Xwezaya Efrîn ji aliyê Artêşa Tirk ya dagirker û komên çeteyan ve tê talankirin û şewtandin. Ji’23 ê Tîrmehê ve li Efrînê bi hezaran darên zeytûn û mêweyan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine şewitandin. Tevî ku qirkirina xwezayê li gorî peymana navneteweyî ya Cinêv û Romayê sûcekî dijmirovî ye jî, lê tevahiya cîhanê bêdeng e
Zana Roj/ Şehba
Herêma Efrînê di Rojavayê Kurdistanê de herêma herî zêde ku bi xweza, dar û daristanên xwe tê naskirin. Efrîn di çandina darên zeytûn û berhemên wê de li ser asta cîhanê tê naskirin û gelek navdare, di Sûriyê de yek ji jêderên bingehîn yê hilbirîna zeytê bû. Li Efrîn beriya dagirkeriyê zêdetirî 18 milyon darên zeytûnan hebûn. Her wiha rûbera Efrînê 3 hezar û 850 km2, piraniya wê deverên çiyayî ne û deverên daristanî jî zêdetirî ji sedî 11 ji rûbera wê pêk tîne.
Qirkirina Xwezayî tê kirin
Efrîna ku bi xweza û rengê xwe yê kesk dihate naskirin, piştî dagirkeriya ku di 18’ê Adara 2018’an de pêk hatiye, veguherî navenda tundî, işkence, talankirin, dizî, revandin û kuştinê.
Ji bilî komkujiyên ku derheqê gelê Kurd û jinên Kurd di Efrînê de pêk tên, dagirkeriya Tirk û komên çeteyan dest bi talankirina xweza, sererd û binerda wê kirin. Bi hezaran dar û daristanên Efrînê hatin şewitandin. Bi taybet bi hezaran darên zeytûnê hatin birîn û li ser wê bazarên kirîn û firotinê di herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de hatin kirin.
Di vê çarçoveyê de bi taybet mal û milkên hemwelatiyên ku ji Efrînê koçber bûne, bi hemû rengê hovîtiyê hatin desteserkirin. Û piraniya darên wan hatin qutkirin û hilkirin.
Zêdetirî 21 milyon dar hatine qutkirin
Li gorî raporan ji destpêka dagirkerina Efrînê û heta niha zêdetirî 500 hezar darên zeytûnan û 21 milyon darên daristanan htine qutkirin. Ji darên zeytûnan ku hatine qutkirin 280 hezar darên ku temenê hinek ji wan zêdetirî 60 salî ne. Ev amara jî ji aliyê rêxistinên pêwendîdar ve jî hatine belgekirin û ji bo raya giştî hatiye pêşkêşkirin.
Di rojên borî de (23-24-25) Tîrmeha 2024 an, agir bi rûberên berfireh ji daristanên xwezayî yên çiyayên di navbera deştên gundê “Adma” û bajarokê “Meydan Akbes ket. Ji gundên “Alabisk û Bilîlko” re derbas dibe, hetanî rêya ku diçe gundên “Maydana” li bakur, û çiyayê “Jala” li başûr ku bi 230 hektar tê texmînkirin û li derdora wê bi hezaran darên zeytûn, kerez, hêjîr û tirî hene, li navçeya Racû, li ber çavê dewleta Tirk a dagirker û komên çekdar ên girêdayî wê ku ti tiştek ji bo vemirandina wî agirî nekirin, ji bilî hewldanên mutewazî, û tîmên Berevaniya Sivîl.
Rêxistina Mafê Mirovan Sûriye- Efrîn derbarê birîna daran herî dawî wiha got: “Di çarçoveya birînên vê dawiyê de, hejmarek ji kesên ku tawanên birîna daran dikin, nêzîkî hefteyekê berî niha li cihekî li başûrê bajarokê Qetma – navçeya Şara, 45 darên zeytûnan bi qismî birîn û darên ku hatine birîn aîdî welatiyên Kurd in ku ew herêm di bin serweriya Cebha El Şamiyê de ye. Komên çeteyan bi şev bi amûrên birînê yên elektrîkê dar dibirîn û veguhestina daran bi otomobîlên barhilgir li ber çavên bendên komên çeteyan dihat kirin. Li hemberî vê yekê malbatên ku darên wan hatine qutkirin, şîkayet li gel polîsên bajêr kirin, lê ev yek bê encam bû. Hêjayî gotinê ye ku beriya niha bi du hefteyan nêzî 200 dar yê xelkê Qitmê hatin qutkirin û heta niha jî birîna neheq li wê deverê berdewam e.
Di çarçoveya şewitandina daristanan de, 30’ê Tîrmehê, agir bi daristanên di navbera gundên “Çiyê û Afrazê” yên gundewarên Efrînê ket. Piştî destwerdana tîmên parastina sivîl /Xuz El Bayda/ agir hate vemirandin.
Her wiha li gorî ku Rêxistina Mafê Mirovan daye destnîşan kirin ku li Efrînê cihên pîşesazî yên komirê ku ji aliyê bazirgan û serokên komên çete ve tên birêvebirin, wiha ne:
– Di navbera gundên Kamruk û Sêmalka, navçeya Mabata.
– Gundên Meydana, navçeya Raco.
– Gundê Hesen, navçeya Raco.
– Gundê Komreşê, navçeya Raco.
– Di navbera gundên “Cerqa – Alamdara” – navçeya Raco.
`Dagirkeriya Tirk hemû bendên peymanên navnetewî yên Cenev û Romayê binpê dike`
Pêkanîn û kiryarên dagirkeriya Tirk yên ku di Efrîn û herêmên dagirkirî de dike, êdî gihîştine lûtkeya binpêkirinên mafê mirovî û sîwanên sûcên şer derbas kiriye. Kiryarên dagirkeriya TirK yên di derheqê gel û herêmên Kurdan de pêk tîne, herî dawî bi belge û tesbît ji aliyê Rêxistina ‘Human Rights Watch’ ji raya giştî re hate pêşkêşkirin. Dagirkeriya Tirk di herêmên dagirkirî de hemû pêvanên mirovî derbas dike her wiha zagon û peymanên navnetewî binpê dike.
Ev kiryarên Tirkiyê li gorî Madeya (8) ya Sûcên Şer ji Qanûna Romayê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û Binpêkirinên giran ên Peymana Cenevê ya 12 Tebax 1949’an, sûceên dijmirovî ne.






