Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Gerîla xwedî li hawara Şengalê derket’

04/08/2024
in Uncategorized
A A
‘Gerîla xwedî li hawara Şengalê derket’
Share on FacebookShare on Twitter

Di salvegera 10’emîn ya komkujiya Şengalê de, pilan û siyasetên qirkirinê yên li dijî civaka Êzidî dewam dikin. Fermana ku bi hevkariya dagirkeriya Tirk û PDK’ê pêk hat, Îro jî dewam dike. Jinên civaka Êzîdî yên Efrînê diyar kirin ku li  Şengalê Gerîlayên Azadiyê, YPG û YPJ e bûn hêza yekem ya parastina mirovahiyê.

Zana Roj/ Şehba

Di 3’yê Tebaxa 2014 an de Civaka Êzîdî li Şengal ji aliyê çeteyên DAÎŞ ê ve hate hedefgirtin, bê guman ev ferman yek ji berdewamiyên qirkirina Civaka Êzîdî yên di 74 fermanyên derbasbûne de hatiye dîtin de ye. Di dagirkirina Şengalê de dijminê gelê Kurd û bi taybet dijminê ku bi sala ye şerê Tevgera Azadiya Kurdistan dike, siyaseta qirkirina dîrok û gelê resen yê Kurd di şexsê Şengalê de pêk bînin. Hikumeta Îraqê û PDK’ê  li hember komkujiya ku li ser gelê Şengalê dihate kirin, weke peykerekî temaşe dikir. Ev bê dengiya wan jî; hevkariya wan di qirkirina Civaka Êzîdî de tekez kir.

Piştî rizgarkirina civaka Êzidî ya ji Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an û ragihandina Rêveberiyên Xweser a Şengalê, hêzên Parastinê yên Şengalê YBŞ/YJŞ û Asayîşê Êzidxanê hatin avakirin. Herwiha saziyên xizmetguzariya û rêxistibûna gel rûj bi roj pêş ket. Lê li beramberî destkeftiyên gelê Şengalê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker roj bi roj zêdetir bûn. Dagirkeriya Tirk û bi alîkariya PDK’ê êrêşên xwe yên ser Şengalê dewam dike. Di van êrîşan de pêşengên civaka Êzidî û têkoşerên kurd û kesayetên welatparêz dibin armanc. Ji ber ku fermana ku dixwestin bi destê DAIŞ’ê pêk bînin negihişt armanca xwe, niha ew bi xwe ketine dewrê û Şengalê û Îradeya gelê dikin armanc. Tevahiya van êrişan jî li pêş çavê cîhanê pêk tên û cîhan wekî her car xwe bêdeng dike.

Têkildarî salvegera 10’emîn ya komkujiya Şengalê, Hevseroka Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê Meryem Cindo û Endama Koordînasyona Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Rojava Filê Şekro ji rojnameya me re axivîn.

‘Di şexsê Civaka Êzîdî de gelê kurd dikin hedef’

Meryem Cindo di destpêkê de hemû fermanên ku li ser civaka Êzîdî rabûne şermezar kir û wiha axivî: “Fermanên ku li ser civaka Êzîdî rabûne êşeke mexin di dîrok û dilê her êzîdiyekî/ê de hêştiye. Di salvegera 10 emîn ya dagirkirina Şengalê de em hemû ferman û qirkirinên ku li ser gelê Êzîdî hatine kirin lanet û şermezar dikin. Bi rastî fermana herî dawî ya ku di şexsê Şengal de hatiye kirin, kîn û nefreta dijminên olperest û nijadperest yên li dijî civaka Êzîdî careke din

derxist holê. Dijmin dîroka civaka Êzîdî gelek baş xwendiye û dizane ku civaka Êzîdî dîroka gelê   temsîl dike, di fermana dawiyê ya ku bi destê kedayetên ku banga îslamiyetê dikin DAIŞ ê xwestin gelê Kurd di şexsê gelê Êzîdî de qir bikin.”

