Argêş Gewda/Qamişlo
Di dîroka 6’ê Tebaxa 2014’an de piştî êrîşkirina li ser Şengalê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî Waregeha Şehîd Rustem Cûdî a Mexmûrê kirin. Armanc jî dagirkirina Başûrê Kurdistanê giştî bû. Serokê PDK’ê Mesûd Berzanî piştgriya gelê Mexmûrê û Gerîlayê HPG‘ê xwestî, niha jî bi dewleta Tirk ya dagirker re di êrişên ser Herêmên Parastina Medya de cih digire.
Di derheqê salvegera êrîşên hemdemî yên ser Kampa Şehîd Rûstem Cudî û Şengalê, hevseroka Meclîsa Gel ya Kampa Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê Fîlîz Budak pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wisa bû:
-Sedemên êrîşên dagirkerîyê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê û dewleta Tirk ya dagirker ve yên li ser Mexmûrê çi ne?
Di sala 1990 û 1992’an de hêzên hegemon yên herêmê şerê wekaletê dan destpêkirin. Hêzên hegemon û desthiladar ev şere ji bona bikarin mêtîngerîya xwe xurt bikin, dane destpêkirin. Armanc ew bû ku ev hevpeymana Lozanê ya ku 100 saliya xwe dagirt bikarîbin nû bikin. Girêdayî wê armancê komên çete yên cûda dan avakirin. Mebesta van hêzan Rojhilata Navîn metîngerîya xwe pêş xistin bû. Zêdetirîn welatên ereban ev komên çete dan avakirin, armanc dikirin ku vê projeyê di Rojhilata Navîn bidin
tevgerkirin. Di wan plansaziyên metîngeriyê de, di sala 2014’an de DAIŞ hat rêxistinkirin û şandin welatên Rojhilata Navîn. Bi wan êrîşan gelê kurd kirin armanc û hewildan bi destê komên çeteyan Kurdan qir bikin. Di dîroka 3’ê Tebaxa 2014’de hem êrîşê Şengalê, 6‘ê Tebaxa heman salê da jî êrîşê Kampa şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê hat kirin. Di aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve Musil Kerkûk û Bexda hatibû dorpeçkirin, ji bona ber bi Hewlêrê ve biçin. Yê ku ev çeteyana aliyê aborî de xwedî dikirin û fînanse dikir yek jî wan dewleta Tirk ya dagirker bû. Ji ber ku Kampa şehîd Rustem Cûdî cihê penaberên di sala 1994‘an de ber bi zext û zordariya dewleta Tirk koçber bûne û dest doza ramanên Rêber Abdullah Ocalan bernedabûn bi wan pêk dihat. Ji ber wê taybet armanc hat girtin, komên çeteyên DAIŞ‘ê ve hewildan ku dagir bikin. Kampa Mexmûrê di aliyên ramanên Rêber Apo da pergalek dabûn avakirin. Netewa demokratîk ya ku bi paradigmaya Rêber Abdullah Ocalan re tê rêvebirin. Zarok û ciwanên kampê bi zimanê xwe û dîroka xwe dihatin perwerde kirin. Armanca êrîşên DAIŞ‘ê bi taybet têkbirina pergala Netewa Demokratîk bû. Van koçberan nêzî 30 salan dan xuyakirin bê ku dewlet hebe, bê ku desthilatî hebe, gel dikare bixwe xwe rêve bibe. Aliyê xwe parastinê jî niştecîhên kampê hem hêzên wan yên erka xweparastinê, Gerîlayên Tevgera Azadîyê bi hev re ji bona aramî û parastina kampê xebat dikirin. DAIŞ‘ê şikestina xwe ya yekem li Mexmûrê jîyan kir. Ji ber wê ye dewleta Tirk ya dagirker êrîşên xwe didomîne.
-Li hemberî wan êrîşan helwesta gelê Kampa Şehîd Rûstem Cudî di çi astê de bû, li ser asta cîhanî çi hemberî êrîşên DAIŞ‘ê hat dayîn?
