Nameya Werîşe Murdaî ji Girtîgeha Êvîn’ê – Beşa Jinan
Biryarên ne dad perwerane yên îdamkirina çalakvanên jin (Şerîfe Mihemmedî û Pexşan Ezîzî) di navbera kêmtir ji mehekê de, îqrara Komara Îslamî ye li ser bêkêrhatî û bêçarebûna wê ya siyasî. Îdîaya ku dewleta nû bi hêz e, avakirina tirs û xofê û zêdekirina serkutê di ber şoreşa ‘’Jin Jiyan Azadî’’ de, ji xeyaleke pûç wêdetir netişteke. Di vê çarçoveyê de ez jî bi sûcê jin bûn, kurd bûn û lêgerîna jiyana azad, bi “bexî” (serhildan û bikaranîna sîlah li dijî îslamê) hatim tawanbarkirin. Niha jî piştî derbasbûna salekê ji girtina demkî, ez benda lidarxistina rûniştina duyemîn a dadgehê me, di şaxa 15emîn a Dadgeha Şoreşê ya Îslamî de bi serokatiya dadwer Selewatî di 4 ê Tebaxê de. Herçend ez dizanim ku beşdarnekirina di dadgehê de dibe ku wek nexwestina parastina xwe bê şîrovekirin, lê belê wek nîşaneya nerazîbûna li hember biryara îdamê ji bo hevalên min Şerîfe Mihemmedî û Pexşan Ezîzî, ez ê neçim dadgehê û ez vê dadgehê ku biryareke dadmend tê de nayê derxistin, nas nakim.
Gelek caran di rewşên zehmet ên lêpirsîn û îfadegirtinê de min parastina xwe pêşkêş kiriye, lê vê carê ev nameya parastina min e ku ez ji bo gel û civaka hertim hişyar û zana û azadîxwaz dinivîsim. Ez ji wan dixwazim ku min û çalakiyên min li gorî dadmendiya civakî daraz bikin.
Jiyîna di sedsala 21emîn de li Rojhilata Navîn a ku hêzên hegemonîk ên cîhanî û dewlet-neteweyên dîktator ên herêmê hewl didin nirx û çandan dagir bikin û hegemonya xwe li ser wê ji nû ve ava bikin, tê wateya jiyîna li erdnîgariyeke ku bi xwînê hatiye hûnandin û her roj şahidê jenosîd, homojen kirin û îlhaqkirina bi zorê ye. Jiyîna li Kurdistanê jî tê wateya jiyaneke bê garantiya qanûnî, aborî, siyasî, perwerdeyî û hwd., û bi gotineke din tê wateya bêkarî, xizanî, cudakarî, girtin, îşkence, îdam û kuştina kolberan (şehîdên nan ê)!
Nasnameya ferd û şertê ku mirov rasterast tê de dijî, çavkanîya herî baş û rênişandere ji bo dîtina çavkaniya zilm û gelên din ên bindest, da ku mirov bihevre bi wan re, ji bo guherandina rewşê û çareserkirina pirsgirêk û arîşeyan hewl bide. Ez wek jineke kurd xwe dispêrim dîrok, çand û nasnameya xwe, di rewşekê de ku her dem mercên ji bo biyanîbûna ji nasnameyê û revîna ji xwebûnê me afirandine. Gelekî ku di bin îstismar, cudakariyên ji pergala neteweperest, zayendperest û olperest de maye û di rewşa pêşkêşkirina gotara nasnameyî, bawerî û çînî de li herêmê hatiye serkutkirin û bi etîketên pûç û ewlehiyê hatiye tawanbarkirin û hatiye girtin, zindanîkirin, îşkencekirin û îdamkirin. Ev rewş ji bo min û gelek kesên wek min e ku di rewşên newekhev ên civakî, aborî, siyasî û perwerdeyî de ne, ev di demekê de ye ku em – wek ferd û civak – xwedî daxwaza derbasbûna ji objebûnê û di heman demê de xwedî hebûnê ne. Helbet gotina van tiştan ne bi wateya hişmendiya kor a li ser pirsa nasnameyê ye bi piştevaniya forma neteweperestiyê ye, belkî hişmendiya nasnameyî ye; ji ber ku ez vê mijarê baş dizanim ku neteweperestîya tundrew her kesî ber bi faşîzmê ve dibe. Ev mijar tam ew rastiya tehl e ku em pê re rû bi rû bûne; em wek objeyekê têne dîtin ku nikarin xwe îfade bikin û di rewşa îfadekirina nasnameya civakî de em ê bi jêbirinê re rû bi rû bimînin.
