Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êrişên hovane yên li ser rojhilatê Dêrazorê dewam dikin

10/08/2024
in NÛÇE
A A
Êrişên hovane yên li ser rojhilatê Dêrazorê dewam dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Bi armanca têkbirina aramî û ewlehiya herêmê, komên çekdar yên girêdayî hikumeta Şamê di 6’ê Tebaxê de êrişî gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê  kirin û di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn.

Bi armanca têkbirina ewlehiyê herêmê , di şeva 6’ê Tebaxê de komên çekdar yên girêdayî  hikumeta Şamê li dijî 12 bajarok û gundewarên rojhilat ên kantona Dêrazorê êriş pêk anîn, ew bajarok û gund topbaran kirin.

Destpêkirina êrişan

 Di şeva sêşem-çarşemê de komên çekdar yên girêdayî hikumeta Şamê ji baregehên xwe yên li gundewarên Meyadîn, Bûkemal û herêma Eşare bi çekên giran bajarokên gundewarên rojhilat ên kantona Dêrazorê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê topbaran kirin.

Derdora bajarokê Zîban, Şihêl, Teyane, Dernec, Ebû Herdob, Ebû Hemam, Letwa û Xeranîc ên rojhilatê kantonê hatin topbarankirin. Li hember wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tedbîrên xwe girtibûn.

Çavkaniyên xwecih ji herêmên hikumeta Şamê da zanîn ku hemwextî topbaranê, komên girêdayî hêzên hikumeta Şamê ji nuqteyên xwe yên gundên Beqres Foqanî, Beqres Tehtanî, Qoriye û Sibîxan hewl da bi keştiyan bikevin herêmên Rêveberiya Xweser.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihandibû ku di şeva sêşem-çarşemê de di encama topbarana ketober de 2 welatî şehîd bûn û 7 din ji nav wan 2 zarok, birîndar bûn.

Bersivdayîna êrişan

 Li hember wê, hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê hewldana derbasbûnê têk bir û di encamê de di navbera herdu aliyan de şer derket. Şer û êriş li bajarokên Ebrîha û derdora Bisêra, Zîban, Şihêl, Teyane, Ebû Herdob, Ebû Hemam, Letwa û Geranîc bû.

Şer 4 saetan dom kir, piştre QSD’ê hewldan bi temamî têk bir û 8 êrişkerên Dîfa Wetenî kuştin. Ji wan cenazeyên 3 kuştiyan ketin destê QSD’ê. Her wiha 16 jî birîndar bûn û yên din ber bi herêmên xwe ve reviyan.

Danê nîvroj ê komên çekdar yên girêdayî hikumeta Şamê stasyona avê ya El Omer a li rojhilatê taxa Letwa û stasyona avê ya Ebû Hemam a ku avê ji 4 hezar malbatan re peyda dike, topbaran kirin. Di encamê de herdu stasyon ji xizmetê derketin.

Piştî aramiyeke demkî û destpêkirina operasyoneke paqijkirinê û lêgerîna li êrişkaran ji hêla QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve careke din şeva pêncşem û înê Dîfa El Wetenî êriş kir.

Di wê şevê de bajarokê Ebrîha, Sebhe û gundê Dehle yên li rojhilatê Dêrazorê hatin hedefgirtin, di encamê de zirarên madî çêbûn.

Li hember vê topbaranê QSD’ê jêderên topbaranê yên Dîfa El Wetenî hedef girtin.

Komkujiya Cidêdit Begara û Dehle

 Sibeha roja înê komên çekdar yên girêdayî  hêzên hikumeta Şamê û gundê El Bûlêl, Cidêdit Begara û Dehle yên rojavayê çemê Firatê topbaran kirin.

Di wê topbaranê de 2 komkujî li Dehle û Cidêdit Begara pêk hatin. Di encamê de 11 sivîl şehîd bûn û 5 din birîndar bûn.