Peyama ku li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatiye dayîn ev bû ku çi bibe, bila bibe gelê Kampa şehîd Rûstem Cudî rê nade komkujîya, rê neda ku çeteyên DAIŞ’ê kampê dagir bike. Ev fermana ku Şengalê hatiye jîyan kirin, Mexmûrê wê bi çavê xwe dît û bû şahidê buyerê. Rêxistinên ku Mexmûrê kar û xebat dimeşînin Meclisa Gel, Meclisa Jin û Meclisa Ciwana peyamên ku pewîst dane raya giştî û cîhanê. Gelê Mexmûrê got ku çi bibe bila bi ew radestî dagirkeran û çeteyan nabin. Em rê nadin komkujiyan bi ti şêwazî. Ser wê bingehê roja 6’ê Tebaxa 2014’an zarok, kal û nexweş kampê hatin derxistin û birin cihê bi ewle. Weke din ciwan û jinên Mexmûrê, milîsên kampê û Gerîlayên HPG’ê bi hevra li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê berxwedanî kirin û tekoşiyan. Şerê DAIŞ’ê şerekî hişmendiyê bû. Armanca DAIŞ’ê ya sereke ser jina Kurd serdestî pêş xistin bû. Ev plansaziyên wan hêzên veşartî bi piştgrîya dagirkerên Tirk berûvajî zivirîya û di alîyê tekoşîna jinên bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde kirî, hat bersivandin. Şerê ku hatiye meşandin şerê li hemberî koletiyê dayina azadkirin bû. Piştî wê berxwedanê pêşî li dagirkirina Hewlerê dagirkirina Bexda hat girtin. Şikestina DAIŞ’ê bû peyamek mezin jibona metîngerên din yên her 4 parçeyên Kurdistanê.
– Gelê Mexmûrê bi berxwedaniya xwe li ser asta Rojhilata Navîn Çi peyam da?
Gelê Kurd li hemberî desthilatdariyê û hemberî koletiyê ti cara serê natewîne. Ev peyam pir cara dabû heremê û piştê şikestina DAIŞ’ê hemû cihanî ev tişt baş fêm kir. Netewa Demokratîk ya bi pêşengtîya Rêber Abdullah Ocalan hatiye pêş xistin de, bû mînak jibona gelê herêmê û Rojhilata Navîn giştî. Gelê herêmê Rêber Abdullah Ocalan wek Rêberê Netewî bi nav dike. Ev peyame jî derket hole ku bi aliyê welatîyên Kampa Mexmurê ‘Em ne koçberê nan û ax bûn em koçberê azadîyê û wekheviyê ne’. Ev tişt jî mîsoger bû ku civakek ku rêxistinkirî be û ferqa wê hêza xwe de be ti kes nikare wan têk bibe. Nifşên Civakê ku ser dîroka xwe û ser felsefa xwe bê mezin kirin û perwerde kirin encam hertim serkeftin e. Rêber Apo bi keda salan Kampa Mexmûrê perwerde kir û kir civakek ku bikare xwe birêve bibe. Gel ev peyama dan Iraqê û Rêveberîya PDK‘ê bi ew qas derfet û teknîka destê we, nedikarî hûn gel biparêzin û heya dawiyê em jiyana azad û bi rûmet de israr dikin.
– Bi salvegera êrîşên li ser Kampa Şehîd Rûstem Cudî ya Mexmûrê, peyama we çi ye?
Sedema salvegera êrîşên DAIŞ‘ê yê ser Kampa Şehîd Rûstem Cudî de, bi kesayeta şervana YJAStar û endama ragihandina azad Şehîd Denîz Firat, Siyabend, Avesta û Dîyar de hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe li ber wan tewînin. Wan hevalan, jibona gelê Mexmurê û Başûre Kurdistanê cane xwe kirin mertal û xwe feda kirin. Ev pakrewana şopek ser dilê gel û civakê hiştin. Şer hîn berdewame. Çeteyên DAIŞ’ê şikestin lê xeterî hîn berdewam e. Dibe bi naveke din dîsa êrîşêkê li ser kampê bikin. Bi 100’an caran dewleta Tirk ya dagirker êrîşê kampê kirin, gelek welatî şehîd kirin û pir kes jî birîndar bûn. Hîn metirsiyek ser gelê herêmê didome. Li hemberî wan gef û êrîşan hêzên nawnetewî weke Neteweya Yekbuyî (NY) bê denge. Kampa Şehîd Rûstem Cudî bin sîwana NY‘ê ava bûye lê NY xwedî erk û berpirsyarîya xwe dernakave. Bangawazîya me jibona sazî û komaleyên nawnetewî komaleyên jinan û zarokan dibe taybet jibona Fermana li ser gelê me yê Êzîdî û Kampa penaberan ya şehîd Rûstem Cudî hatiye meşandin de xwedî helwest bin.





