Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Radyoya Dengê Jiyanê di sala xwe ya 7’emîn de ye

01/08/2024
in NÛÇE
A A
Radyoya Dengê Jiyanê di sala xwe ya 7’emîn de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Radyoya Dengê Jiyanê ku li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê Erebî weşanê dike, di sala xwe ya 7’emîn de weşangeriyeke li ser bingeha heqîqeta gelan ku dîrokê ronî dike, esas digire.

Radyoya Dengê Jiyanê ku li seranserê hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weşanê dike, xwedî toreya weşan û nûçegihanane û navenda wê Hesekê û Reqayê ye, ev 6 sal in bi zimanê Erebî weşanê dike. Yek ji endamên damezrandina Radyoya Dengê Jiyanê û her wiha Rêvebera wê Sozda Ehmed, der barê pêvajoya ji avabûna radyoyê heta roja îro ku di sala xwe ya 7’emîn de ye ji ANF’ê re axivî.

DI SALA 2017’AN DE JI BO DAMEZRANDINÊ AMADEKARÎ DESTPÊ KIRIN

Sozda Ehmed, anî ziman ku ji bo vebûna Radyoya Dengê Jiyanê di sala 2017’an de xebat dane destpêkirin û wiha got, “Li Rojavayê Kurdistanê weşana radyoyê bi kadroyên xwe di şert û mercên teng de di sala 2012’an de destpê kir. Di van salan de radyoyên ku bi zimanê Kurdî weşanê dikirin, pir kêm bûn. Bi rêya radyoya herêmî, di nûçeyên Kurdî yên dihatin weşandin de, de behsa dîroka Kurdan û taybetemendiyên herêmê dihate kirin.

PÊDIVÎ BI RADYOYEK KU XÎTABÊ GELÊ EREB BIKE, ÇÊBÛ

Li herêmê şer gelek berfireh bûbû û her roj bajarek ango herêmek dihate rizgarkirin. Piştî rizgarkirina bajarên ku bi giranî gelê Ereb lê dijîn, pêdivî bi radyoyek ku bi zimanê Erebî weşanê bike çêbû. Gelê Ereb, gelekî ku bi xwezayê û axê ve girêdayî ye. Ji ber vê piraniya demên xwe di nava xwezayê de diborandin û eleqeya wan a li hemberî radyoyê zêdetir bû. Pêşî ji bo radyo dest bi weşanê bike, hewcehî bi kadroyeke xurt hebû. Em ne xwedî civakeke bi tecrûbe bûn. Ji bo radyoyê kesên di zimanê Erebî de serwer dîtin jî, ne hêsan bû. Ji bo temamkirina van kêmahiyan pêdivî bi perwerdehiyê hebû. Ji bo radyoyê 12 kadro nêzî 8 meh hatin perwerdekirin û zemîneke xurt hat amadekirin.”

WEŞANGERIYEK LI SER BINGEHA DÎROKA SÛRIYEYÊ 

Sozda Ehmed, da xuyakirin ku Radyoya Denê Jiyanê di 1’ê Tebaxa 2018’an de dest bi weşanê kiriye û wiha domand, “Ji ber ku dewleta Tirk di wê demê de li dijî Efrînê êrîşên dagirkeriyê dabû destpêkirin, pêvajoyek zehmet bû. Ji bo vê jî me weşangeriyeke ku li ser bingeha çand û dîroka gelên ku li Sûriyeyê dijîn, rastiya erdnîgariya Sûriyeyê û polîtîkayên dewletê yên li ser Sûriyê hatine meşandin, esas girtin. Di serdema perwerdehiyê de me bi rêya medyaya dîjîtalê dest bi xebatê kiribû. Lê di 1’ê Tebaxa 2018’an radyo dest bi weşanê kir. Piştî ku weşan destpê kir, em pê hesiyan ku guhdarvan zêde ne. Ev yek ji bo moral û motîvasyona me jî baş bû.”

PÊŞÎ LI CIZÎR, REQA Û DÊREZORÊ DESTPÊ KIR

Sozda Ehmed, anî ziman ku weşan pêşî saet di navbera 07:00 û 22:00’an de hatiye kirin û got, “Di serî de radyoya me, li seranserî tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, weşana xwe nekir. Li ser Cizîr û hin deverên navçeyên Reqa û Dêrezor weşanek hate kirin. Armanca me avakirina xebatkarên radyoyeke profesyonel bû. Me giranî da ser bernameyên siyasî. Her wiha me mijarên ku rojeva gel esas digirin û di bernameyên sibehê de bala gel dikişînin weşand. Piştre me dest bi pêvajoya bernameyên jin, zarok û ciwanan kir. Di sala 2022’yan de radyoya Dengê Jiyanê li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî 24 saetan dest bi weşana xwe kir. Ji ber bername û nûçe girêdayî çand û jiyana gel bû, bala wan dikêşa û dihate guhdarîkirin.”

ARMANC LI SER BINGEHA HEQÎQETÊ WEŞANGERIYE

Sozda Ehmed, diyar kir ku ji ber şerê giran ê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihate meşandin, weşangerî ne tiştek hêsan bû û wiha dewam kir, “Ji ber şer û ambargoyê gelek car me nedikarî amûrên teknîkî peyda bikin. Ev yek dibû sedem car bi car weşan qut bibe. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn her roj pêşketineke siyasî ya nû rû dide. Ev rastî dihat berçav girtin û li gorî wê bername dihatin amadekirin. Gelê ku dîrok û koka xwe nizanibe nikare siberoja xwe li ser hîmên rast ava bike. Ji bo vê jî di serdema pêş de em ê giranî bidin ser weşangeriya ku dîrokên bajar û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çandên gelên li van gundan dijîn.” ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.