Hêzên Parastina Cewherî HPC û HPC-JIN bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji Gerîlayên Azadiyê re ragehand û êrişên dagirkeriya Tirk yên li dijî Herêmên Parastina Medeya û Xiyaneta PDK’ê bi tundî şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro em weke Hêzên Parastina Cewherî HPC û HPC-JIN ji bo xwedî derketina li gerîlayên azadiya li vê qadê kom bûne. Ji bo em jî bibin dengek ji dengê berxwedana gerîla û raya giştî baldar bikin, ji bo em her awayî êrîş û dagirkeriyê têk bibin, ji bo em xiyanet û nokeriyê bi dawî bikin em li hev kom bûne û heta ku em bi temamî polîtîkaya înkar û îmhayê ji holê rakin, emê her li meydanên cengê bin.
Herkes dizane îro ji her demê bêhtir li welatê me êrîşên giran û bê eman pêk tên. Dewleta Tirk a faşîst û qirker hewl dide li Rojava, li Şengal, li başûr û li bakurê Kurdistanê hemû destkeftiyên azadiyê ji holê rake. Li başûrê Kurdistan û Iraqê ev êrîşên dagirkerî û îlhaqê gihane asta lûtkeyê. Li navçeyên Dihok, Amediyê, Zaxo, Bamernê û Şêladizê artêşa Tirk a dagirker bi hevkariya mala Barzanî, êrîşên qirkirinê yên dijwar pêk tîne. Polîtîkaya îmha û înkarê bi awayê xwe yê herî dijwar di meriyetê de ye. Li dijî gelê Kurd, gelê Ereb, Tirkmen û li dijî tevahî gelê Iraqê êrîşên dijwar pêk tên. Ji ber vê sedemê em her awayî polîtîka û tifaqên dagirkeriyê şermezar dikin. Em rûreşiya mezin, îxaneta mala Barzanî lanet dikin û em dibêjin wê ev îlhaq, dagirkerî û ev îxanet bi têkoşîna hevpar a jin û gelan ve têk biçe. Bi vê boneyê em berxwedana bi rûmet a gerîlayên YJA Star û HPG’ê pîroz dikin û ji vir ji dilê şoreşa jin em wan silav dikin.”
HPC-HPJ-JIN Dewleta Tirk bi awayekî eşkere dixweze Osamaniya nû ava bike. Di serî de Kurdistan, hedefa wan a herî nêzîk dagirkirina giştî Iraq û Sûriye ye. Ji bo ku zû bighêjin vê armanca xwe jî berê bi sedan çeteyên DAIŞ’ê dane başûrê Kurdistan û Iraqê. Ya rastî hişmendiya Erdogan û Mesûd Barzanî hişmendiya DAÎŞ’ê ye. Îro li herêmên me yên dagirkirî û li başûrê Kurdistanê xwedî li DAÎŞ derdikevin, wan diparêzin û careke din ji bo pêkanîna komkujiyên mezin berê wan didin her deverê.
Ji bo wê îro gelê başûrê Kurdistan û Iraqê bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye. Lê mixabin ku hikûmeta navendî ya Iraqê bi tifaqa xwe ya bi navê tenmiye û rabûnê, dagirkeriya Tirk di welatê xwe de rewa kir. Bi vî rengî xizmet ji dagirkeriya Tirk û xiyaneta mala Barzanî re dike. Dewleta Tirk jî raste rast bi piştgiriya malbata Barzanî îro ketiye başûrê Kurdistanê. Bi rihetî ciwanên Kurd qetil dike, xwezaya Kurdistanê talan dike û êrîşên giran dibe ser gerîlayên azadiyê. Barzanî rûreşiya dîrokê ye û ev îxanet wê dawî li wan bi xwe bîne. Dema em li dîroka wan dinêrin; her tim bi dewletên dagirker re bûne yek û îxanet li Kurdan kirine. Di nava xwe de gelek rêveber û pêşengên Kurdan tasfiye kirine. Qazî Mihemed, doktor Şivan, Diyar Xerîb, Ferhad Dêrik, li Şêladizê Osman Mîrweysiye, li Mexmûrê welatparêzê mezin Ebû Zêyd, Li Silêmanî, Nagîhan Akarsel, Ebdilqadir Sabrî û Zelal Hesekê mînakên zindî yên hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re ne. Bi komplo û sîukastan pêşengên gelê Kurd, pêşengên azadiya jin û pêşengên gelan qetil dikin. Di dîroka nêz de jî herkesî dît ku; li Şengalê yên digotin em desthilatin hemû reviyan û gelê Êzidî radestî DAÎŞ’ê kirin. Heta niha jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî û zorokan ne diyar e.
Dema DAÎŞ li Iraq û Başûrê Kurdistanê tehlûkeyeke mezin ava kir û kesek nekarî li dijî vê hêza çete rabe, PKK li dijî wê derket. Îro jî bi heman ruhî û bi heman berpirsyariyê gerîla li dijî dagirkerî û qirkirinê disekine, gelê Başûr diparêze, hetta tevahî Iraqê û nirxên mirovahiyê diparêze. Di bin şert û mercên pir zehmet de, di bin bombebaran, çekên kîmyawî û qedexekirî de bi qehremanî li berxwe didin. Ji bo wê ew ne tenê şehîdên PKK’ê ne, ew şehîdên gelê Kurdistan û tevahî mirovahiyê ne. Ji bo parastina nirxên mirovahiyê têdikoşin û canê xwe feda dikin. Lewma gelê me û mirovahî wê ti carî wan ji bîr neke. Gerîla zarokên me ne, gerîla keçên me, xortên me, xwûşk û birayên me ne. Û emê heya dawî bi israr xwedî li gerîlayên xwe derkevin.
Bi vê wesîleyê di serî de jin, em bang li tevahî gelên azadîxwaz, li her Kurd, Ereb, Turkmen, kesên demokrat, sosyalîst, welatparêz û kesên xwedî şeref dikin ku pêwîste vê heqîqetê bibînin û xwedî li berxwedana gerîla derkevin. Em bi hev re mil bi mil xwe, welatê xwe û rûmeta xwe biparêzin.
Wê dagirkeriya Tirk ku dijminê gelan e û xiyaneta PDK’ê ku dijminê Kurd û Kurdistanê ye teqez têk biçe. Ji bo wê em dibêjin îxanet mirine, têkoşîn û berxwedan serkeftine. Li ser vê bingehê em her awayî îxanetê red dikin û emê xeta welatparêziyê, xeta berxwedanê bilintir bikin. Ji bo wê di serî de jin divê tevahî gelê me, tevahî mirovahî têkoşîna xwe xurtir bike û bi awayekî rêxistinkirî li hemberî vê pergala desthialdariyê raweste. Rojên azad, rojên serkeftinê pir nêzin û bêguman ji bo azadiya gelan wê dawî muhteşem be.”






