Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di 8 mehan de li Îranê 345 kes hatne darvekirin

10/08/2024
in NÛÇE
A A
Di 8 mehan de li Îranê 345 kes hatne darvekirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ofîsa Komîseriya Bilind, der barê darvekirinên li Îranê agahî parve kirin. Komîseriya Bilind destnîşan kir ku di Tîrmehê de 38 kes li Îranê hatine darvekirin û got: “Hejmara kesên ku îsal hatine darvekirin gihîştiye 345 kesan. 15 kes ji wan jin in.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY), ji destpêka sala 2024’an û vir ve nêviyê darvekirin ku hatine kirin ji ber sûcên hişbirinê ne. Berdevka Komîseriya Mafên Mirovan a NY’ê Lîz Throssell li Cenevreyê daxuyanî da û got: “Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê Volker Turk ji van raporan gelekî bi fikar e. Ev hejmara darvekirinê ya ku di demek kin de pêk hatiye mirovan dixe nava fikaran.”

Berdevkê Komîseriyê ev tiş anî ziman: ”Pêkanîna darvekirinên derveyî kuştinên qestî ne li gorî pîvanên mafên mirovan ên navnetewî ye.”

Throssell destnîşan kir ku Ofîsa Komîseriya Bilind jî ji ber “nebûna pêvajoyek dadmend û darizandinên adil” bi fikar e û got: “Di gelek bûyeran de, bêyî ku malbat an parêzerê girtiyan agahdar bikin gelek îdam pêk hatin.”

NY’ê gelek caran bang li Îranê kir ku bi cezayê îdamê rake û darvekirinan rawestîne. Çalakvanên mafên mirovan bertek nîşanî bikaranîna cezayê darvekirinê ji aliyê Îranê ve weke amûreke tirsandinê li dijî serhildana Jin Jiyan Azadî tê bikaranîn, dan.

Di nava hefteyê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHR) ku navenda wê li Norwêçê ye diyar kir ku di 7’ê Tebaxê de li Kerec a nêzî Tehranê 26 kes bi awayekî komî hatine darvekirin û di heman rojê de 3 kes jî li girtîgehên din ên heman bajarî hatine darvekirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.