Di merasîma veşartina şehîdan de jî hêzên hikumeta Şamê goristana Dehle topbaran kir. Di encamê de şênî neçar man ku bi awayekî lezgîn şehîdan veşêrin.

Hîn jî qedexeya çûn û hatinê ya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê pêk ragihandibû didome. Hemwextî wê QSD’ê xebatên şopandin, lêgerîn û lêpirsînê li herêmê didomîne.

Bîlançoya êriş û topbarana hêzên hikumeta Şamê û Dîfa El Wetenî li dijî gundewarê Dêrazorê di 72 saetên borî de wiha ye: 13 sivîl şehîd bûn, ji wan zarok hene. 12 jî birîndar bûn. 2 stasyonên avê ji xizmetê derketin û zirarekî madî bi mal û milkên welatiyan bû

.Navên şehîd û birîndaran

 Li gorî belgeyên nexweşxaneyan û li gorî dema şehîdbûna wan, navên şehîdan wiha ne:

Îmad Celal El Hetab, Heysem Yûsif Îd, Îsmaîl El Ebûd (12), Nadye Xidir El Mihemed (18), Hind Ferhan El Ebûd (30), Aye Îsmaîl El Ebûd (8), Nadîn Tilêc El Ubêd (22), Yas Yasîn El Zeir (37), Mariya Yasîn El Zeir (12), Selwa Yasir El Zeir (5), Rexed Mihemed El Zixîr (22), Şam Beşar El Zixîr (4 meh) û Îlaf Beşar El Zixîr (salek û nîv).

Navên birîndaran jî wiha ne:

Emar El Yasir (17), Ehmed El Xelîl El Mihemed (9), Elî Hesen El Damin (12), Melek Ebûd El Husên (25), Sûriye El Ebûd (50), Fehid Îsmaîl El Ebûd (15) û Melek Îsmaîl El Ebûd (6).

Di aliyên civakî û siyasî de eşîr û gel bertekên xwe yên şermezarkirinê nîşan dan, bi taybet eşîrên Ereb ên gundewarê Dêrazorê.

Helwesta gel û êlên Dêrazorê li hemberî êrişan

 Meclisa Eşîrên El Bûkemal bi daxuyaniyekê  êrişên komên çekdar yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê li ser herêmê şermezar kirin û  armanc ji van êrişan têkbirina îstîqrariyê û xurtkirina çalakiyên DAIŞˊê ye. Herwiha Meclisa Eşîrên El Bûkemal da zanîn ku ew amade bi QSDˊê re parastina herêmê bikin. Meclisê di daxuyaniya xwe de got armanca ji van êrişan derxistina fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de û qelskirina destkeftiyan e, her wiha bang li tevahî xelkê herêmê hat kirin ku bi QSDˊê re hevgirtî bin ku ewlehî û îstîqrarê biparêzin.

Li aliyekî din rûspiyên êla Igêdat jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew li kêlek QSDˊê ne û QSDˊê ji bo rizgarkirina herêmê  ji terorê hêza yekane bû û berdêlên mezin dan. Herwiha rûspiyên dan xuyakirin ku sebra wan  neceribînin, ew û QSDˊê yekîneyeke hevgirtî ne.

Gelên gund û bajarokên rojhilatê Kantona Dêrazorê li dijî êrişên hovane yên komên girêdayî hikumeta şamê û hêzên bi ser wê ve daketin qwadan û êriş şermezar kirin. Herwiha dan xuyakirin ku ew ê hertdem li kêleka QSD’ê xaka xwe ji her êrişkê biparêz in.

Hjayî bibîrxistinê ye ku gelek caran komên girêdayî hikumeta Şamê ji bo têkbirina armî û ewlehiya herêmê êrişî gundewarên rojhilatê Dêrazorê kirine, lê her car bi berxwedaniya QSD’ê û hevgirtina gelên herêmê planên êrişkaran têk diçin

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.