Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kombûna Jinan a Zenûbiya 10’emîn Salvegera komkujiya Şengelê bibîr anî

04/08/2024
in NÛÇE
A A
Kombûna Jinan a Zenûbiya 10’emîn Salvegera komkujiya Şengelê bibîr anî
Share on FacebookShare on Twitter

Diyana Mistefa /REQA

Bi boneya 10’emîn Salvegera komkujiya Şengelê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi dirûşma ’Na ji qirkirina gelê Şengalê re, ji dagirkeriya dewleta Tirk re na’ çalakiya bîranînê li dar xist.

 

Di çalakiyê de Bi dehan nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên Siyasî û Hêzên Leşkerî başdar bûn.

Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir, piştre li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Endama  Meclisê Kerem El-Hemid axivî û got: “Bibîranîna dehemîn Komkujiya Şengalê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser destê çeteyên DAIŞ’ê pêk hat, armanca wan jî tunekirina kurdên êzîdî, tunekirina nasname û hebûna wan bi giştî. Di komkujiyê de 5 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan, bi dehan gorên ferdî û zêdetirî 6 hezar û 417 êzidiyên dîl hatin girtin. Li gorî êş û azaran û di qonaxa damezrandinê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û metirsiyên ku gefan li wan dixwin, gelê me di her astê de erkê xwe li hember Êzidiyan bi cih aniy e.”

Karam El-Hemid wiha domand: “Di navbera Komkujiya li Şengalê ku li ser destê çeteyên DAIŞ’ê de,  herwiha komkujiyên li Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li ser destê dagirkeriya Tirk pêk hatine, tu cûdahî nêne. Armanca têkbirina aramiya herêmê ye.”

Karam axafina xwe wiha qedand: “Pirsgirêka jinên Êzidî pirsgirêka me û ya hemû jinên têkoşer e, em bêdengiya navneteweyî ya li hemberî komkujiya ku li ser gelê Êzidî pêk tên û heta niha jî ji aliyê Dewleta Tirk ve li ser gelên herêmê tê meşandin, şermezar dikin.”

Piştre Koma Zenûbiya  ya girêdayî Hîlala Zêrîn a bi navê “Obkeke Şengal” şanoyek pêşkêş kir.

Bîranîn bi xwendina helbestan ji aliyê helbestvan Celai Hemzewî ya bi sernavê “Baliyên tariyê yên mirî” bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.