Di hemû salên ku min xwe nas kir, ne karîbûm û ne jî xwestim ku li hember normên civakî bêtevger bim. Min tercîh kir ku li deverên Zagrosê ku ez lê mezin bûbûm bimînim li şûna ku ez wê terk bikim û jiyaneke ciwan lêbelê vala li Rojavayê bijîm. Min gelek birîn xwarin û min merhem danî ser gelek birînan jî. Du rê li pêşiya min hebûn: yan min diviyabû objebûna heyî û jiyana bi zilmê re bêyî tu berxwedanê qebûl bikim, yan jî min rastiya hebûna xwe bidîta, lewma “li şûna ku ez nifiran li tarîtîyê bikim, min findeyek pêxist!”
Di destpêka rêya xwendekariyê de ez werzişvan bûm. Hewldana ji bo jiyaneke bi nasîn û zanabûnê ez xistim rêyekê ku ji wê demê û pê ve min berjewendiya giştî li ser berjewendiya takekesî girt. min Di sazî, rêxistinên sivîl (NGO) û komên xwendekaran de ji bo jinan, zarokan, nûciwanan, ziyanketiyên madeyên hişber, evîndarên sporê di çînên xizan de û yên ku ji xwendinê mane xebat kir. Di heman demê de ku ez mamosteyekê û piştgir bûm, min ji şagirtên xwe dersên berxwedanê hîn dibûm. Her wiha xebata bi komên cûda re bû sedem ku ez cûre û aliyên cudakariyê baştir û zelaltir nas bikim û bêtir têbigihîjim vê rastiyê ku koka hemû koletiyê, di koletî û rewşa civakî ya jinan de veşartî ye. Ev mijar bû sedemek ji bo hewldana zêdetir ji bo bilindkirina asta zanabûna xwe û yên din, nasîn û analîza rast a pirsgirêkên malbat û civakê û di heman demê de hewldan ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Piştî demekê ez bi fikr û ramanekê re aşna bûm ku afirînerê wê fikir û ramanê niha 25 sal in ku bedelê lêgerîna “çawa bijîn” bi jiyana di tecrîda mutleq de di girtîgeha takekesî ya girava Îmraliyê de dide. Fikir û ramanek ku ji bo îfadekirina nasnameya ferd û civaka hatiye înkar kirin, rêya çare ne di dewlet-neteweperestî, nefretafirandin û sînordanînê de, lê di avakirina civaka demokratîk, xwedîderketin ji nasnameyên înkarkirî û pêkvejiyana aştiyane ya gelan de digere. Fikir û ramanek ku ji dilê heqîqeta civakê derketiye katmanê zilmê eşkere kiriye û niha jî qala alternatîfê dike. Min modeleke jiyanê hilbijart ku bi sînorên nehişk ên siyasî, tek zimanî, tek netewe, tek çandî, tek kol û şîrova rasterast a dîrokê bawer nake û pişta xwe nadiyê, lê nîşanderê civakên pirralî ye ku bi hesabkirina hemû ciyawazîyan, bawerî û gelan, hebûna xwe îfade dike.
Bi nasîna ku min ji vê fikir û ramanê “fikir û felsefa Apoyî” bi dest xist, min xebat û lêkolînên xwe bi endamtiya di Komelgeya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) de kamiltir kir.
