Bi soza‘Azadiya Jinê, Netewa Demokratîk, Sûryek fidralî, 400 Şervanên Erka xweparastinê yên Dewreya Şehîd Ehmed Nasir Silêman û Şehîd Hemo Qamişlo li Akedemiya Şehîd Ehmed El Elî perwerdeya Erka xweparastinê bi dawî kirin.
Diyana Mistefa/REQA
Şervanan di perwerdeya ku 45 rojan berdewam kiriye, dersên Siyasî, îdilojîk û Leşkerî dîtin e.
Di meresîma dawîkirina perwerdê de, endamê Ofîsa perwerdeyê Hazim Burhan Idrîs axivî û got: “Ez dawîkirina perwerdeya ku navê Şehîd Ehmed Nasir Silêman û Şehîd Hemo Qamişlo rakiriye pîroz dikim, ew Şehîdên ku canê xwe ji bo rûmeta herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û jiyankirina bi aramî feda kirin e.”
Meresîm bi pêşkêşkirinek leşkerî ji aliyên Şervanan bi dawî bû.






