Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cil û bergên ermeniyan; sembolek ji çanda wan ya kevnare

11/08/2024
in Uncategorized
A A
Cil û bergên ermeniyan; sembolek ji çanda wan ya kevnare
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî ya Qamişlo, Kohar Xecadoriyan da zanîn ku cil û bergên ermenî yên ku bi navê Daraz tên nasîn, beşeke girîng e ji kiltûr û folklora ermenî û çandeke ji kevnariya sedê salan e.

Cil û bergên her civak an jî netewekê ji netewên din tên cuda û cihêkirin. Her wiha cil û berg nasnameya wê netewê dide danasîn û naskirin. Li cîhanê bi dehan netew hene û her yek ji wan xwedî cil û bergên cuda ne, ji van netewan jî, ermen. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li gor lêkolînên dîrokî, hatiye destnîşankirin ku ermen civakeke arî ye, ji şaxê hindo-ewripî ye. Ev netew li nik netewên hemdema xwe jî xwedî dîrokeke kevnar e. Di heman demê de xwedî bawerî çand, kiltûr û rêûresmên olî ya taybet e û bi cil û bergên xwe jî ji gelên xwe tê cuda kirin. Her wiha têkildarî cil û bergên ermenî, hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî ya Qamişlo, Kohar Xecadoriyan ji rojnameya me re axivî.

Cil û bergên ermenî û cureyên wê

 Kohar Xecadoriyan têkildarî cil û berg ermenî li gor baweriyên kevnar û cureyên wê wiha anî ser ziman: “Cil û bergên ermenî beşeke girîng in ji kiltûr û folklora ermenî û çandeke ji kevnariya sedê salan e. Ev cil û bergên bi navê Daraz tên naskirin ango cil û bergên netewî yên kevneşopa çanda ermenî. Cil û bergên ermenî ji herêmekê ta herêmekê û ji serdemekê ta serdemeke din tên cuda kirin. Bi gelemperî çek dibin du cure, yek jê cil û bergên Ermeniyên Rojava û Ermîniya Rojhilat. Ev çek ji hiriya ajalan, mebo û hevîrmêşê tê çêkirin, ev yek jî li gorî rewşa aborî ya ku ew kesê/a ku cil û bergan li xwe dike ye. Kesa/ê zengîn bi cawê herî nirxbuha cil û bergan çêdike. ”

Cil û bergên jinan

 Kohar girêdayî cil û berg jinên ermenî wiha domand:“Cil û bergên jinên ermenî ji destpêkê de ji qilins pêk tê, qilins ew parçeyeke ji caw tê çêkirin û bi murîk, zîv, zêr û hwd…. tê xemlandin, her wiha li ser serê jinan tê danîn. Di heman demê de jî şalek li pişt qilins tê pêçandin, ev şal jî bi nexş û nimûşan tê xemlandin. Li bin qilins jî zincîrek heye, bi vê zincîrê ve pereyê zîv an zêr ji bo xemlandinê hene. Eger rewşa aborî ya jinê baş be wê zincîr ji zîv be, eger rewşa aborî ya wê jinê gelekî baş be, wê zincîr zêr be. Ango şêweyê zincîrê li gor rewşa wê ya aborî ye. Ev zincîr li ser eniya jinê tê danîn sedem ew e ku danîna zincîrê li ser eniya wê nîşana hikmet û bîrweriyê ye hem jî têkiliyeke xurt bi mejî re heye. Wekî din kirasekî dirêj heye û di bin kiras de jî şerwalekî dirêj tê lixwekirin û ser de jî kembereke cawî heye. Rengê kiras şîrkî û reş e, ev yek jî ji deverekê ta deverekê ji hev cihê ye. Taybetmendiya çekê jinan ku rengîn in û gelekî neqişandî ye, çekê bûkaniyê jî rengê wê spî ye û bi rengê zer tê neqişandin. ”

Sembolên di reng û neqşên cil û bergên ermenî de

 Kohar Xecadoriyan di derbarê reng û neqşên cil û berg ermenî de wisa got: “Cil û berg ermenî xwedî taybetmendiyeke wiha ne ku rengên çekan ji çar elementên bingehîn yên xwezayê hatine wergirtin, ango  erd, ba, agir û av. Ev element jî li gorî nêrîna feylesûfê ermenî yê bi navê Kerîkor Narênditisî ye, her yek ji van elmentan xwedî reng û wateyeke cuda ye. Erd, sembola axa bav û kalan e, av jî nîşana spîbûn û zelalbûnê ye, ba jî sorbûnê destnîşan dike û agir rengê zerbûnê diteyisîne. Her wiha rengê mişmişî heye, ev reng jî sembola bendewariyê ye û rengê sor jî nîşana taqet û şehadetê ye. Di heman demê de rengê şîn tê wateya edaleta xwedayî û rengê spî jî zelalbûn. Neqş û xemlandina li ser cil û berg jinan, xwedî taybetmendiyên kûr e, pereyên xemlandinê yên li ser qilins pend û baweriyeke ermenî vedibêje. Li gorî baweriya gelê ermenî pereyên li ser qilins û dengê ku ji wan tê der, jinan ji şer diparêzin û aramiyê dide jinên ku qilins didin serê xwe. ”

Cil û bergên mêran

 Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî ya Qamişlo, Kohar Xecadoriyan di derbarê  cil û bergên mêran de wiha axivî: “Di serî de cil û bergên mêran ji kum, qemîsekî spî, û qemîsekî din yê rengîn û hwd pêk tê. Kumê ermenî yê mêran; ji hevîrmêşê tê çêkirin, rengê wê zer, reş û sor e her wiha bi nexş û murîkan tê xemlandin. Wekî din jî qemîsê sipî zend dirêj e di heman demê de jî qemîsekî din yê rengîn yê dirêj li ser qemîsê spî tê lixwekirin. Çekê ermenî ji şerwalekî fereh pêk tê û li ser şerwal jî kembereke cawî tê pêçandin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.