Birûc Resûl/Qamişlo
Endamê Însiyatîfa Surî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed diyar kir ku pêwîst e her kes tevlî qada azadiyê bibe û erkên xwe yên li hemberî Rêber Apo pêk bînin û got: “Çawe ku Rêber Apo heya roja îro erka xwe pêk anî pêwîst e em jî azadiya wî wekî erkekî bidin pêşiya xwe.”
Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo nirxandina bandorên tecrîdê yên li tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma “Tecrîd xetereya herî mezin a li ser tenduristiya mirovan û binpêkirina mafên herî bingehîn ê jiyanê ye”. Zêdetirî 500 bijîşk, endamên sendîkayên tenduristiyê, Heyva Sor a Kurd, xwendekarên Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Rojava û hiqûqnas tevlî konferansê bûne.
Derbarê konferansa Desteya Tenduritiyê ya têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo hat lidarxistin, endamê Însiyatîfa Surî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed ji Rojnemeya me re axivî.
‘Rêber Apo bi fikirê xwe Îmraliyê kiriye cihê zanistê’
Silêman Ehmed di daestpêka axaftina xwe wiha got: “Ev 3 sal û 5 meh in bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nehatiye girtin. Ji lewra dema ku agahî nayê girtin dibe cihê gumanan, bi taybet gelê Kurd û her kesên ku dilê wan ji bo Azadiya Rêber Apo lê dide xwedî guman in. Ji xwe bêdengiya saziya ‘CPT’ û saziyên hiqûqnas bi serê xwe pirsgirîkek cidî ye, her wiha Desteya Insyatîfa Surî xwest bal bikşîne li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan ya tenduristiyê, lê hîna jî ti agahî jê ne hatiye girtin. Tecrîda girankirî ya ku tê meşandin ku Pergala Îmraliyê, pergalekî wiha ye ku mirov nikare bi hesanî di bin şertên wê li ber xwe bide û jiyana xwe bidomîne. Lê Rêber Apo wiha kiriye ku navenda Îmraliyê bike, navenda zanistî û felsefeya jiyana azad. Ger mirov li gera dîrokê binêre ji destpêka şaristaniyê heyanî şaristaniya kapîtalîst, di serdema hişmendiya destlhilatdariyê de komplo wekî amûrekî bi pêşdebirina desthilatiya xwe hatiya bikaranîn. Cara yekem komplo ji hêla kesên serdest ên moderntiya kapîtalîzm bi rêve dibin, hatiye dîtin ku bi awayekî baş bikaribin pergala xwe bixin di bin misogeriyê de.”
‘Rêber Apo li beramberî sîstema kapîtalîzmê tekoşîneke bê hempa dide meşandin’
Silêman Ehmed diyar kir ji bo azadî û wekheviyê gelê kurd li ber xwe didin û riya komplo didin girtin û wiha got: “Armanca kesên serdest, mêtînger ew e ku civak ji nirxên wê yên kevneşop biyanî bikin û xwe li ser pişta gelan bi vî rêbazî dagir bikin. Bêguman ev bû 23`ê sal in ku Rêber Apo li beramberî sîstema kapîtalîzmê tekoşînekî bê hempa dide meşandin. Têkoşîneke bihtirî 50 salî li dijî vê pergala kapîtalîzmê dide meşandin. Lewma hem hêzên serdest û hem jî dewleta Tirk a dagirker rê nadin Rêber Apo ku hevdîtin bi parêzer û malbetê re pêk were. Ji ber ku dizanin ger hevdîtin çêbibe, bandora Rêber Apo wê li Rojhilata Navîn û giştî Kurdistanê ji bo çareseriya Netewa Demokratîk hîn bi leztir bibe bersiv. Ji ber vê yekê ye fikir û fesefeya Rêber Apo li pêşiya berjewendiyên xwe asteng dibînin. Rêber Apo di got: “Dewlet rê nade yek gotinên min derkeve dervî giravê.” , ev jî tê wateya ku şerê herî dijwar li girava Îmraliyê tê meşandin. Heya roja niha jî Rêber Apo di tecrîdeke sîstematîk re derbas dikin, ev jî hem ji bona cihê ku lê dimîne û hem jî li ser tenduristiya wî xeteriyek dide avakirin.”
