Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Cil û Bergên Kurdî Sembola kurdîtiyê ye’

05/08/2024
in Uncategorized
A A
Cil û Bergên Kurdî Sembola kurdîtiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Roj Mehmûd/Qamişlo

Rêveberê TEV-ÇAND’ê yê Bakur û Rojhilatê Suriyê Xelîl Tehlo diyar kir ku ew di jiyana xwe ya rojane de her tim Cil û Bergên kurdî li xwe dikin û ev cil semboleke gelê me ye û em hêvî dikin ku hemû kurd li nirxê xwe yên netewî xwedî derkevin.

Dewleta Tirk a faşîst û qirker bi van kiryaran dide xuyakirin ku ji polîtîkeya qirkirina gelê Kurd gavekê jî paş de neavêtiye ku welatê wan dişewitînin, goristanên wan xirab dikin, stranên Kurdî qedexe dikin, nasnameya wan, çanda wan nas nakin û êrişên faşîst dibin ser nirxên gelên Kurd. Her wiha bê rûmetî, bê dîrokî û bê çandiyê li ser wan ferz dikin.

Rêveberê TEV ÇAND’ê yê Bakur û Rojhilatê Suriyê Xelîl Tehlo di derbarê Qedexekirina Cil û Bergên kurdî de ji rojnameya me re axivî.

Cil û Bergên kurdî sembola gelê Kurd e

Xelîl Tehlo balkişand ser qedexekirina Cil û Bergên kurdî û wiha got:”Dewleta tirk a dagirker ne ji îro de ji Dîrokê de dixwest ku çanda kurdan qirbike û nasnameya wî winda bike, di aliyê Cil, Berg, ziman û Hunerê de bi rengekî sîstematîk,di Dîrokê de dewleta tirk a dagirker dixwest ku kurd li hemberî hevdû şer bikin. Dijminê gelê Kurd dixwaze hunera gelê kurd û mûzîka wî tune bike û bibe asteng li pêşiya çiwîna dibistanan û xwendin, nivîsandin û axaftina bi zimanê xwe yê dayikê. Dagirkeriya tirk qirkirinê li ser gelê Kurd dide meşandin û di nava xwe de tu çand, ziman û hebûneke din qebûlnake. Pêwîste civaka û gelê kurd ji heft salî heyanî heftî salî li hemberî pişaftin û qirkirina ku li ser tê meşandin serî rake û qebûlneke û nerazîbûna xwe raber bike. Her wiha li ziman û çanda xwe xwedî derkevin gava kurd li ku derê be deng û rengê xwe û wêjeya xwe biparêze.”

Dewleta Tirk dixwaze pişaftina çandî pêkbîne

Xelîl Tehlo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê Kurd xwedî çand û dîrokeke kevnare û pêwîste ku li kelepora xwe xwedî derkeve. Lê dagirkeriya tirk dixwaze dîrok û hebûna gelê kurd berûvajî bike û ji holê rake û bi şerê taybet, derûnî û komkujiyan dixwaze vê yekê pêkbîne. Gelê kurd gelekî berxwedêre û her tim li hemberî kumkujî, pişaftin û qirkirinan li ber xwe da ye û wê li ber xwe bide û tu hêz nikare gelê Kurd ji holê rake. Em di jiyana xwe ya rojane de her tim cil û bergên kurdî li xwe dikin û bi çand û zimanê xwe dijîn. Ji ber ku cil, berg, ziman û kelepora me çand û dîroka me û em hêvî dikin ku gelê kurd li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin, biparêzên, pêşbêxin û her tim li hemberî dagirkeriyê di nava têkoşîn û berxwedaniyê de bin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.