Reşo Mihemed/ Qamişlo
Rojnamevan Ehmed Umer da zanîn ku Silêman Ehmed bi tawanekî ji rastiyê dûr hat cezakirin. Herwiha Umer diyar diyar kir ku heta rojnamevan Silêman Ehmed were azadkirin û rê li pêşiya kiryarên PDK’ê de were girtin, pêwîste Sendîqeyên Rojnamevaniyê, Navenda Metro û gelên Başûrê Kurdistanê xwedî helwestên bi bandor bin.
Piştî 279 rojan ji revandina edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, PDK’ê biryar da ku 3 salan Ehmed were darzadnin. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Silêman Ehmed di 25’ê Cotmehê de, li deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve hat revandin. Piştî revandina wî bi çend rojan asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyekê ragehand ku wan Silêman Ehmed revandiye. Wekî tê zanîn bi dirêjahiya vê dîrokê PDK’ê tenê carekê hişt ku parêzer hevdîtinê bi wî re çêbikin. Herwî dawî bi tewanên derw PDK’ê 3 sal hikumê darzandinê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.
Têkildarî heman mijaran jî pêşkêşvanê Rojava TV ji rojnameya me re axivî. ‘Rojnamevan kiryarên PDK’ê eşkere dikin, lewma tên girtin’
Ehmed da zanîn ku rojnamevan ji ber diyarkirina kiriyarên PDK’ê yên qirêj tên dîlgirtin û wiha got: “ Ev demeke dirêj e ku gelek çalakvan, rojnamevanên û kesên azadîxwaz ku serbixwe li Başûrê Kurdistanê kar dikin ji aliyê PDK’ê ve rastî zext û astengiyan tên. Bi taybet saziyên raghandinê yên ku serbixwe siyastmedar û çalakvanên ku dixwazin guhertinê li Başûrê Kurdistanê çêbikin û rewşa kesên ku kiryarên derzagonî ji aliyê PDK’ê ve li ser wan tên kirin, diyar bikin. Bêhtirî xwe rojnamevan siyaset, hevkariya bi dijmin re û kiryarên ku PDK’ê li Başûrê Kurdistanê dike didin eşkerekirin. Lewma tiştek ji destê PDK’ê nayê kirin ji bilî revandin û dîlgirtina rojnamevanan. Bi vî rengî PDK’ê siyaseteke wisa li hemberî her kesê ku dixwaze rastiyê ji bo raya giştî derxîne, dide meşandin. Mînaka vê siyasetê jî, girtina rojnamevan Silêman Ehmed û gelek rojnamevanên din, herwiha çalakvanên din e. ”
‘Madeya ku Silêman Ehmed pê hat darzadin, bê bingeh e’
Umer diyar kir ku rojnamevan Silêman Ehmed bi sûcekî ku bingaha rastiyê jê re tune ye hat cezakirin û wisa domand: “Wekî em dizanin piştî bêtirî 7 mehan ji revandina Silêman Ehmed, 3 sal cezayê darzandinê ji bo wî hat birîn. Piştî dirêjahiya vê demê PDK’ê bi hincetê derw ew bi sûcekî dûrî rastiyê dadgeh kir. Hikumta Başûrê Kurdistanê di sala 2007’an de madeya 35 derxist, ev made dest nîşan dike ku ji mafê rojnamevanê zererê bighîne sîstema Başûrê Kurdistanê û tiştekî dûrî rastiyê belav bike, bi vê madeyê û yasayên rojnamevaniyê were dadgehkirin. Lê dadgehkirin û cezayê ku li ser hat darzandin ne wiha bû, ew ceza derqanûnî bû. Di heman demê de PDK’ê bi hinceta ku rojnamevan Silêman endamê PYD’ê ye ev hukim lê birî, wekî em dizanin li gor zagonên rojnamevaniyê, ji mafê rojnamevanan e ku girêdayî aliyekî siyasî be. Lê heta hinceta ku endamê PYD’ê ye jî ne di cihê xwe de bû û ne rast bû, me dît ku PYD’ê ev hincet bi daxuyaniyekê red kir û da zanîn ku ti têkiliya Silêman Ehmed bi PYD’ê re tune ye û ew ne endamê wê ye. Di dema heyî de divê PDK’ê baş li vê biryara darzandina rojnamevan Ehmed û kiryarên dijî rojnamevaniya azad vegere. Ji ber ku heger kiryarên bi vî rengî li Başûrê Kurdistanê bidomin wê asta raghandina azad ber bi jêr ve biçe û namîne. ”
‘Pêwîste sendîqeyên rojnamevaniyê tevger û helwestê xurtir bikin’
Pêşkêşvanê Rojava TV Ehmed Umer anî ser ziman ku divê sendîqeyên rojnamevaniyê yên Başûrê Kurdistanê û her mirovekî azadîxwaz ji bo azadkirina Silêman Ehmed û gelek rojnamevanên din helwesta xwe bi hêztir bike û wiha axivî: “Piştî hukmê darzandinê li ser rojnamevan Silêman Ehmed hat standin, me dît ku gelek navendên parastina mafê rojnamevanan yên Başûrê Kurdistanê bertek û nerazîbûn ji bo darzandinê dan. Ev navend jî li ser asta navdewletî weke Navenda Metro û Sandîqeyên Rojnamevanan yên Başûrê Kurdistanê. Di dema ku Silêman Ehmed hat revandin de jî Navenda Metro daxuyanî da û bandorek li raya giştî ya cîhanî kir. Ne ji van hewldanên Mitro û Sandîqayên rojnamevaniyê bûya wê PDK’ê Silêman Ehmed jî dadgeh li dar nexistibaya. Helwesta van navendan ji bo darzandina Silêman Ehmed heya radeyekê baş bû, lê divê di asta navdewletî de helwestên cidî û bi bandor derxînin ji raya giştî re. Ango heta Silêman Ehmed û rojnamevanên din yên ku bêsûc hatine dîlgirtin, azad bibin û rê li pêşiya kiryarên PDK’ê yên wiha bê girtin pêwîste sendîqeyên rojnamevaniyê û gelên azadîxwaz yên Başûrê Kurdistanê destekê bidin rojnamevanan.”






