Argêş Gewda/Qamişlo
Rojnamevan û şoreşger Denîz Firat di sala 1984’an de, li bajarê Wanê navçeya Çaldiranê gundê Xecê Xatûn dayik dibe, dîroka 1998’an de ji ber zext û zordariya dewleta Tirk koçberî wargeha Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê dibin. Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Wargehê de dema ku wek rojnamevan rastî dişopand şehîd bû.
Derbarê Kurtejîyana Denîz Firat de Xwuşka wê û endamê Ragihandina Azad Berîtan Irna rojnemeya mera axifî, naverok wisa bû:
Heval Denîz Firat li malê jî jineke jîr bû
Di derbarê salvegera şahadeta 10’mîn ya rojnamevan û şoreşger Denîz Firat de xwuşka wî Berîtan Irna derheqê kurtejîyana Denîz Firat de wiha anî ser ziman ‘Denîz Firat bi navê din Methiye Yildiztan sala 1984’an de li Bakurê Kurdistanê bajarê Wanê navçeya Çaldiranê dayik dibe. Babê min Malbat ji ber zexta dewleta Tirk ya dagirker di
sala 1990’ de destpekê derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Ji ber ku babê min milîs bû, dewleta Îrane jî hewilda hevkarîyê nav malbatê pêş bixe. Malbatê ev kiryar ne pejirand, piştî çend salan li mayina Rojhilatê Kurdistanê derbasî çîyayên Kurdistanê wargehên gerîla dimînin. Sala 1992’ de bi derketina şerê xiyanetê navbera gerîlayên Tevgera Azadî û pêşmergeyên PDK‘ê de malbat neçare çîyan derbikeve. Heya di sala 1998’an li gundê Başûrê Kurdistanê dimînin. Heman salê derbasî wargeha Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûr bûn. Ber wê sedemê naskirina Denîz û hezkirina wê Gerîla re çê dibe. Methîye bi navê Şoreşgerî Denîz Firat malbatê da zarokê 6’mîn bû. Zarokek pir jîr û tevger bû. Ji ber xiyaneta PDK babê min radestî dewleta Tirk hat kirin û jiber ti agahî babêmin ne hate girtin rêxistinê wek şehîd ragihand. Ji ber wê 3 xwuşkêmin bi temenê ciwan tevlî nava Tevgera Azadîyê bûn. Navê wan Binewş, Sarya û Denîz bûn.’
Heval Denîz Rojnamevanî wek şoreşgertî digirt dest
Berîtan bal kişand ser xebatê Şehîd Denîz Firat yê ragihandinê û wisa domand ‘Dema ku êrîş ser wargehê hatiye kirin ez ne Mexmur bûm. Jiber wê ez nebum şahidên wan kêlîyan. Denîz Firat wek jinekê şoreşger ti cara kar û xebatê şoreşê gav paş de ne avêt. Kar û xebatê wê yê rojnamegerîyê ji bona malbat û jin û ciwanên Kurdistanê bû nexşerêyek. Ji ber ev xwasteka Denîz Firat bû, em wek malbat û xwuşkên wê kar û xebatê ragihandinê da cih girt. Kesayeta Denîz Firat karê ragihandinê zû fêr bû û xwe zû pêş xist. Ev ji bona me jî bu mînak. Rûxmê ku qet ne çubu dibistanê jî, wek rojnamevanekî salan kar dikir. Jiber ku dibistanên pergalê hez ne dikir. Di kar û xebatên ragihandinê da erken cûda yê rêveberîyê da jî cih girt. Armanca wê danasîna rastîya bû. Pêşxistina ragihandina azad bû. Jiber wê jî aliyê çeteyên DAIŞ’ê hat armanc girtin.’
Malbat hertim hêvîya dîtina wan bû, jiber temen piçûk bûn
Berîtan bibîrxist ku şahadeta Denîz Firat ser malbatê bandor kir û wisa got ‘Berxwedanîya Wargeha Şehîd Rustem Cudî ya Mexmurê di dîroka 6’ê meha Tebaxa 2014’an de alîyê çeteyên DAIŞ’ê êrîş destpê kir 3 rojan berdewam kir. Gelê Wargehê û Gerîlayê Tevgera Azadîyê wir berxwedanî pêş xistin. Sazîya ragihandinê ya HPG BÎM jî dema êrîş pêk hatiye endamê xwe yê ragihandinê ji bona şopandina rastiyan şandin wargehê. Yek jî wan rojnameger Denîz Firat bû. Malbatê hevî nedikir rojekê em Denîz Firat bibînin. Jixwe her 2’ê xwuşkên dîjî me nedîtin. Ji ber bi demên cûda de gehiştin asta şahadetê. Heval Denîz ti kesê hevî nedikir ku dê wê êrîşê da şehîd bikeve, ji ber ku pir şahadet ne hatin dayîn, çeteyên DAIŞ’ê zede nekarîn berxwe bidin. Lê Denîz Firat dema ku hewildida rastîya bi şopîne bi şewazek hovane armanc hat girtin û mohra xwe dîrokê xist.’
Denîz Firat mînaka jina azad ya rojnamevan e
Berîtan got êmê her tim wek hem pîşe û malbata wê ser şopa Denîz Firat ya rastîyê bimeşin û axiftina xwe wisa dawî kir ‘Salvegera şahadeta Denîz Firat ya 10’mîn de em dîsa bibîrtinîn û bejna xwe ber wê ditewînin. Emê wek malbat û jinekê endamê Ragihandina Azad jî şopa Denîz Firatan bi şopînin û gav jî paş de na avêjin. Dengê Denîz Firat yê rastîyê emê hîn bilintir bikin