Di vê çarçoveyê de min li hin deverên Rojhilata Navîn li ser mesela civaknasiya jinan xebat kir. Min dît ku jin xwedî birînên hevparin, lewma rêya rizgariya wan jî dikare di eynî xetê û hevbeş be û ew dikarin xebatên hevbeş bikin.
Êrîşa DAIŞê li ser Rojava (bakur û rojhilata Sûriyê) bû sedem ku ji aliyekî ve ez armanc û sedema kiryarên hêzên paşverû li Rojhilata Navîn bêtir fêm bikim û ji aliyê din ve ez gehîştim têgihiştineke kûrtir a rewşa jeopolîtîk a Rojhilata Navîn û têkiliyên desthilatdarî ên hêzên çalak ên siyasî li herêmê û wek çalakvaneke jin pêdiviya beşdarbûna çalak û pirralî di rêya avakirina aramî, aştî û demokrasiyê li herêmê fêm bikim. Ji ber vê yekê ez çûm bajarê Kobanê, cihê ku hêzên terorîst ên DAIŞê qala xwendina nimêja cejna remezanê di mizgefta wê de dikirin.
Tekbîra wan “serê jêkirî yên jin û zarokan’’ dianî bîra mirovan û tililyên me jî “Jin Jiyan Azadî”. di rastiyê de me li dijî leşkerên xwedayên li ser erdê şer dikirin ku navê wan vê carê bûbû DAÎŞ! Hêzek ku erkê wê rêvekirinek bû ji bo pêkanîna planeke dojehî ji bo sedsala pêş a Rojhilata Navîn û amûrek ji bo jinavbirina ronahiya hêviyê ji bo guhertinê ku li Rojhilata Navîna rengvedabû. ev hêza terorîstî bi awayekî serdema navîn (bi şêweyeke hovane) doza xwe bi navê Îslamî derdixist pêş û ji bo avakirina xîlafet û hikûmeta xwe ya Îslamî jiyana gelan ber bi tunebûnê ve dibir. Tu dewletê li hemberê vê hêza terorîst têkoşîn nekir.
Dewleta Tirkiyeyê bi piştgiriya temam a ji hêzên DAÎŞ re sînorên xwe ji bo şandina pêwîstîyên lojîstîk û leşkerî ji wan re vekirî hişt. Hêzên hevpeymanan jî ku heta dema dawî û heta dagirkirina kolan bi kolan a Kobanê ji serkeftina DAÎŞê bawer bûn, temaşe dikirin, wan jenosîda gelê Kobanê (û Şengalê) temaşe kirin, eynî weke Gezze yê! DAÎŞê bi hezaran jinên êzîdî qetil kirin, bi hezaran jinên êzîdî dîl girtin û wek xenîmeta şer firotin. Lê li kêleka bêdengiya dewlet-neteweyan, em şahidê hawar û dengê hêzên azadîxwaz ên gel li seranserê cîhanê bûn ku hevdeng bi Kobanê û Şengalê re rabûn ser piyan, di demeke kurt de çûn wir û di şerê li dijî DAÎŞê de beşdar bûn. Di berdewamiyê de, hêzên hegemonîk neçar man ku maskeya mirovahiyê bikar bînin û xwe wek Mesîhê hemdem nîşan bidin, ku qaşo hawara Rojhilata Navîn û niştecihên wê ne! xafil ji vê yekê ku ev maske demeke dirêj ku ketibû û gel bi xwe li ser êşên xwe merhem danîbû.
