Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

 ‘Bi rihê şoreşa Jin Jiyan Azadî wê siyaseta darvekirinê têk biçe’

11/08/2024
in Uncategorized
A A
 ‘Bi rihê şoreşa Jin Jiyan Azadî wê siyaseta darvekirinê têk biçe’
Share on FacebookShare on Twitter

Roj Mehmûd/Qamişlo

Endama Kordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed diyar kir ku rêjîma Îranê li hemberî her kesê ku serê xwe radike, bi taybet li hemberê jinên çalakvan siyaseta darvekirinê dide meşandin.

Rêjîma Îranê bi sedê salana li dijî azadêxwazan polîtîkaya darvekirinê dide meşandin, bi taybet piştî şoreşa Jin Jiyan Azadî, vê rêjîmê bi 100’an jinên çalakvan û azadîxwaz dane darvekirin. Armanca wê ji vê yekê jî têkbirina îradeya jinê ye.

Derrbarê siyaseta darvekirina jinan ya ku rêjîma Îranê dide meşandin, endama kordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed ji rojnameya me re axivî.

Remziya Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Jina kurd bi sedê salane rastî siyaseta tunekirin û qirkirinê hatiye. Ji ber ku Kurdistan welatekî hatiye parçe kirin û dagirkirin, her dagirkerekî siyaseteke taybet li ser jinê dide meşandin, her dem tundî û qirkirin li ser tê meşandin. Ji bilî van siyasetên qirkirin û inkarê jî, civak jî li ser jinê siyaseta inkarê dide meşandin. Li hemberî wê gelek jinan  wdi nava dîrokê de ji bo azadî, wekhevî û mafê xwe têkoşîn dane meşandin. Gelek jin rolên xwe di nav şoreşan de lîstine, ji bo zanista jin, wekhevî û edaleta di nav civakê bê meşandin, xebateke mezin dane meşandin. Her wiha di dîroka  serhildanên ku çêbûne, têkoşîna jinan li ser asta cîhanî tê nasîn, lê ev têkoşîn di rûpelên dîrokê de nehatine nivîsandin. Di 50 salên dawî de, dema Tevgera Azadiyê hat avakirin û ji bo azadiya gelê kurd dest bi xebatekî mezin kir, bi fikir û felsefeya Rêber Apo di vî alî de roleke mezin daye xebatê jinê da ku zanibe çawa xwedî li îrade û dîroka xwe derkeve. Di nava şoreşan de jî, rola jinê pir pêşketî bû û jinê bi rolek xwe ya pêwîst nedilstî, di wan şoreşan de alîkariya wê pir biçûk bû, wek alîkariyên tenduristî ji aliyê jinê ve dihatin pêşkêş kirin.”

‘Dema derketina Tevgera Azadiyê bi hezaran jin tevlî bûn’

Remziya Mihemed anî ziman ku Rêber Apo di felsefeya xwe de rola sereke daye jinê  û wiha got: “Rêber Apo bi felsefeya xwe ya azadiyê hişt ku jin kar bike û bi rola pêşengtiyê rabe. Herwiha di navbera jin û mêr de wekhevî ava kir û hişt ku herdu zayend bi erk birpirsyariyên xwe yên derbarê doza gelê Kurd de rabin. Vê yekê jî hişt ku siyaset û êrişên dewleta Tirk a dagirker vala bên derxistin. Bi avabûna Tevgera Azadiyê bi hezaran jinên kurd tevlî wê bûn û xwe birêxistin kirin. Ji ber ku rola jinê di azadikirina civakê de sereke ye. Her wiha da ku ev civak di  nava ronahiyekê de jiyan bike, azad bibe, pêşerojek jêr bê daîn, têkoşîn pêwêste. Di Tevgera Azadiyê de jinan xebat kirin, têkoşîn kirin, berxwedan kirin, her wiha di şoreşa Rojava de jî pêşegntî kirin û li ser asta cîhanê deng vedan. Li Rojava bi giştî siyaseta azadiya jinê tê meşandin. Li kêleka karê di saziyan de jinê karê xwe yê civakî û malbatê jî dide meşandin.”

Remziya Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Siyaseta Jina kurd gihaştiye ku kare di astên cîhanî de têkiliyên xwe xûrt bikin, di asta hundirîne de jî kare yekîtiyekê di nava civakan de ava bike û di asta Rojhilata Navîn de  Karie vê tecrubê bi wan re parve bike. Kesayeteke weke Jina emînî Karîbû şoreşkê bide avakirin ,tevahî herêmên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê tevlî vê şoreşên bûn, ev têkoşîna jinê wê bikhêje asta serkeftinê, ew zincîra ku deshiladara li ser jinê dabûn ferzkirin hatibû şikandin. Rêjîma Îranê bi biryara kûştinê û darvekirinê dide, rê li ber dan û sitandinê digre, di dawiyê de darvekirinê dide pêşiya gel, ji bo ku gel serê xwe raneke li hemberî vê siyasetê, ji bo ku tenê koletî jêr bike.Em gihiştine sedsalekê ku jin nema koletiyê qebol dike, jin nema deshiladariyê qebûl dike, qirkirina ku li ser tê meşandin nema qebûl dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.