Amara Baran/ Qamişlo
Parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku bi armanca firehkirina pêngava cîhanî ya azadiya Rêber Apo ew derbasî Başûrê Kurdîstanê bûn û serdana partî, sazî, destgeh, tevger û kesayetên pêşeng dikin da ku piştgiriyê bidin pêngava azadiyê û pêngavê firehtir bikin.
Serdanên şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di nav de li Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Di hevdîtinan de mijarên azadiya jinê, rewşa giştî ya jinên Kurd li Kurdistanê û pirsgirêkên wan, rola jinan ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî, girîngiya têkiliyên jinên kurd, pêwêstiya parvekirina ezmûnan û platformên hevpar tên nîqaşkirin. Herwiha xala herî girîng ku di hevdîtinan dfe li ser tê rawestandin, azadiya Fîzîkê ya Rêber Apo ye.
Derbarê serdanên Partiya DEM û TJA ji Başûrê Kurdistanê re, parlamentera berê ya HDP’ê ku cihê xwe di nava şandeyê de digre Ayşe Acar Başaran ji rojnameya me re axivî.
Partiya DEM û TJA ji bo Azadiya Apo serdanên xwe li Başûr dewam dikin
Ayşe Acar di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Pêngava Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dewam dike. Li ser asta cîhanê rewşenbîr, nivîskar, feylesûf , parlementerên berê, û kesên ku xelata Nobilê girtine beşdarî wê bûne û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bangewazî kirine. Di heman çarçoveyê de li gelek welatan meşen dirêj hatin lidarxistin. Bi armanca firehkirina pêngavê em wekî Dem Partî û Tevgera Jinên Azad derbasî Başûrê Kurdîstanê bûn û serdana partî, sazî, destgeh, tevger û kesayetên pêşeng dikin da ku piştgiriyê bidin pêngava azadiyê û pêngavê firehtir bikin.”
Dewleta Tirk li Başûrê KurdIstanê roj bi roj Dagirkeriya xwe zêde dike
Ayşe da zanîn ku her çar perçeyên Kurdistanê di nava xeteriyê de ne û wiha domand: “Li Başûrê KurdIstanê dagirkerî roj bi roj zêdetir dibe, li Rojavayê KurdIstanê jî bi piştgiriya hêzên navnetewî dewleta Tirk roj bi roj dagirkeriyê pêşdixîne, heman deme de li Bakurê KurdIstanê hêzên demokratîk têne hedef girtin, nasname û zimanê kurdaN bi erîşên tûnd re rû bi rû ye. Ev sedsalên ku me derbaskirine bi destê hêzên navnetewî kurd bê maf hat hîştin û li ser erdnîgariya xwe bindest jiyan kirin. Di sedsala nû de desthilatdar bi piştgiriya desthilatdaran û bi pêşegtiya dewleta Tirk dîsa daxwaz dikin ku kurd bê maf bên hîştin û bê hêz bimîn in.”
Dewleta Tirk dixwaze civakê ji fikre Rêber Apo qût bike
Ayşe diyarkir ku Rêber Apo di sala 1999 ‘an de bi komployeke navnetewî radestî dewleta Tirk hatkirin, ev 25 salin di bin tecrîdeke giran de ye û got “Di vê demê de dîsa bi berdewamiya komployê Rêber Abdullah Ocelan bi tecrîdekî giran re rû bi rû ye, dixwazin fikir û ramanên wî ji civakê dur bixin. Ev 41 meh in derbasbûn ku tu agahî ji Rêber Abdullah Ocelan nayê girtin, ne malbat ne parêzer ne jî heyetên siyasî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Mafê wî yên hiqûqî ê mirovî tê binpêkirin û pergela îşkencê ji Îmraliyê dest pê dike û li hemû civakê tê ferzkirin.”
Dewleta Tirk ji bo ku çeteyan li Başûr bicih bike gelek gundan vala dike
Ayşê da xuyakirin ku Başûrê KurdIstanê di nav rewşeke awarte de ye û wiha domand: “Bi pêşengtiya PDK’ê dewleta Tirk her roj dagirkeriya xwe bêtir pêş dixe, gelek gund hatine valakirin û çeteyên DAÎŞ’ê di wan gundan de hatine bicihkirin. Ev nezîkatî wekî salên berê desthilatdar û dewlet daxwazin li gor berjewendiyên xwe tevbigerin. Dewleta tirk jî bi xewin û xeyalên emperyalist dixwaze ku xeta xwe ya Mîsaqî-Mîllî de bi cih bike û îradeya gelê kurd tune bike. Îro ev dagirkerî ne tene pirsgireka gele Başûre, lê ya tevahıya gelê Kurd e. Mixabin li hemberî vê jî yekîtî û yekdengî dernakeve. PDK’ê bi dagirkeriyê re di nav hevkariyê de ye û pêşî lê vedike. Gelek kesên ku li hemberî dagirkeriyê nerazibûnê xwe nişan didin yek bi yek têne binçavkirin.”
Li hemberî erîşan pêwîste gelê kurd yekîtî û tifaqa xwe ava bike
Ayşe wiha li axaftina xwe zêde kir: “Li hemberî erîş û siyaseta dagirkeriyê pêwîste gelê kurd yekîtî û tifaqa xwe avabikin û helwesta xwe zelal bikin, ji ber ku dewleta Tirk dixwaze vê sedsalê jî wekî sedsalên din ji deste gele kurd bistîne. Xeyalên ku dikirin bi serneket, ji ber ku îrade, ziman û çanda kurdan hê li ser piya maye . Ev sedsalên ku dagirkeriya Tirk li ser erdnigariya Kurdistanê dijî wek desthilatdareke dagirker ku dixwaze gelê kurd bi pişaftinê re rû bi rû bimîne, hemû rê û rêbazan dixe dewrê. Wekî salên 1990 dema ku gund hatin valakirin û gele kurd koçberê derveyî welat hat kirin, herwiha kesên ku piştgiriya dewletê dikirin hatin bicihkirin, wan xwest demografiya heremê bidin guhertin. Di heman deme de li Rojavayê KurdIstanê jî heman tişt hatin jiyankirin û cewhera erdnîgariyê dane guhertin. Destpêka komara Tirkiyê de wek plansaziya şerq islehet tê gotin, îro ew plansazî hatiye berçavkirin, îro li Başûrê KurdIstanê dixwazin pêk bînin. Lê di dema niha de yekîtî û tifaqa gelê kurd gelek girînge ji bo têkbirina planên li ser kurdan.”
Çareserkirina tevahiya kirîzan bi fikre Rêber Apo pêkan e
Ayşe di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li hemberî dagirkeriyê pêwîste rewşenbîr rûsipî û saziyên li Başûrê Kurdistanê bi erkê xwe rabin û bi yek dengî sekna xwe bidin nîşandan. Rolê Rêber Abdullah Ocelan ji bo çareseriya pirsgirêka gelê kurd diyare, fikir û ramanê Abdullah Ocelan ne tene ji bo KurdIstanê ye, lê ji bo Rojhilata navîn û gelemperiya cîhanê ye. Ji ber ku îro li cîhan giştî di kirîzan de jiyan dike, bi fikr û ramanên Rêber Apo çareserî pêkane.”