Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehbayê Biryara hilweşandina sê partiyên Siyasî yên li Şengalê hat şermezarkirin

07/08/2024
in NÛÇE
A A
Li Şehbayê Biryara hilweşandina sê partiyên Siyasî yên li Şengalê hat şermezarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê biryara Desteya Dadwerî ya Bilind li Iraqê ya hilweşandina sê partiyên siyasî yên Şengalê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Vîndar Roj/ Şehba

Di rêzepilanên nû yên di navbera hêzên faşîst yên ku  li ser gelê kurd têne orgenîzekirin, herî dawiyê ji li ser Şengalê biryara dadwerî ya bilind  li Îraqê ya hilweşandina sê partiyên siyasî ketiye rojevê. Li hemberî vê biryarê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê bi hemû destgehên xwe, Partî û Rêxistinan daxuyaniyek şermezarkirinê ji raya giştî re pêşkêş kirin. Daxuyanî li Kampa Serdem bi her du zimanên Erebî û Kurdî hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hikumeta Iraqê berdewam e li înkarkirina xwîna bi deh hezaran şehîdan ku ji bo Îraqeke demokratîk, cihêreng, bi îradeya azad û ji bo hemû Îraqiyên ji hemû netew, ol û baweriyan ,xwe feda kirin. Lê mixabin her kes qada siyasî ya Iraqê  dişopȋne, bi taybetî peywendiyên Iraq û Tirkiyê û bandora wan a neyȋnî li ser navxweyȋya Iraqê, li ser hesabê demokrasiyê, mafên neteweyan û komkirina Îraqiyan bi hemû baweriyên xwe.”Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku faşîzim ji bo tolê ji Tevgera Azadiyê hilîne siyasetên nû pêş dixîne û wiha hate gotin: “Komîsyona Dadwerî ya bilind  bi hinceta girêdana wȋ bi Partiya Karkerên Kurdistanê 3 partiyên siyasî: Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan, Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk û Partiya Civaka Kurdistanê ((tevgera  Azadî)) biryara hilweşandina sê partiyên siyasî da.

Ev biryar hevdem bȗ bi salvegera dehemȋn a kumkujiya şengalê ya ji aliyê rêxistina terorȋst a DAIŞ’ê ve li dijȋ êzIdiyan ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye orgenȋzkirin ȗ destekirin ku tola lehengên Partiya Karkerên Kurdistanê gerȋla ku bi qehremanȋ rȗbirȗ rêxistina terorȋst a DAÎŞ’ê şȗndixist; hilȋne. cihê ku hêzên pêşmerge ((PDK)) ji Şengalê vekişiyan ȗ êzȋdiyan ji çarenȗsa xwe re hȋşt. Ev gaveke herȋ kêm weke xiyaneta ki kurdan ȗ êzȋdiyan tê bi navkirin.”

Bêdengiya li hemberî Tirkiyê, rêvekirina li hemberî dagirkeriyê ye

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate ser ziman: “Pêşveçȗnên di peywendiyên Îraq ȗ Tirkiyê de jȋ li ser hesabê serweriya niştimanȋ ya Îraqê tê ,bi bêdengiya li hember deswerdana artêşa tirkiyê li Îraqê ȗ avakirina bi dehan baregehan ku rê li ber cȋbicȋkirina peymana mȋllȋ ya ku dewleta Tirkiyê dixwaze veke. Ji bo dagirkirina Kerkûk û Mûsilê ȗ yekȋtiya dewleta Îraqê bixwe metirsiyê.

Bi rêzgirtina rêgezên hiqûq a navneteweyî ku pêşniyara diyaloga navbera welatan û rêzgirtina li serweriya neteweyî dike, têkiliyên niha yên Iraqȋ-Tirkiyê li ser van bingehan nayên nirxandin; mafên avê û hewldanek ji bo bêparkirina iraqîyan ji wan.

Her wiha eşkerekirina şantajên dewleta ȋraqê ȗ radestkirina rêveberiya  Iraqê ȗ teslȋmkirina ȋradeya ȋraqiyan ji dewleta Tirk a dagirker re li ser hesabê pirsgirêka kurd ȗ êzȋdiyan ne . ȗ civaka ȋraqȋ li ber çavan ber bi perçebȗnê ve radixe ȗ partiyên siyasȋ yên ku tên pilankirin ,dewlemendiya jiyana siyasȋ ȗ ronȋkirina rastiya civakȋ ya dȋrokȋ ya Îraqê ȗ veguhestina wê li dewleteke neteweyȋ temsȋl dike.”

Divê biryar ji aliyê Îraqê ve bê betal kirin

Di dawiya daxuyaniyê de biryara hilweşandina sê partiyên siyasî hate şermezar kirin û wiha gotin: “Em li  kantona Efrȋn ȗ Şehbayê bi hemû sazî, partî û dezgehên civaka sivîl, biryara Desteya Dadwerî  li Iraqê ya hilweşandina sê partiyên siyasî şermezar dikin, û em vê yekê weke biryareke siyasî ya ku Tirkiyê dilxweş dike, dibînin.

Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku biryarê betal bike, rêzê li mafên kurdan, êzîdiyan û hemû pêkhateyan bigire û Iraq bike ji bo hemû Iraqiyan. Her wiha em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li hikûmeta Iraqê bikin ku biryarê betal bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.