Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Fîlma Vejîn xwedîderketina li ked û şoreşgertiya Şehîd Vejîn e’

31/07/2024
in Uncategorized
A A
‘Fîlma Vejîn xwedîderketina li ked û şoreşgertiya Şehîd Vejîn e’
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Ciwanên Apoyî di têkoşîna azadiya Kurdistan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê de, li ser şopa Elî Çîçekan bi xebatên xwe destanên lehengiyê dinivisînin. Ji qadên rêxistinî, perwerde, leşkerî û siyasî bi terzê ciwantiyê berê xwe dan geşkirina qada sînameya Kurdî. Fîlam Vejîn jî hêz û îradeya ciwanên Kurd yên serdemê îfade dike.

Beriya 9 mehan Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê xebatê kişandina Fîlma Vejîn destpêkirin. Di nava ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev yekemîn berheme ku bi vê rengî tê derxistin. Ciwan û jinên ciwan di nava vê xebatê de erk û misyona li ser milê ciwanên serdemê dan îfadekirin. Fîlma Vejîn ji aliyê endam û xebatkarên ciwanan ve hatiye kişandin, bi derfetên herî kêm fîlma Vejîn bi perfesonaltî hate derketin û cihê xwe di nava dilê temaşevanan de avakir.

Têkildarî Fîlma Vejîn ya ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Sûriyê ve hatiye kişandin endamê Tevgera Ciwanan ya Kantona Efrîn û Şehbayê Fiuad Mihemed  ku di fîlm de lîstikvanê sereke ye ji rojnameya me re axivî.

Berhemeke şoreşgerî raberî gelê xwe kirin

Fûwad destnîşan kir ku Fîlma Vejîn bi derfetên herî kêm hate amedekirin û wiha got: “Fîlma Vejîn yekemînberheme ku ji aliyê Tevgera Ciwanan vet ê amedekirine. Ev Fîlm li Bajarê

 

Reqayê bi tevlîbûna nêzî 15 ciwan û jinên ciwan hate amedekirin. Fîlm bi defetên herî kêm yên di destê me de hate amedekirin, tenê bi 2 kemîreyan û 1 dironê hate kişandin. Bi rastî di kişandina vê berhemê de tu destek yan alîkarî ji aliyên din yên têkildar ve nehatin xwestin. Ciwanên Şoreşger bi hebûn û terzê xwe xwestin berhemekî şoreşgerî ku tê de cenga Azadiyê îfade dike pêşkêşî gelê xwe bikin.”

`Gavên valaderxistina siyasetên dijmin divên`

Fûwad di derbarê armanca fîlm dewiha got: “Armanca me ya sereke ku ev fîlm di nava tavahî ciwanên cîhanê û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bê temaşekirin. Bi rastî îro dema ku em li ciwanên heyî dinêrin di nava penca qirkirina çandî, hebûn û îradeyê re derbas dibin, leystikên dijmin yên herî zêde li ser ciwanan tên bikaranîn. bi xet û siyasetên gelek zirav nirxên ciwantiyê digrin hedef. Bi taybet di şoreşê de em di ferqa leyîstok û şerê taybet ya ku dijmin dixwaze me pê bide bandorkirin de ne. ji lewera gavên ku em ji dijmin re îsbat bikin ku em ciwanên li ser hîmên şoreşgertiyê mezin bûne û wê negihîne armancên xwe. Ciwanên serdema îro gavên gelek mezin jê tên xwestin her wiha têkoşîna hişmendî, îdeolojîk, leşkerî û guhartin û veguhartinê jê tê xwestin. Yek ji armancên Tevgera Ciwanan jî ku ciwanên heyî nekşin xeta dijmin û careke din li xwe û hebûna xwe vegerin.”

Fûwad wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ev fîlm di destpêkê de navê wê `Werin Cenga Azdiyê` bû, lê piştî Şehadeta Heval Vejîn navê Fîlmê hate guhartin. Sedema guhartinê jî ji ber fikir û xebatê ku ji bo fîlmê hatiye orgenîzekirin ji aliyê Şehîd Vejîn Jiyan bû. ji lewra ji bo bîranîna şehadet û keda wê, her wiha li ser xeta têkoşîna şehîd Vejîn meşandin navê Fîlmê bû `Vejîn`.”

`Em ê bibin hêz û eniya yekemîn ya têkbirina dagirkeriyê`

Fûwad di dawiya axaftina xwe de banga hemû ciwanên Kurd û yên şoreşger kir û wiha got: “Em banga tavahî ciwanên Kurdistanê dikin ku em xwedî li şoreş û hebûna xwe derkevin. Xwedîderketina li mîrasê bi hezaran ji şehîdan her wiha xwedîderketina li serhildanên Kurdistanê encax bi ciwanan pêk bê. Em bangawaziya rihê ciwantiya welatparêz dikin ku derkevin meydanê û bibin hêz û enya yekemîn ya têkbirina pilan û siyasetên dagirkeriyê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.