Sedsala 21emîn, sedsala daxwazên civakê û gihîştina guhertinên bingehîn di avahî û zêhniyeta dewlet-neteweyê de ye ku bi demokratîzekirinê û şoreşê dikare bigihîje armanca xwe. Êdî serdema sûjebûna dewletan û objebûna civakan bi dawî bûye. Êdî dîrok û çanda dewletî nikare bi îdeolojiyên netewperest, olperest, zayendperest û pozîtîvîstî civakan bixe sergêjiyê. Êdî serdema şivaniya dewletê û gerîtîya civakê bi dawî bûye. Rojava (Bakur û Rojhilata Sûriyê) ezmûnek e ku zînîdbûn û îradeya cewherî ya civakê nîşan da, lê ev ezmûn encama salan hewldana ji bo bilindkirina asta hişmendiya civakê û bi taybetî jinan bû.
Jina zana tê wateya civaka zane û civaka zana tê wateya lêpirsîn kirin pîroziyên sermayedariyê. Tê wateya beşdarbûna îradeya xwezayî ya gel di qonaxên aştî û çareseriyê de, tê wateya amadebûna çalak a civakê di warên civakî, aborî, perwerdeyî, siyasî û hwd. Li vir bû ku ez gihîştim têgihiştineke kûrtir a hebûna jinan di jiyanê de û têkiliya wan bi azadiyê re. Hebûna min di çeperên li dijî DAÎŞê de hevdem bû bi rojên ku vê tevger hemû hêza xwe ji bo dagirkirina Kobanê bikar dianî.
Dema ku gel li sînorê Tirkiye û Sûriyê, mertalê mirovî çêkiribûn, ez yek ji hezaran mirovên bûm ku weke “zarokê Rojhilata Navîn” me ber bi wir ve kişandibû. Piştî birîndarbûnê, êdî derfet û hêza hebûna di meydana şer a li wir de nema, ji ber vê yekê cardin vegeriyam Rojhilatê Kurdistanê û KJARê da ku xebatên perwerdeyî, civakî û lêkolîn berdewam bikim. Ev di demekê de bû ku têkoşîna li dijî DAÎŞê bûbû sedema ku navê min bikeve nav lîsteya terora hêzên îstixbaratî yên Tirkiyeyê (MÎT), ji ber vê yekê hebûna min li Rojava an Başûrê Kurdistanê dihate wateya gefa terorê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve.
Di salên dawî de li KJARê, bi xebata li ser civaknasiya jinan û xwendina li ser dîroka nenivîsî ya jinan li erdnîgariya siyasî ya Îranê, ez li pey şopa civaka dayiksalar û dîtina bersivekê ji bo vê pirsgirêkê bûm ku çima rêjeya xwekuştina û kuştina jinan li cihekî ku demekê cihê xwedawendan bû, wiha gihîştiye lutkeyê?
Di 1ê Tebaxa 2023an de li rêya Sine-Kamyaran ji aliyê hêzên Wezareta Îtîlaatê ve hatim girtin, gulebarab, şikandina şûşeyên tirimbêlê, îşkence û destdirêjiya fîzîkî di dema girtinê de, şerê derûnî, lêpirsîn di hucreya takekesî de (îşkenceya spî) dûr ji çavên kamera bi armanca tomarnekirina tevger û destdirêjiyên wan ên dijexlaqî, girtina îfadê li ber kamerayê ji bo şikandina îradeyê û zextên ku di 13 rojên mayîna li Îtîlaata Sineyê de min kişandin, beşek ji zextên li ser min hatî sepandin in. Wan ez wek hovek bi nav kirin û gotin te jintîya xwe ji dest daye! Çima tu nagirî? Cara dawî kengê tu giriyayî? Cara dawî kengê te gulek bêhn?
