Hîlala Zêrîn a Kantona Reqayê, bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk yên li ser çanda gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê bi şermezar kirin.
Diyana Mistefa/REQA
Daxuyanî ji aliyê Kordînasyona Hîlela Zêrîn Semer Cuma ve hat xwandin û di daxuyaniyê wiha hat gotin: “Ji destpêka gerdûnê û avabûna şaristaniyan ve, şaristaniya kurdan weke rojeke bibiriqîn ji Hûrî, Mîtanî û Med ku di serî de çand, hunermend û afirînerên Semîtîk û Arî, weke Meryem Xan û Ehmedê Xanî derketiye hole.
Divê em pevguherîna çandê ya di navbera çiyayên Toros û Zagrosê de, li beravên ku şaristaniya Semîtîk û Arî lê mezin bûne ji bîr nekin ku girêdayî wan herêman e û rêûresmên ku di dîrokê de heta îro tên kirin, ya herî girîng cejna Newrozê û pêxistina agirê azadiyê û jinavbirina neheqî û koletiyê bi destê Kawayê hesinkar e. Her govendek çîrokek heye, her çîrokek xwedî dîrokek e, û her dîrokek xwediyê hunermend û navên afirîner e, lewma Ji aliyê dewletên dijmin ve heta roja me ya îro li dijî gelê Kurd tê meşandin û derdê wan ê sereke ji holê rakirina taybetmendiyên şaristaniya Kurdan e, di serî de dîrok û çanda wê. Şaristanî û huner, yanî şaristaniya hemû gelan ji holê radike, li vê herêmê û li hemû herêmên rizgarkirî yên bakur û rojhilat em Ereb û Kurd in.
Em gelên Sûriye û bi navê netewa demokratîk em binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelan bi giştî şermezar dikin, bi taybetî jî ya ku hunermendên jin û mêr ji aliyê dewleta Tirk ve rastî desteserkirina wan hatin û tenê ji ber ku qirika wan awazên dengbêjiyê digotin, hatin girtin. Azadiya wan hat astengkirin, lê dengê wan ê yekane wê bigihêje hemû deverên cîhanê, em ê li milekî tanbûra bigirin ji Kurd, Ereb, Xiristiyan, Çerkez, Ermenî bi hev re li ber xwe didin û em bi hev re dixwazin û daxwaza azadiya wan dikin.”






