Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çanda Kevnar a Êzdiyatî xwe bi zarokan nû dike

31/07/2024
in Uncategorized
A A
Çanda Kevnar a Êzdiyatî xwe bi zarokan nû dike
Share on FacebookShare on Twitter

Dewreya perwerdeya muzîkê ku beriya du mehan ji aliyê Navenda Çand û Huner a Stiya Nexşa ve ji bo zarokan hatibû destpêkirin, didome. Armanca dewreyê zindîkirina çanda kevnar a Êzidî ye.

Navenda Çand û Hunerê ya Stiya Nexşa ya Şengalê ji bo zindîkirin û tunenebûna çanda Êzidî, beriya du mehan dewreyeke perwerdeyê ya zarokan dabû destpêkirin. Dewreya ku beriya du mehan hatibû destpêkirin, bi 30 zarokan bi rengekî serkeftî berdewam dike. Ji perwerdeyê armanc ew e ku zarok hem fêrî amûrên muzikê bibin û hem jî fêrî çanda xwe bibin da ku çand Êzidî neyê tunekirin û derbasî nifşên nû bibe. Ji aliyê din ve bi taybetî 10’emîn salvegera Fermana 74’an destpêkirina dewreyeke bi vî rengî, parastina çand û baweriya êzdiyatî, li dijî fermanan bersiv e.

Têkildarî dewreya perwerdeyê ya muzîkê mamosteyên ku perwerde didin zarokan axivîn û diyar kirin ku ew dixwazin hîn bêtir çanda Êzidî bidin xuyakirin.

 ‘Em tenê perwerdeyê muzîkê nadin’

Mamoste Bêrîvan Şengalî da zanîn ku 30 şagirtên wan hene û ew zarokan fêrî amûrê muzîkê dikin û wiha got: “Em dixwazin dewreyên bi vî rengî çanda xwe hîn bêhtir bidin xuyakirin. Ji bo çanda me winda nebe em zarokan fêrî çanda Êzidî dikin. Heta em tenê fêrî muzîkê nakin, em perwerdeya çand û exlaq jî. Em dixwazin ev zarok fêrî hevaltiyên rast jî bizanibin û bikaribin tiştên baş û xirab ji hev derxînin.”

Wek şagirt destpê kir lê niha mamoste ye

Mamoste Sosin Seydo jî hîn zarok bûye çûye Navenda Çand û Huner a Stiya Nexşa, li wir fêrî amûrên muzîkê bûye û niha wek mamosteyê muzîkê li Stiya Nexşa zarokan fêrî amûrên muzîkê dike.

Mamoste Sosin der barê dewreya perwerdeyê de destnîşan kir ku ew di perwerdeyê de her tiştî fêrî zarokan dikin û ev nirxandin kir: “Ev 3 meh in me perwerdeya zarokan daye destpêkirin. Perwerde heftê 3 roj in û zarok roja în, şemî û yekşemê tên perwerdeyê. Di van her 3 rojan de em amûrên muzîkê, çand êzidî fêrî wan dikin. Em dixwazin çanda kevnar a Êzidî bi zarokan re geş bibe û neyê tunekirin. Ji aliyê din ve em her aliyan ve zarokan perwerde dikin. Em tenê perwerdeya muzîkê nadin, em perwerdeya tenduristiyê jî didin, perwerdeya exlaqê jî didin.”

Banga zarokan

Her wiha zarokên ku ev du meh in perwerdeya muzikê dibînin jî kêfxweşiyên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev di du mehan de fêrî gelek tiştan bûne û bang li hemû zarokan kirin ku tev li perwerdeya muzîkê bibin da ku çanda xwe bidin jiyandin. JÎNHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.