Diyana Mistefa/ Reqa
bi sedan şêniyên bajarê Reqayê bi meşek girseyî êrîşên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê yên bi navê Hêzên Berevaniya Niştimanî li ser gundên gundewarên rojhilatê Dêra Zorê şermezar kirin, ku di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan
Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê, Saziyên Sivîl, leşkerî, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD), Meclîsa Jinan a Zenûbiya û Kongra Îslama Demokratîk beşdarî meşê bûn, meş ji ber Nexweşxaneya Zarokan dest pê kir heya Qada Jina Azad.
Meş bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir, piştre li ser navê gelê Reqayê Ela Sebxa Şêx Turkî El-Suwan axivî û got:”Rejîma Sûriyê bi piştgirîkirina komên çete yên girêdayî wê û çavdêriya gurkirina şer û birêvebirina şeran li Dêrezorê dest bi kar kir ji bo çêkirina pevçûnan û têkbirina aramiya li heremê.
Bi rêkeftina bi Tirkiyê û hêzên din re ji bo avakirina kaos, bêîstîqrarkirin û têkbirina hewlên ji bo jiyana hevbeş, bi taybetî piştî têkçûna wî ji berî zêdetirî salekê di têkbirina îradeya gelê Dêrezorê û sembolên wê yên civakîye.
Şêx Turkî El-Suwan bal kişand” ser êrîşa hovane ya ku di encamê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ku piraniya wan zarok û jin bûn, û gelek kesên din jî bi giranî birîndar bûn, binpêkirina eşkere ya hiqûqa mirovî ya navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ye israra hikumeta Şamê û piştgirên wê ji bo têkbirina bizavên îstiqrarê û vegerandina ewlehiyê li herêmê bi awayekî eşkere li hember îradeya civaka navdewletî nîşan dide.”
Li ser navê Meclisa Jinan a Zenûbiya ji aliyê Endama Koordînasyona Komeleya Jinan a Zenûbya Buşra El-Mihemed axafî û wiha got: “Nêzîkî salek e û li ber çavê raya giştî, hewlên awayên cuda êrîşên xwe li ser herêmên Bakur-Rojhilatê suriyê berdevam dikin, bi taybetî li gundewarên Kantona Dêrezorê, bi armanca belavkirina nûçeyê di navbera şêniyên herêmê û armanckirina sivîlan bi dijwarî didomînin şermezarkirina tund û gurbûna metirsîdar li deverên rojhilatê Firatê, bi taybetî komkujîya hovane ya ku hikumeta Şamê û hevalbendên wê li gundên El-Dehla û Cedîd Bekara li gundewarê rojhilatê Dêra Zorê pêk anîn .”
Di dawiya axaftina xwe de, Buşra Mihemed destnîşan kir: “Em soza xwe ya xurt a parastina yekitiya Sûriyê, ax û gelan nû dikin û em bang li hemû hêzên netewî û demokratîk dikin ku li hemberî komployan bibin yek û Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin, ji birîndaran re şifay da xêrê dixwazin û berdewamiya têkoşîna me ya aştiyane ji bo Sûriyeke demokratîk, ku mafên hemû pêkhateyan garantî bike û rûmeta hemû welatiyên xwe biparêze tekez dikin.”






