Argêş Gewda/Qamişlo
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina qetlîama hêzên çekdar yên girêdayî hikûmeta Şamê û Dîfael-Wetenî ya li ser gundên kantona Dêrezorê meşek li darxistin.
Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya ku hêzên çekdar yên giredayî hikûmeta Şamê û komên bi navê Dîfa-El Wetenî yên girêdayî Îranê li ser gundên parêzgeha Dêrezorê pêk anîne, meşek li dar xistin.
Girseya gel ji ber Dermanxaneya Deham a taxa Kornîş meşiya, wêneyên şehîdên komkujiyê hilgirtin û pankartên bi nivîsa “QSD îradeya me ye û rûmeta me ye QSD û êl wê çeteyan bişkînin.” Îradeya gelan wê li dijî dijminan bi ser bikeve. Li Qamişlo dirûşmên, “Bijî Berxwedana Serdemê”, “Bijî berxwedana gelan”, “Şehîd Namirin” qêrîyan.
Meşvanan dema gihiştin ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz girtin, piştre li ser navê Meclîsa Rûmet û Eşîrên Ereb Şêx Hesen Tay axivî.
“Tiştê ku dewletên dijminkar ên wek Tirkiye, Îran û şaneya razayî ya di nava Sûriyê de dikin, em dozên civakî ne, beriya ku em Kurd bin, em hemû Sûriyeyî ne. Ereb, Xiristiyan û Êzidî Rêveberiya Xweser karîbû ji Rojhilata Navîn û cîhanê re îsbat bike ku “Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê herêma ewle ye.”
Û wisa doman: “Ew hewl didin şerê eşîretên ereban li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi giştî û bi taybetî bidin destpêkirin. Dixwazin bêjin şerê ereb û kurdan heye, lê ji ber hebûna me bi ser neketin. Ereb-Kurd û Mesîhî bi hevra dijîn û em ti aliyekî ku li ser me desthilatîyê bimeşînin na pejirînin.”
Meş bi qîrîna dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî berxwedana gelan” û “Bijî berxwedana QSD′ê” bi dawî bû






