Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dewleta Tirk 9 baregehên nû ava kirin, 184 malbat koçber kirin

06/08/2024
in NÛÇE
A A
Dewleta Tirk 9 baregehên nû ava kirin, 184 malbat koçber kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Tenê divê êrişa dagirkeriyê ya herî dawî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser parêzgeha Dihokê de 184 malbatan warên xwe û nêzî 830 donim zevî û baxçeyên xwe bi neçarî terikandin.  Li gel vê yekê jî ji aliyê artêşa dewleta Tirk a dagirker ve 9 baregehên leşkerî hatine avakirin .

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirin û îlhaqkirina beşek ji xaka Başûrê Kurdistanê didomin. Welatiyên xwecihî yên gundên parêzgeha Dihokê bi bombebaranên ji hewa û êrişên ji bejahiyê ve neçar kirine ku malên xwe biterikînin.

Di 15’ê Hezîrana îsal de, artêşa dewleta Tirk a dagirker bi hezar leşker, 300 tank û wesayîtên zirxî li dijî sînorê parêzgeha Dihokê êrişek nû a berfireh ya dagirkeriyê da destpêkirin. Ev êrişên dagirkeriyê bû sedema gelek karesatên mirovî û jîngehî. Ajansa me Rojnews’ê di vê raporê de daneyên valakirina gund û malan, bombebarankirina cihên niştecihbûnê û avakirina baregehên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker eşkere dike.

Tenê di vê êrişa dagirkeriyê ya dawî de 184 malbat li parêzgeha Dihokê neçar mane ku malên xwe biterikînin. Lê belê ev malbat ji ber erdnîgariya herêma xwe xwedî rez û baxin, eger em ji bo her malbatekê bi qasî 4-5 donim zeviyên ji rez û bax hesab bikin, dike bi qasî 830 donim zevî ku çavkaniya bi dehan fêkî û zebzeyane.

Dewleta Tirk her wiha tenê di vê êrişa xwe ya zêdetirî du mehin li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike 19 mal, 2 dibistan, kargehek ard, otomobîlek, dêrek û 2 projeyên ava vexwarinê jî bombebaran kirine.

Tenê di van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de, gundên Mijê, Kevne Mijê, Girgaşe, Spîndarê yên devera Ber Garê, gundê Dêmka yê girêdayî Batîfa, gundê Dergeke, Musabegî, Şêlazê, Bişîlê û Miska yên Kanî Masê yên herêma Berwarî Bala ya parêzgeha Dihokê bi darê zorê hatine valakirin. Bi giştî heta niha 170 gund ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst hatine valakirin û 602 gundên din jî di bin xeteriya valakirinê de ne.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker 9 navendên leşkerî li herêma Behdînanê ava kirine. Bi giştî ji sala 2015’an ve dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê 74 baregehên dagirkeriyê ava kirine.

Ji aliyek din ve alavên ragihandinê û bircên telefonê yên xetên ragihandinê yên dewleta Tirk ji baregehên leşkerî yên dagirkeriyê bandor li xetên ragihandinê yên zêdetirî 110 gundan kiriye.

Derbarê rêjeya şewitîna giya, pûş û daristanan de, li gorî pêşbîniyên rêxistina Amerîkî CPT’yê ku ji anketên bi niştecihên deverên hatine dagirkirin re kirine, tenê di dema van êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk qirker de nêzî 68 hezar donim erd hatiye şewitandin.

Derbarê daneyên êriş û bombebaranên dewleta Tirk de, her çendî ku daneyek rast li ber dest nîne jî, lê li gorî agahiyên ku ji deverên cuda yên Başûrê Kurdistanê ketine destê ajansa me Rojnews’ê, dewleta Tirk a faşîst zêdetirî 300 caran Başûrê Kurdistanê bombebaran kiriye.

Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de ji destpêka îsal ve heta niha 13 welatiyên sivîl şehîd bûne û 11 welatiyên sivîl jî birîndar bûne. Par jî di encama êrişên dewleta Tirk de 33 welatiyên sivîl şehîd bûn û 22 sivîl jî birîndar bûn. ROJNEWS

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.