Monday, June 16, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Siyasta Îranê ya li dijî  Jinan siyaseta qirkirin û pişaftinê ye’

07/08/2024
in Uncategorized
A A
‘Siyasta Îranê ya li dijî  Jinan siyaseta qirkirin û pişaftinê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan ya Kantona Cizîrê Evîn Cuma bang li hemû rêxistinên navneteweyî û tevahî saziyên mafên mirovan kir ku li dijî cezayê darvekirina Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye birîn, dengê xwe bilind bikin.

Desthilata Îranê xwepêşandanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku piştî jina Kurd a Îranî Jîna Emînî di Îlona 2022’an de dema di binçava Polîsê Exlaqê de bû û di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran xwepêşandêr hatin girtin, di cîhanê de Îran dewleta herî ku cezayê darvekirinê pêk tîne.

Rêxistina Mafên Mirov a Îranê di daxuyaniyek de ragihand, ji roja 18’ê Tîrmehê ve rejîma Îranê li seranserî girtîgehên Îranê 27 kesan bidarvekiriye. Kesên ku hatine bidarvekirin Piraniya yên wan Kurdin û di nava de 4 jî jin in. Di heman demê de Rêxistinên mafê mirovan eşkere kir ku ji serê salê ve jî 293 kes li bajar û navçeyên cûda yên Îranê hatine bidarvekirin û piraniya wan jî Kurdin.

Derbarê siyaseta desthilata Îranê ya darvekirinê Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan ya Kantona Cizîrê Evîn Cuma ji Rojnameya me axivî.

Evîn Cuma di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bêguman rêjîma  Îranê di dîroka xwe ya demdirêj de heya roja me ya îro siyaseta xwe ya darvekirinê bi her şêweyî li hemberî çalekvanan dewam dike. Ji xwe tê zanîn pergala rêjîma desthilatdar ya Îranê li ser bingeha tunekirina jinê hatiye avakirin, ew bi zihniyeta zilamê serdest zagonan didine avakirin. Di heman demê de jî di vê hefteyê de jimareke mirovan hatin bi darvekirin û mehkûmî mirinê hatin kirin. Di roja me de jî gelek mînakên ber bi çav hene ku Jîna Emînî dixwest bi nasname Jintiyê û di heman demê de bi cil û bergên xwe yên resen xwe bidê pêş, lê ev bû sedem ku rêjîma Îranê ji bona domadina pergala xwe xeteriyek mezin bibîne. Ev binpêkirin bi temamî socekî li dijî mirovahiyê ye, her wiha nabe ku kes helwesta xwe nîşan nede.”

Pergala Îranê Ya darvekirinê

Evîn di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser biryara darvekirina çalekvanên kurd Bexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û wiha got: “Ger em li dîroka mirovahiyê bi renegekî rast meyze bikin, rêjîma Îranê ya destheledar bi darvekirina mirovan bi tenê ji bona fikirê wan bûn, çi mirovekî ku piştevaniya fikirê xwe dikir ji hêla pergalê ve dihate darvekirin. Di vê dema dawî de çalekvana kurd Bexşan Ezîzî û Şerîfa Muhemedî bi awayekî tund nerazîbûna xwe li hemberî pergala mêr dane nîşandan, li dijî wan biryara cezayê darvekirinê li ser wan hatiye birîn û bi mirinê re rû bi rû mane. Li Rojhilatê Kurdistan û li Îranê bi taybet çi kesekî rabe ji bona mafê xwe dengê xwe bilind bike, têne bin çavkirin û cezayên herî giran di derbarê wan de têne dayîn. Ne tenê bi vî awayî sîstema işkencê gelek xwort kirine. Ji lewra siyasta ku dewleta Îranê ya di derbarê Jinê de digre bi temamî siyaseta tunekirin û inkarê ye.”

‘Banga me ji hemî Rêxistinan’

Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan ya Kantona Cizîrê Evîn Cuma di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bang li rêxistinên navneteweyî û tevahî saziyên mafên mirovan dikin ku cezayê darvekirinê yê li çalakvan Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn, demildest were rawestandin. Her wiha banga ji tevahî jinan re ew e ku li hemberî cezayên darvekirinê helwesta xwe nîşan bidin û daxwaza maf û azadiya xwe bikin.”

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin
CIVAK Û JIYAN

Bawernameyên dawiya sala xwendinê hatin belavkirin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.