Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KNK’ê bang kir: Her qadê bi rengê neteweyî bixemilînin

01/08/2024
in NÛÇE
A A
KNK’ê bang kir: Her qadê bi rengê neteweyî bixemilînin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

KNK’ê li dijî êrişên nijadperest ên li ser çand û zimanê Kurdî bang li gelê Kurd kir ku her mal, wargeh û qada jiyanê bi rengê neteweyî bixemîline.

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişên nijadperestî yên dewleta Tirk ên li ser nirxên gelê Kurd daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Kuştin, qirkirin û talanên dewleta faşîst ku bi salan e anîne serê Kurdan ne bes in êdî li hemberî dîlana ciwan Kurd jî xwe ranagirin, wan diavêje zindanan. Nivîs, sembol û nîşaneyên bi Kurdî yên ji aliyê şaredariyên Bakurê Kurdistanê ve yên li ser rê û kolanan hatine nivîsandin radike. Ji xwe berê jî nivîsên Kurdî yên li ser kêlên cangoriyan hatin nivîsandin rakiribûn û posterê Ehmedê Xanî şikandibûn, gelek tawanên din jî kiribûn.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Eger wiha dewam bike û li hember vê neteweya Kurd bêdeng bimîne, wê planên nijadperestiyê berfirehtir bin û heta wê kal û pîrên me jî ji ber nezanîna zimanê Tirkî ceza bikin. Ev destpêka pêleke nû ya faşîzm û nijadperestiyê ye. Komara faşist a Tirkiyê dixwaze destketiyên têkoşîna me ya 100 salan tine bike. Lewra baş dizane gelê Kurd di Rojhilata Navîn de neteweyeke kevnar û resen e, her tim jî li ser axa xwe jiyaye û xwediyê dîroka hezarê salan e. Ji ber wê dixwaze bi kiryarên nijadperestî bîrdank û heyî û samana neteweyî yên Kurdan, çand, huner, wêje û dîroka wan ji holê rake.

Her netewe bi ziman, wêje, çand û hunera xwe li ser piyan dimîne. Eger ev yek tine bibin bê guman wê ew netewe jî hêdî hêdî tine dibe û ji hofka dîrokê radibe.

Vê komara faşîst ev zêdetirî 100 sal in gelek komkujî bi serê me Kurdan de anîne, lê divê em bizanin komkujiya herî giran bişaftin û asîmîlekirina gelê Kurd û gelên xeyre Tirk, tinekirina nirxên wan yên neteweyî û mirovî ne. Ji bo şikandin û lawazkirina nijadperestiyê, di serî de saziyên Kurdî, rewşenbîr û siyasetmedar divê gelê Kurd û Kurdistanî bi tevayî li hemberî van kiryar û reftarên dewleta nijadperest helwesta xwe ya netewparêzî nîşan bidin û her mal, wargeh û qada jiyanê bi çand, huner, wêje, folklor û dîlanên gelerî bixemilîne û rihê neteweyî xurttir bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.