Piştre ez veguhastim benda 209 a girtîgeha Êvînê, li wir bi qasî çar meh û nîvan di lêpirsînan de, di bin gelek zextan de, ji wan îşkenceyên spî, senaryo çêkirinên dijber û xapînok û gefa terora kesayet, girtina îtirafa bi zorê û hwd hatim ragirtin. Ser êşên giran û xwînberdan a berdewam (ji pozê), zêdebûna êşa stû û pişta min, diyariya rojên min ên li hucreya takekesî bûn. Bi gotineke din, heman tiştê ku mumkin bû hêzên îstixbaratî yên Tirkiyeyê li serê min bianîna, Wezareta Îtîlaata Îranê pêk anî. Di 26ê kanûna 2023an de ez veguhastim beşa jinan a Êvînê. Di dawiyê de di 9ê nîsana 2024an de li şaxa 15 a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê bi tohmetên “endamtiya di komên dijber de” û “bexî” (serhildan û rakirina sîlah li dijî îslamê) hatim tawanbarkirin. Lê pirsyara sereke ev e ku “çima têkoşîna li dijî hêzeke terorîst wek DAÎŞê hevtayê şerê li dijî Komara Îslamî tê hesibandin?!” Nexwe îdîaya Komara Îslamî ya li ser têkoşîna wê ya li dijî DAÎŞê li kîjan cihê dîrokê cih digire?! DAÎŞ serê me jê dikir û Komara Îslamî, serê me bi dar ve dike. Tu zanista siyasî-hiqûqî nikare vê paradoksê çareser bike. Wê demê em hişyar bin.
Di heyama salek girtina demkî de, tenê sê meh û nîvan mafê min yê hevdîtina bi malbatê re hebû. Mayî jî yan di hucreya takekesî de derbas kir yan jî wek niha li beşa jinan, lê bi mercên takekesî. Piştî derbasbûna deh mehan ji girtinê, di navbera rojên 14 heya 16ê Gulanê de li beşa Êvînê, bêyî li berçav derbaskirina dosyeya min, ez weke DAÎŞê hesibandin û ez terorîst bi nav kirim û gotin diviyabû tu ji aliyê dewletê ve û bi navê “parêzvana heremê” biçûyaya Sûriyeyê. Li gorî van pênaseyan, nexwe hemû kesên ku li ser bingeha erkên mirovî li dijî DAÎŞê şer kirin, divê terorîst bin!
Di sê mehên borî de jî hewl dan ku sûçên nû li min bar bikin, ji bilî bihîstina îdîayên pûç û vala, lêpirsînên telqînî, bêrûmetîkirin, gefa îdamê, provokasyon û zext ji bo îtirafa bi zorê ji pirsgirêkên din ên vê demê bûn. Niha nêzîkî sê meh in ji lêpirsînên dawî derbas dibin, ne parêzeran mafê xwendina dubare a dosyeyê hebûn û ne jî mafê min yê hevdîtina bi parêzer re hebû! Niha jî ez di dema qedexeya hevdîtinê de me.
Niha ku li rabirdû û rêya ku min meşandî, mêyze dikin, ez kiryarên xwe diparêzim, ji ber ku di tu dem û cihan de min êrîşeke biçûk jî li ser can û malê kesî nekiriye û tenê sûcê min berpirsiyarî li hember civakê ye. Ez hîna jî li piştî têkoşîna xwe ya li dijî hêzên terorîst ên DAIŞê li Kobanê me, û heta dawiya her cureyê zilmê li ser jinan, ji Kurdistanê heta Belûçistanê û ji Îranê heta Afxanistanê, û heta gihîştina armancên ‘’Jin Jiyan Azadî’’ ez ê têkoşîna xwe bidomînim.
Di dawiyê de ez radigihînim ku di heyama saleke borî de tu tiştî nebûye sedema çêbûna gumaneke herî biçûk di pêkanîna erkên min ên însanî li hemberê civakê û bi taybetî jinan de û tu carî jî nabe.
Ez jineke kurd û niştecihê Rojhilata Navîn im ku tenê ji bo xwe nejîyame, ji bo azadiya civakî ya gelên herêmê min her tiştê ku di hêza min de hebû pêk aniye û dê pêk jî bînim, ji ber ku jiyana azad û bi rûmet, hêjayî canfîdayiyê ye. Divê mirov jiyanê an bilind û biwate bijî û bi azadiyê bixemilîne, an jî divê qet nejî.






