Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ŞEFÊ JITEM’A BAŞÛRÊ KURDISTAN’Ê; MESUD BERZANÎ

07/08/2024
in Uncategorized
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Cîger Dilşad

Li çar perçeyên Kurdistan’ê beşek ji Kurdên ku derbarê dîroka MESUD BERZANÎ de zêde agahîya wan tune ye, bi awayekî mafdar ji sekna MESUD BERZANÎ şaşwaz bûne.  Lê yên ku dizanin ka vê malbatê çi kirî û çawa xwe gihandî roja îro, şaşwaz nabin.

Rêber APO her hewl da ku MESUD BERZANÎ ji rewşa tê de derxîne û wî ji xizmetkirina neyarên Kurdan dûrbixe. Heta tevî ku maf nekirî jî, jê re pêşniyar kir ku bibe hevserokê Kongra Newtewî. Rêbaza Rêber APO ew e ku, xayînan, kom û kesên di xizmeta neyaran de ne bi awayekî  wan têxe xizmeta têkoşîna gel. Yên ku piçek rûmet bi wan re ma bû, dev ji wan karên xwe yên qirêj berdan. Lê yên mîna MESUD BERZANÎ qet rojekê jî dev ji xizmetkirina efendîyên xwe bernedan. Çima?

Di serî de vê bêjim; MALBATA BERZANÎ ji destpêkê de wekî malbateke ji her hêlê ve bi neyar ve girêdayî bi destê sîyasetmedarên Îngilîz derketin ser dika sîyaseta Kurdistan’ê.  Divê hemû Kurd û di serî de jî xelkê me yê li başûr û bi taybetî jî xelkê me yê li herema Soran qet ji bîr nekin ku,  heger Ehmet BERZANÎ îxanet li Mahmud BERZENCÎ nekira, wê keyîtîya Mahmud BERZENCÎ hilneweşîya û Kurdistan di dest pêka salên 1920’an de bihata saz kirin. Tam di heyama ku Îngilîz di şerê li dijî Şêx Mahmud de bêçare bûbûn de, Ehmed BERZANÎ îxanet li Şêx Mahmud kir û derbasî hêla Îngilîzan bû. Ji wê demê ve êdî bi temamî MABATA  BERZANÎ bû şebekeyeke çeteyan di destê Îngiltere de.

MESUD BERZANÎ bi kiryarên xwe yên li gorî berjewendîyên dewleta Tirk ya dagirker û qirker  bûye ŞEFÊ  JÎTEM’a başûr. Li bakur Ehmed Cem ERSEFER YÊ  JÎTEM’Î çi dikir, îro MESUD BERZANÎ li başûr heman tiştî  dike. rojnamevanan direvîne, dijberên sîyaseta MALBATA BERZANÎ dikuje, dizî û talanê dike, zagon li holê nehiştîye û li dijî Tevgera Azadîyê şer dike lê li kiryarên xwe yên dijminane xwedî dernakeve. Heman mîna ŞEFÊ JÎTEM’ê bi awayekî nemerdane û dervayî axlaqê civakî namûsa xwe pêşkêşî serbazên Tirk û dewleta Tirk dike.

Ji xwe gava mirov dîroka MALBATA BERZANÎ tîne berçavan dibîne ku ji destpêka derketina ser dika dîrokê , ti têkilîya wan bi Kurd û Kurdistan’ê re tune ye. bi pereyan li gorî berjewendîyên efendîyên xwe tevgerîyan e.  Lê ji dîroka serdestên Tirkan em baş dizanin ku, gava karê MESUD BERZANÎ qedîya, dewleta Tirk kêlîyekê jî wan nade jîyan kirin. Me di pêvajoya referandûma sala 2017’an de ew yeka pir vekirî dît.

Ji lewra peyva  “xayîn” tam rewşa MALBATA BERZANΠ bi wate nake. Şebekeyeke çeteyan e ku li ser xwîna keç û xortên Kurdan û li ser siberoja Kurdan xwe dide jîyan kirin e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.