‘Hewaya Îmraliyê’
Silêman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “CPT bi xwe jî di qanûna xwe de bi cih kiriye ku rewşa tecrîdê divê ne zêdetirî 14 rojan bê û ger dirêjtir kir wê demê dibe îşkenceyekî sîstemîk. Di heman demê de li ser riya zoomê me bi gelek kesayetên navdar re jî di derbarê Rewşa Rêber Apo ya tenduristiyê gotûbêj kirye, bi xwe jî nerînên ku derketina holê bi vî rengî bû: Eger bi awayekî her demî ev îşkence were meşandin wê li ser rewşa Rêber Apo ya fîzîkî jî xeteriyekî mezin hebe, ev jî bi sedemên hewaya îmralî ye. Ji ber ku hewaya Îmraliyê hewayekî şilî ye ku mirov di nava şiliya deriya yê de dijîn, her wiha ev metirsiyan li ser jiyana însanan dide avakirin, hem jî bi demê re nexweşiyên çerim çêdike û gelek mînakên bi vî awayî. Ji xwe berê jî Rêber Abdullah Ocalan bi nav kiribû: “Hucreya jehrkirina jiyana însanan”. Ji lewra ev jî bi serê xwe pirsgrîkeke ku pêwîst bû heya niha li ser hatibane sekinandin.”
Konferansa Tendirustî
Ehmed da zanîn ku temenê Rêber Apo bûye 75 sal û pîwîste ev tecrîd li ser were rakirin û wiha anî ziman: “Tevî ku gelek bijîşk derbasî Kurdistanê bûn li sere rewşa Rêber Apo nameyên tendirustî nivîsandin, di hemn demê de name ji dewleta Tirk a dagirker re dinvîsandin, lê dewleta Tirk ev mijara nedaye ber çav û di siyaseta xwe ya îşkenceyê de israr dike. Me di van demên dawî de Konferanas ya di derbarê rewşa Rêber Ocalan de li darxist, bê guman di konferansê de nêzî 500 bijîşk amede bûn û gelek nerîn xwe dane pêş. Ji xwe di Konferansa ku me li darxistibû hemû kes û saziyên cuda têde cihê xwe girtin, di heman demê de Heyva Sor ya Kurdî jî cihekî xwe yê teybet di vê Konferansê de girt. Dîse saziya alîkariya girtiyan û Insiyatîfa Surî ya Azadiya Rêber Apo jî cihê xwe girt, di heman demê de însyatîfa parezeran ya hiqûqî jî amede bûn. Ji lewra di Konferansê de nerînên Kûr ji bo rewşa Rêber Apo derketin holê. Di heman wextî de bang ji gelak aliyan hate kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya RêberApo rol bigrin ser xwe û ji nûve mijara zindana li ber çav were derbaskirin ku rewşa girtiyan ji nûve were bi destgirtin.”
‘Têgînin ku em bikar bînin’
Silaêman Ehmed balkişand ser nexandin û biryarên ku di konferansê de hatin dayin û wiha got: “Di Kinferansê de hin rexne li ser hin têgînên ku em di jiyana rijane de bi kar tînin çêbûn, mînek em gotina binçavkirin pir dibêjin, lê bi serê xwe ev gotin şaşe û lazime wekî fêrbûn dinava civakê de çênebe. Gotina rast ew e ku em bibêjin Rêber Apo ji milê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye revandin. Ji lewra konferansa me biryar girt ku li ser van têgînan rawestin, em nebêjin binçavkirin lê em dikarin bêjin revandin. Ji lewra pêwîste em hemû li gorî van biryaran tev bigerin.”
Biryarên ku hatin girtin
Di Konferansê de 7 xalên sereke wekî biryar hatin girtin û ew xal wiha ne:
– Pêwîst e em mijaran bi ser navê wê yê rastiyê bêjin.
– Li ser asta Rêvberiya Xweser kar û xebat bi awayekî her demî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê kirin.
– Dewleta Tirk a dagirker ku li gorî zagon û Hiqûqê navnetewî nêzî mijara Rêber Apo bibe.
– Pêwîst e CPT ji bo azadiya Rêber Apo tevahî zindaniyan kar bidê meşandin û bi awayekî acil biçe serdana îmraliyê, her wiha rewşa Rêber Apo raghîne.
– Pêwîst e CPT her dem raporan di derbarê Rêber Apo de derbixe û ji bona raya giştî raghîne.
– Mafê hêviyê ji hemû zindaniyan re werê dayîn ku nerîna xwe bi awayekî rehet bîne ziman, di heman demê de biryar were girtin ku çi mirovekî ku temenê wî bigihîje 70 salî were berdan, ev xal jî ji bo rewşa Rêber Apo re derbasdare.
– Pêwîst e her kes xwe li gorî rastiya Rêber Apo xwe pêş bixe di çalakiyan de çihê xwe bigre.
‘Azadiya Rêber Apo erka me ye’
Endamê Însiyatîfa Surî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Ehmed di dawiha axaftina wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em wekî Insyatîfa Surî armanca ku me daye pêşiya xwe û pêwîst e bi serbikefe. Em bang dikin ku her kes tevlî qada azadiyê bibe û erkên xwe yên li hemberî Rêber Apo pêk bînin. Çawe ku Rêber Apo di demê xwe de û heya roja îro erka xwe pêk anî pêwîst e em jî azadiya wî wekî erkekî bidin pêşiya xwe.”