‘Jin li bazaran hatin kirîn û firotin’

Meryem diyar kir ku jinên Êzîdî di bazaran de hatin firotin û wiha domand: “Di Fermana Dagirkirina Şengalê de neheqî û sûca herî mezin li dijî jinên Êzîdî hate kirin. Jinên Êzîdê rasterast di bazarên DAÎŞ ê de hatin kirîn û firotan. Her wiha bi hezaran jin û zarokên temen biçûk yên Êzîdî di destirêjî, tecawîzkirin û kuştinê re derbas bûn. Hemû pîvanên mirovahiyê di wir de hatin tunekirin û di bin bêdengiyeke navnetewî de ev yek hate pêk anîn.”

`Gerîla xwedî li hawara Şengalê derket”

Meryem destnîşan kir ku li hember parastina Şengalê her kes xwe da aliyekî û Şengal bi destê Tevgera Azadiyê hate parastin û wiha got: “Di encama lihevkirineke navnetewî de ku di hevdîtina 9 ê Cotmehê de hatibû pilankirin biryara dagirkirina Şengalê hatibû standin. Di wê demê de hemû hêzên herêmî li ser Şengalê bibûn yek û rê li pêşiya dijmin vekir ku were dagirkirin. Di dîroka Şengalê de em tu carî ji bîr nakin ku Kurdên xwefiroş bûn destek di qirkirina civaka Êzîdî de û çawa ku hêzên Pêşmerge xwe dan aliyekî û pêşî li dagirkeriyê negirtin ev yek misoger kir. Hawara Şengalê ya ku di ser guh û hişê her kesî di cîhanê re derbas bibû, xwedîderketina li vê hawarê tenê Tevgera Azadiya Kurdistan Gerîlayên Azadiyê, YPG û YPJ  lê derketin. Parastina Şengalê û têkbirina pilanên dijminên derve û yên navxweyî bi destê Gerîlayên Azadiyê hate kirin û ev yek îsbat kir ku Tevgera Azadiyê hêza yekemîn ya ku li hember DAÎŞ ê sekinî û civaka Êzîdî ji lepên qirkirinê parast. Ev serkeftin bi serbilindî bi saya Gerîlayên Azadiyê em tînin ser ziman û xeta îxaneta ku tê de hatiye meşandin emê tu carî ji bîr nekin.”

Bi derbasbûna 10 salan re jinên Êzîdî li benda rizgarkirinê ne    

Her wiha Filê da zanîn ku heyanî niha jin û zarokê Êzîdî di bin destê terorê de ne û wiha got: “Qirkirina ku di Şengalê de hatiye pêkanîn de, bi hezaran zarokên keç û jinên Êzîdî hatin dîlgirtin û di nava terorê de man. Ev yek heyanî niha jî berdewam e, di Kampa Holê de bi deh caran jinên Êzîdî hatin rizgarkirin. Bê guman ev yek bi dawî nebûye û heyanî niha jinên Êzîdî dîlgirtî hene û li benda rizgarkirinê ne. Bê guman di vê çarçoveyê de hêzên parastina jin xebatekî gelek mezin dan meşandin da ku wan jinan rizgar bikin û ev yek pirî caran di hevdîtin û vegotina serpêhatiyên jinên rizgarkirî de hat dîtin êş û îşkenceya ku di nava lepên wan de didîtin.”

‘Şengal bi sekna xwe ya niha bersiva hêzên qirker dide’

Filê bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Di serdema 21 emîn de xwedîderketina li mirovahiyê, gelê Kurd, ol û baweriyên li ser erdê tenê di felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de hatiye pêkanîn. Ev yek di di dagirkirina Şengalê de û li pêşiya hemû hêzên qirker yên navnetewî û herêmî hate tekezkirin. Em li ser vê felsefê xwe mezin dikin, û cawa ku Rêber APO ji me re diyarkiriye ku em dîroka Gelê Kurd yê resen temsîl dikin û çawa xwedî li Şengalê derketin, em jî soza xwedîderketina li felsefe û pirojeya Rêbertî didin. Îro bi hezaran Civaka Êzîdî xwe di bi Pirojeya Netewa Demokratîk de xwebirêxistin kirine. Şengala îro ku tê de rengê xweşikbûnê, aşîtiyê û demokrasiyê diheje, bersîva herî tund ya hêzên qirker di cîhanê de da.”

Post Views: 57
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin
ÇAND Û HUNER

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin

17/06/2025
“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”
NÛÇE

“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”

17/06/2025
Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike
JIN

Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike

17/06/2025
‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’
NÛÇE

‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’

17/06/2025
‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.