta niha jî bi hunera xwe ve girêdayî ye.

Hunermendê Kurd Danîş Botan di derbarê Hunera xwe de ji rojnameya me re axivî.

Danîş Botan di destpêka axaftina xw de wiha got: “Ez di sala 1973`an de li bajarê Qamişlo ji dayîk bûme. Min ji zaroktiya xwe de li gelek hunermendên navdar guhdar dikir;mîna Hesen Zîrek,Tehsîn Taha, Eyşê Şan.  Her wiha min di sala 1980`î de dest bi xebatêN hunerê kir, min kesk, sor û zer li ser banê dibistanê hilda, piştî vê çalakiyê rejîmê ez xistim zindana de sê salan di zindana de mam. Her wiha hezkirina min ji hûnerê hebû lê dema ketim zindanê hezkirina min pirtir bû. Ji bo wê jî çîroka hunertiya min ji zindanê dest pê kir, di zindanê de min dest bi karê hunerê kir û fêrî dengbêjiyê bûm.”

Zehmetiyên ku Danîş Botan di zindanê de kişandin

Danîş da zanîn ku wî  gelek êş û zehmetî di zindanê de kişandin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Hin caran dema ku xwarin didan me, mazot yan jî benzîn dixistin nav. Ji bilî wê rojane lêdan û işkence hebû, ya herî zehmet ew bû dema ku çar mehan li zindanê di cihekî yekkesî de mam, min sê salên xwe yên li zindanê bi vî rengî derbas kirin.”                 

Kar û xebatên Danîş bi Koma Botan re

Danîş li ser kar û xebata xwe ya di nava komê de wiha got: “Di sala 1992` an dema ku ji zindanê derdikevim tevlî kar û xebata hunerê dibim û heta niha jî bi hunera xwe ve girêdayî me. Tevî ku tendirostiya min ne başe jî ez ji dev ji hunere xwe bernadim,her wiha di 1994’an de tevlî Koma Botan bûm û heta niha jî ev 29 salin di komê de kar dikim.Min nêzî 500 heta 600 berhemî çêkirine Tevayiya wan helbest û stiran in Stiran jî  Piraniya wan şoreşgerî ne, lê hin caran yên folklorî jî dibêjim. Jixwe stirana yekê ku min bi dengê xwe saz kir Gula Min bû.”

Danîş ji bilî karê komê gelek caran tevlî çalakî, mihrîcan, bîranîna Hunermendan û festîvalan jî dibe. Dema ku yekîtiya Hunermendên Cizîrê ava dibe, wek hunermend cihê xwe di yekîtiyê de jî digire. Piştî wê tevlî Ofîsa Desteya Çandê dibe û wek cîgirê desteyê tê hilbijartin.

Hunermend Danîş Botan di dawiya axaftina xwe de got” wek hunermendên bakur û rojhilatê Sûriyê emê hewl bidin ku hunera xwe hîn zêdetir pêş bixin û hunermendên nifşê nû fêr bikin û bighînin. Herwiha têkoşîna azadiyê dewam bidomînin, lewra berxwedan û têkoşîn erkê me ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin
NÛÇE

Ji bo ‘Mafê hêviyê’ danezanek pêşkêşî Komîteya Wezîran ya Ewropayê hat kirin

04/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.