Jîn Hisên/ Qamişlo
Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê û heta niha, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj asta ragehandinê pêş dikeve, sazî û dezgehên ragehandinê ku yek berhemên şoreşa 19’ê Tîrmehê ne, dikarin bibin dengê şoreş û civakê.
Raghandina kurdî li Sûriyê di qûnaxên pir zehmet re derbas bû, sedema wê jî zordariya rêjîma Baas ya wê demê û nebûna kadroyên pispor û nebûna imakanan bû.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wekî tevahiya qadan, qada raghandinê jî dikarîbû di demeke kin de qûnaxên mezin derbas bike. Herwiha gelek sazî û dezgehên ragihandinê hatin damezirandin, di gihaştina dengê şoreşa xwe ji raya giştî û cîhanê re, van sazî û dezgehan roleke girîng leyîstin.
Ji sala 1960’an de raghandina kurdî tenê di warê raghandina partîbûnê de sînordar bû, tenê rojnameyan û bultenên demkî yên partiyan bûn, naverok û şêwazên wan pir lawaz bû, di çarçoveyeke teng dihatin belavkirin û di pêşxistina rewşa raghandinê de roleke pir lawaz lîst.
Rewşa raghandinê beriya şoreşa Rojava
Li Sûriyê bi giştî û li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, rewşa raghadinê ya kurdî, sazî û dezgehên serbixwe tune bû, tevahî raghandin û mijarên girêdayî wê di destê rêjîma Bees de bû. Xebatên saziyên serbixwe qedexe bû, bi zilim û zordariyeke mezin rêjîmê raghandin girtibû destê xwe.
Rewşa Raghandinê piştî şoreşa Rojava û heta niha
Bi şoreşa 19`ê Tîrmehê re sazî û dezgehên ragehandinê hatin avakirin û karê ragehandinê hat rêxistinkirin. Li Rojavayê Kurdistanê weke çawa qadên leşkerî, perwerdeyê û civakî pêşketin çêbû, di qadên raghandinê de jî gavên pir mezin hatin avêtin, xebatkarên raghandinê yên destpêkê hem karê raghandinê dikirin hem jî derdora xwe perwerde dikirin, kar û avakirin bi hev re dimeşandin, di encamê de weke îro em dibînin bi dehan sazî û dezgehên raghandinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin û xebatê didin meşandin, di van saziyan de jî zêdeyî hezar û 700 kes weke rojnamevan û xebatkarên raghandinê kar dikin, bi vî awayî di nava şoreşê de xebatên raghandinê hate meşandin. Bi demê re ev sazîbûyîn pêşket, berfireh û mezin bû heta ku gihaşt asta bi dehan sazî û dezgehên raghandinê yên derve nûçegihanên wan li vir kar dikin û bi dehan rojamevan tên herêmê, ev gav mezinbûyîna xwe didomîne û berfirehtir dike.
Her kes karîbû tevlî qada raghandinê bibe
Dema şoreş Rojava dest pê kir, di qada raghandinê de pêwistî bi hebûna rojamevanan hebû, warê raghandinê ji her kesî re hate vekirin da ku kar bê meşand, di nav wan de xwendekarên zanîngehê, xwendekarên asta amadeyî û kesên ku tu têkiliyên wan bi ragihandinê re tune bû, gelek kes bi awayekî dildarî berê xwe dan çapemeniyê û kar kirin, bi ezmûn û tecrûbe di aliyê pratîkê de kesayet û qada raghandinê pêşxistin, avêtina gaveke wisa em gihaştin asta ku îro em tê de ne.
Saziyên destpêkê ku hatin vekirin, rojnameya Ronahî û televîzyona Ronahî bû, piştre ajansa Hawar û Firat hatin avakirin, di van saziyan de hem perwerde û kar bi hev re hate kirin, kesên di van saziyan de fêrî xebatên raghandinê bûn, îro li gelek sazî û dezgehê dîtri kar dikin û xebatê didin meşandin, ji ber vê jî îro em karin bêjin ezmûneke berfireh û baş bû. Saziyên hatin vekirin bingehekî bi hêz ya ragahandinekî baş avakiriye, îro em dinerin bala cîhanê li vir e, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûrî di diniyayê deng vedaye, barekî mezin yê dezgeh û saziyên raghandinê ye.
Yekîtiya Raghandina Azad
Wekî dezgehekî rêxistinkirin di parastina rojamevanan di 2012`an Yekîtiya Raghandina Aaad hate avakirin, xebatên raghandinê berî avakirina Rêveberiya Xweser li gel raghandina azad dihat meşandin ji hêla muhme, rixset û pêşwazîkirina rojamevanên ji derve dihatin, piştî dayîreya ragandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ya herêma Cizîrê hate avakirin êdî karê rixset û bîroqratîk dewrî wan hate kirin. Raghandina Azad wekî karekî sandîkayî ji bo parastina mafên rojamevanan û birêxistinkirina wan xebat hate meşandin. Pirsgirêkên li gel rojamevanan tê kişandin ji hêla raghandina azad tê çareserkirin, têkilî bi her aliyên peywendîdar tê kirin ji bo hêsankirina xebatên raghandin û rojnamevanan û her berdewam e xebat.
Pirsgirêkên ku li hemberî qada raghandinê derdikeve
Pirsgirêka herî mezin li Rojavayê Kurdistanê hedefgirtina rojnamevanan gelek caran ji hêla dewleta Tirk a dagirker e, bi taybetî bûyera herî dawî ya li dijî ekîba Jin Tv hate kirin, ya din jî alavên xweparastinê yên li dijî guleyan pir kêmin peydakirina wan ji ber vê yekê jî derfetên peydakirina nûçeyan di demên şer de pir zehmet dibe, kêmaniya perwerdekirina rojnamevanan di aliyê ewlekariyê de.
Ji bo Mijara xwendinê kesên ku derbasî vê qadê bûn gelek ji wan bê tecrûbe bûn asta wan ya xwendinê kêm e, tevî perwerdeyan û fêrkirinê lê gelek kes nikarin bighêjin wê asta baş.
Ji bo başbûna qada raghandinê zanîngeh û peymangeh hatin avakirin, dibe ku bi demê re ev pirsgirêk bên çareserkirin, ji ber ku îro weke em dibînin li zanîngeha Rojava beşê raghandinê çêbûye.
dezgeh û saziyên raghandinê heta astekê karîbûn dengê şoreşê bighînin cîhanê
Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya raghandinê karîbû gelek gavan di astên siyasî, civakî û diblosmasî bavêje, bi saya raghandinê şoreşa Rojavayê Kurdistanê deng vedaye di dunyayê de, di destpêka şoreşê 2011`an îslama siyasî û alîgirên dewleta Tirk û heya roja îro meşên înê nav lê dikirin û raghandina xwe dixistin nav de, ev herêm di bin sîwana îslama siyasî wê birêvebirina, lê raghandina Bakur û Rojhilatê Sûriyê civak ji vê yekê hişyar kir û karîbû civakê ji van lîstok û pilanên dewlet Tirk û alîgirên wê biparêze, tevî kêm derfet û îmkanan karîbû gavên mezin bavêje û bibe xwedî rol û bandoreke pir mezin di pêşxistina Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê; îro ev tê dîtin.






