Rojnameya Ronahî

Rûmeta Herî Mezin Parastina vê Xakê ye, Parastina vî Gelî ye

Navenda Nûçeyan

Di zemînên perwerdeyê de li hev kombûyîn, hezkirin, zelaliya cewher û yekbûna fikir diyar dibe. Zanista ku bi salan li gor berjiwendiya sermayadaran weke hêzekê hatibû bikar anîn, îro bi fikrê azad û wekev veguherî zanisteke li ser hîmê xwe parastin û mafê rewa yê civakan.
Îro ango di 4’ê Tebaxê de dewreya perwerdehiyê ya hêzên Komandos ên QSD’ê ya bi navê şehîd Ronî Welat hate bidawî kirin. Perwerde li ser bingehê waneyên bîrdozî û leşkerî hate dîtin, bi biryardarî û zelaliya fikir, bi pisporiya di taktîkên şer ên dema nû de jî bi encam bû.
Fermandarê giştî yê hêzên komandosê Amûdê Amed girtina dewreya perwerdê li hemû şervanan pîroz kir û bal kişande ser van xalan; “Îro em di 13 saliya şoreşa xwe ya Rojava û bakur-rojhilatê Sûrî de ne. Bajarên me yên di bin serweriya çeteyên DAIŞ’ê de bûn, bi îrade û lehengiya ciwanên herêmê hatin rizgarkirin, lewma parastina deskeftiyên şoreşê û xaka welat erka me ya bingehîne”.
Fermandar Amûdê Amed di berdewamiya axftina xwe de wiha got; “Li ser bingehê bûyîna hêzeke profesyonel xwe çêkirin û perwerde kirin ji bo hêzên me yên Komandos weke gava yekemîne. Perwerde wê bibe bingehê tevahî guhertinên zinhî û fikrî. Li ser vê bingehê emê karibin herêma xwe, rêveberiya xwe ya xweser û şoreşa jinê biparêzin.
Fermandarê giştî yê Komandosê Amûrdê Amed di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li hemberî her awayî êrîşên derve, emê bi ruhê şoreşa 19’ê Tîrmehê li berxwe bidin û van êrîşan têk bibin. Fermandar Amûdê wiha dawî li nirxandinên xwe anî; “Ev perwerde wê bibe wesîleya li keramet û şerefa xwe xwedî derketin. Ji bo me hêzên Komandos rûmeta herî mezin parastina vê xakê ye, parastina vî gelî ye”.