Amara Baran Qamişlo
Rojnemevan Argêş Şengalî diyar kir hikumeta Iraqê bi biryara girtina partiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê, dixwaze di warê siyasî de civaka Êzidî lawaz bike, lê bi berxwedana gelê Şengalê wê planên wan bên pûçkirin.
Di 6’ê Tebaxê de, Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê, girtina 3 partiyên siyasî yên li Iraq û Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand. Li gorî daxuyaniyê, Dadweriya Iraqê biryar daye Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê were girtin. Li gorî biryara dadweriyê, wê baregehên her 3 partiyan werin girtin, dest danin ser mal û milkên darayî yên partiyan.
Di derbarê biryara girtina Tevgera Azadî, Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan, Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê Rojnemevan Argêş Şengalî ji rojnameya me re axivî
‘PADÊ di nav hewilanan de bû ku bibe dengê siyasî ê civakê’
Argêş Şengalî di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ev her 3’ê partî bi salên dûr û dirêj di nava kar û xebatan de ne û her tim ji bo lêgerîna heqîqetê kar dikin. Ji wan partiyan jî partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) bi salan e hewil dide ku bibe dengê siyasî yê civaka Êzidî, ger em behsa tekoşîna PADÊ ya di nava van salan de bikin, ew ji sala 2004’an ve dema ku tevgereke piçûk bû, tevî zext û zorên PDK’ê jî di nava kar û xebatan debûn, gelek caran ji aliyê PDK’ê û dewelta Iraqê ve hewildana girtina wê hate dayên, lê ew plana wan ji aliye civaka Êzidî ve dihat pûçkirin û vala derxisitn. Herwiha di dema fermana sala 2014’an bi rêya Tevda gelek ciwanên Êzidî xwe li wir kom kirin û bi dehan ciwan hatin perewerdekirin, di dema fermanê de ew ciwan ji bo fermanê bûn bersiv.”
Hikumeta Iraqê nehişt PADÊ cihê xwe di parlemento û encûmena parazgeha Mûsûlê de bigre
Argêş di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî fermana sala 2014’an, di wan şert û mercên giran de tevgera Tevda veguhrandin partiyek siyasî û navê PADÊ lê hate kirin. Di nava van salan de PADÊ bi dehan kongirê xwe çêkirine û gelek Hevserokên wê hate guhertin û mekteba wê ya siyasî ji bo awayek adil di hatin destnîşan kirin, herwiha 3 dewereyan tevlî hilbijartinan bûye , di nava wan hilbijartinan de jî gelek fen û fût li ser partiya PADÊ hatine meşandin û ne hiştin ku ew di perlementoya Iraqê û ne jî di encûmena parêzgeha Mosilê de cih bigirin.”
Rojnemevan Argêş Şengalî axaftina xwe wiha qedand: “Bertekên gel li hemberî kiriyarên Artêşa Iraqê ji sala 2019’an ve ne ji rêzê ne, ji ber ku ji sala 2014’an Iraq di nava hewildanên tunekirina civaka Êzidî de ye, gelek caran hewil dan ku hêza civaka Êzidî û siyasî û rêxistinî lawaz bike, bi amadebûna dewleta Tirk , PDK û NY peymana 9’ê Cotmehê li ser civaka Êzidî dane ferz kirin û xwestin carake din civaka Êzidî vegerînin rewşa wê ya beriya ferman sala 2014’an û careka din bikeve bin desthildariya PDK’ê de, ev yek bi berxwedaniya gelê Şengalê hate pûçkirin, lê Iraq careka din bi israr bû ku civaka Êzidî bê parastin bihêle, di gulana sala 2020’an de artêşa Iraqê vê carê bi leşkerî mudaxila Şengalê kir û xwest Asyîşa Êzîdxanê bê çek bike, careka din rastî helwest û berxwedana gel û Şervanên Êzîdxanê hat û ew yek jî hate pûçkirin. Êdî dewletê nema dikariya di warê leşkerî de û ne jî di warê civakî de civaka Êzidî tune bike, vê carê bi biriyara dewelta Tirk di xwazin di warê siyasî de civakê zeyîf bikin, lê helbet wê di vir de jî bibin bikevin.”







