Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dijminatiya Dewleta Turkiyê Bi Kurdan re

13/08/2018
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dijminatiya Dewleta Turkiyê Bi Kurdan re
Share on FacebookShare on Twitter

Di hember hebûna Kurdan de dijminatiya dewleta Turkiyê tê zanîn. Ev ne mijareke nû ye ku meriv li ser biaxive. Lê bibîranîn hin bûyeran ji bo hişmendiyê pêdiviyeke mezin e. Xwenasîn û kesayetiya dijmin girîng e.
Di 30.11.2005 de konferanseke bi navê “Rewşa Kultûrî ya Kurdan” li Parîsê hatibû amadekirin. Mazûlvaniya vê civînê ji aliyê rayedarên Komîteya Zanistî, Kultûr û Perwerdê ya Konseya Ewropa dibû. Berpirsiyarê Enstituyên Kurdî ya Brukselê, ji Enstituya Kurdî ya Parîsê K. Nezan, berpirsiyarê hikûmeta herêmî ya Başûr Seywan Barzanî, ji Projeya Mafên Merovan li London Kerîm Yildiz, nivîskarê Kurd M. Uzun, ji Weqfa Azadiyan ya Parîsê Suheyla Gaderî-Mamelî, berpirsiyarê MED Tv ku weşana wê hatibû rawestandin Hikmet Tabak, berpirsiyarê Nvand jiAlmanya Metin Incesu hatibûn vexwendin ku bîr û baweriyên xwe bêjin. Parêzerekî bi navê Mark Müller jî bo vê mijarê di çarçeweya hiqûqî de biaxive hatibû vexwendin. Armanc ew bû ku ev mijar di çarçeweya mafên merovan de, li dezgeheke Ewropî were nîqaşkirin.
Lê dijminê hebûna Kurdan ranaze. Endamên Parlementerên Dewleta Turkiyê pênc roj berî vê civînê li Bukreş, paytextê Romanya beşdarî civîna Meclîsa Parlementerên Hevbeş ya Konseya Ewropa dibin. Li wira mijara vê civîna li ser rewşa Kultûrî ya Kurdan jî dikin rojevê. Daxwaza wan ew e ku ev civîn neyê pêkanîn. Sedem jî temamiya kesên hatine vexwendin “sempatîzanên rêxistina terorê ne.” Ji xeynî du parlementerên ji Frensa temamiya endamên din ev pêşniyar pejirandin. Û bi vî awayî ev konfenas pêk nehat. Lê biryara ji nuh de li ser pêkanîna civînek din ku kesayetiyên din werin vexwendin hat stendin. Bi pirraniya heman kesan ve û bi heman saziyan re civînek din di demek din de hate amade kirin. Lê bêdengiyek giran ji bo vê civînê di nava dezgeha Ewropa de xuya dikir. Ti encamên erênî jî ji aliyê Komîteya Zanistî, Kultûr û Perwerdê ya Konseya Ewropa di demên paş re nehat xuyakirin.
Di civîna din de ku pêk hat li ser navê Enstituya Kurdî ya Bruksele Hugo Van Rompaey hate vexwendin. Hugo Van Rompaey, namzedê doktorayê di zanîngeha Katolîk ya Leuven de, li ser mijara zimanê Kurdî axaftineke balkêş pêşkêş kir. Siyasetmedar û zanistê pirsgirêka Kurdî, giranî da ser mijara dîrok û zenginiya zimanê kurdî, ku dewleta Turk bi siyaseta xwe ya dijminatiya hebûna Kurd xetereke mezin dike. Divê ev xeter ne bes ji bo Kurdan, lê ji bo temamiya merovahiyê li cîhanê were pejirandin. Û li wira, di dezgeha Komîteya Zanistî, Kultûr û Perwerdê ya Konseya Ewropa de Hugo Van Rompaey weha dibêje: Mafê ti hêzî nîne ku Kurdan ji bo bikaranîn û jiyana zimanê dayikê mahrûm bike. Mafê Kurdan heye ku bi zimanê xwe bijîn, perwerdê bibînin û civaka xwe ava bikin. Her kî ku astengiyê dike peş wan û her kî ku ji bo van astengiyan heşkere yan bi dizî alîkar e, tewanbar e. Ewê dîrok van kesan, van hêzan efû neke. Bi heman navî, ango “Mafê Kurdan ji bo bikaranîna zimanê dayikê heye.” Pirtûka wî jî ji aliyê Enstituya Kurdî ya Brukselê hat weşandin. Ev pirtûk ba awayekî zanistî hatiye nivîsîn, bi zimanê Ingilîzî ye.
Mînakên bi vî rengî pirr in û divê werin zanîn. Eger em dîroka xwe baş nizanibin û kiryarên dijminê hebûna xwe nas nekin di hişmendiyê de lawaz dibin. Lawazbûna hişmendiya me jî sersebeba bindestiya me ye. Divê em dîroka xwe nas bikin û ji bîr nekin.

Derwêş M. FERHO

Post Views: 47
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.