Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan di nava qadên navnetewî de dengvedanek daye teysandin. Faşîzma Tirkiyê bi tewanên ji rastiyê dûr tecrîda girankirî feriz dike. Jinên Kurd tekez kirin ku ji bilî felsefeya Rêber Apo ti çareserî ji pirsgirêkên cîhanê re nîne.
Zana Roj/ Şehba
Di dirêjahiya 25 salan ji dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan de, faşîzma AKP û MHP’ê her dixwaze Rêber Apo di nava dîwarên Îmraliyê de bi gelê kurd bide jibîrkirin. Rêber Abdullah Ocalan bi destpêkirina têkoşîna azadiya Kurdistanê re û bi felsefeya azadkirina mirovahiyê ji lepên sîstemên gilobal yên modernîteya kapîtalîzimê, ji cîhanê re da xuyakirin ku ev serdem serdema pêkanîna edaleta mirovahiyê li hember hêzên cîhanî û serdema ku Kurd rabin ser piyan û di doza rizgarkirina Kurdistanê de gavên têkoşîn û serkeftinê bavêjin.
Faşîzma Tikr êdî di wê baweriyê de ye ku felsefya Rêber Apo sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Di ferizkirina tecrîda li ser Rêber Apo de îradeya gelê Kurd û şopkarên vê riyê digire hedef. Careke din bi gotina (cezayên disiplînê) dixwaze tecrîda girankirî ya li ser Rêber di cîhanê de weke ku tune ye nîşan bide.
Bê guman li hember siyaset û pilanên di Îmraliyê û di navnetewî de li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, gelê Kurd li çar aliyê cîhanê bertekên cidî bi riya çalakiyên ku tên kirin dide raber kirin. Jinên Efrînê yên ku cihê xwe di nava xebatên vê şoreşê de digirin Elîf Mihemed û Delal Şêxo li Kantona EFrîn û Şehbayê di vê derbarê de helwestên xwe ji rojnameya me re anîn ziman.
Tevgera Azadiyê Siyaset û pilanên AKP û MHP’ê têk birine
Elîf anî ziman ku wê tu siyaset li hember îradeya gelê Kurd nebin bend û wiha got: “Di mijara girtina Rêber Apo de faşîzim li hember têkbirina vîn û îradeya gelên ku li ser şopa vê xetê meşiyane biser biketa. Di oxira xwebirêxistinkirin, têkoşîn meşandin, felsefe belavkirin û mayîndekirina doza rizgariya Kurdistan di cîhanê de gelek bedelên giranbuha hatin dayîn. Di têkoşîna zêdetirî 50 salî de tevgera azadiyê sîstem û siyaseta faşîzma AKP û MHP’ê bibinxistiye. Faşîzim ji berxwedaniya ku di nava qêrînên zîndanan de hatiye raber kirin û heyanî vê kêliyê bi tu awayî di valaderxistina vê têkoşînê de bi ser neket. Ev têkoşîna bi ked û emeka Rêber Apo hatiye destpêkirin, pilanên dîrokî yên osmaniyên nûjen bibin xist.”
`Pêwêste CPT bi erkê xwe rabe’
Elîf diyar kir ku siyaseta ku tecrîd pê tê meşandin ne ji zagon û pîvanên girtiyên siyasî ye û wiha pê de çû: “Di serdema 21’emîn de binpêkirinên herî ber bi çav ji aliyê hêz û rêxistinên navnetewî yên ku banga demokrasiyê dikin di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de pêk tînin. Di Îmraliyê de tu pîvan û zagonên rêxistinên têkildarî mafê girtiyan bi gelemperî û yên girtiyên siyasî bi taybet pêk nayên, Rêber Ocalan rûxmî ku girtiyekî siyasî ye lê Hikumeta Faşîst bi erkên xwe yên li hember rêbertî ranabe. Bê guman ev yek him ji aliyê CPT û rêxistinên têkildar ve gelek caran hatiye şopandin û dîtin, lê tu parvekirin û daxuyaniyên ku zextê li ser Faşîzma Tirkiyê bê kirin nehat raber kirin. di vê alî de Rêxistina CPT ê cûcdare û divê li hember vê siyasetê û helwestên ku ji gelê Kurd, siyasetmedar, rewşenbîr û dewletên ku ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO rabûne ser piyan raber bikin”.
‘Felsefeya Rêber Apo bûye gerdûnî’
Delal Şêxo jî destnîşan kir ku faşîzma Tirkiyê wê ne bi tecrîd û ne jî di hedefgirtina Gerîlayên Azadiyê di pilanên xwe de bi ser bikeve û wiha got: “Li hember helwestên Gelê Kurd û têkoşîna Azadiya Kurdistan de gelek pilanên dîrokî ji aliyê hêzên Kompiloger û faşîzma Tirkiyê ve hatin orgenîzekirin; lê ev pilan bi tu awayî negihîştin encamên ku wan hêvî dikin. her çiqas ew siyaset li hember gelê Kurd di şexê Rêbertî de hate pêkanîn, ewqas felsefe û îdeolojiyê Rêbertî di nava gel û gelê azadîxwez de hate belav kirin. Bi tewanên derew, bi cezayên disiplînê, bi ferizkirina tecrîdê û nedadgehkirina Rêbertî ev hemû rêbazên têkbirina îradeya Rêbertî û ya gelê Kurd bûn.
Her wiha di berdewamkirina wê siyasetê de êrîşên herî giran li ser Qadên Paeastinê yên Medyayê dane meşandin û heyanî niha jî ev yek bi rêbazên herî wehşî û bi teknîkêm qedexekirî tên domandin. Gelo me dest ji berxwedanî û têkoşîna ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO û ya doza azadiya Kurdistan ber da? Bêguman na.
Ger em di roja îro de dibînin ku çalakvan û azadîxwazên di qadên navnetewî û bi milyonan gelê Kurd di cîhanê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO daketine qadan; ev yek serkeftina Felsefeya Rêber APO di cîhanê de misoger dike, ji ber felsefeya demê ya ku bibe çareserî li hember hemû pirisgirêkên cîhanê û yên mirovahiyê; felsefe û pirojeya Rêbertî ye. Ji lewra em jin û gelê ku bi felsefeya Rêbertî re mezin bûne û hebûna xwe di vê îdeolojiya dibînin, bang li gelên welatparêz, hêz û rêxistinên navnetewî yên mafê girtiyan û mirovahiyê dikin ku li hember dengê milyonan ji kesên azadîxwaz bibin xwedî bersîv û bi erkên xwe rabin.”