Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredarî ji bo xizmeta civakê kar û xebatê xwe dewam dike

31/07/2024
in Uncategorized
A A
Şaredarî ji bo xizmeta civakê kar û xebatê xwe dewam dike
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/ Qamişlo

Cigera Hevseroka Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer diyar kir ku ew dixwazin bi her kesî re bibin alîkar û xebatên Şaredariyê wekî xebatekî sereke lê binêrin, ji ber ku şaredarî saziyeke sereke ya pêdiviyên civakê ye.

Li Rojavayê Kurdistanê piştî ku di 19’ê Tîrmehê de gel rêveberiyên bajaran bidest xistin û dest bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk kir, xebatên şaredartiya gel ku yek ji lingên esasî yên vê sîstemê ne jî, roj bi roj berfirehtir bûn. Şaredariyên gel  ji bo rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzariyên cîhêreng ji bo civakê,  xebatan rojane yên girîng  dan meşandin. Di vê çarçoveyê de Cigera Hevseroka Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer ji Rojnameya me re axivî.

 Kar û xebat

Bêrîvan Omer balkişand ser kar û xebatên şaredariyê yê sala 2024`an û wiha got: “Ev demeke me hewl da ku xebatê şaredariyan bi awayek lezgîn çareser bikin. Ji xwe hemû pirojeyên ku têne avakirin helbet bi nerîn û fikirê gel têne avakirin, yek ji wan pirojeyan jî pirojeya avakirina beşan di hundirê şaredariyan de bû. Di heman demê de her şaredariyek ji ya din feriq dike, yanî dikare bê gotin ku di her şaredariyekî de pilan û pirojeyên xwe yên taybet heye. Yek ji çareseriya pirsgirîkên herêmê Şaredariye. Hem di anîna avê de be û hem jî di avakirina riyan de be. Di heman wextî de em gelek caran di warê derfetan de wendahî jiyan dikin, ji ber ku ew derfetên me yên zêde tune ye de ku em bi erkên xwe bi awayekî tam rabin. Her çiqas pirsgirêk mîzanî be jî, lê ji bo herêmê wê gelek kêm çareser bibe.”

‘Pêwîst e xebateke hevbeş were kirin’

Bêrîvan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê salê de em rastî êrîşek gelek mezin hatin, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, tê zanîn ku dewleta Tirk bi êrişên xwe eraziyek mezin li Bakur û Rojhilatê suryê girt û ziyanên madî di astek mezin da hate dayîn. Ji lewra em di serî de dixwazin ev cihên ku hatine xirab kirin, ji nû ve ava bikin, ji ber ku pirsgirîka debarê gelek mezin e. Ji bona vê yekî em xwedî îda ne ku di vê salê de emê hemû pirsgirîkan çareser bikin û careke din emê hewl bidin detfetan ji bo civaka xwe avabikin. Dikarim bibêjim ku di vê salê de jî pirsgrîka avê di Qamişlo de çêbû dîse ne sedem gel bû, sedema sereke em bûn, pêwîst bû me li gorî gel xwe amede kirbane lê di vî alî de hindek kêmanî keta karê me de. Di van rojên bûrî de me gelek cih avakirin ji bo meseleyên xizmetguzariyê da ku civaka me ji halê heyî xilas bike. Me di astek mezin de pirsgrîka avê di herêmê de çareser kirye. Ji bo ev babetê were bihurandin pêwîst e xebatek hevbeş were kirin.”

‘Xebatên Şaredariyan li gorî pêdiviyên Rojane baş dimeşe’

Bêrîvan bal kişand ser meseleya mêzaniyê û wiha got: “Pirsgirêke ku li pêşiya me dibe asteng, mêzaniy e ku gelek kême tê dayin. Her weha dema ku em mêzaniyê kom dikin jî rewşa êrişên dewleta Tirk dikeve meriyetê de, ji lewra ew pirojeyên ku me dabûn avakirin xirab dibin. Bi rastî em bi pilan nêzî pêdiviyên civaka xwe dibin, lê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser saziyên me di astekî de em dane seknandin. Yanî dikarim diyar bikim ku êrişên dewleta Tirk bû sedem ku em careke din istratîjiya xwe biguherin, Dîse jî xebatên Şaredariyan li gorî pêdiviyên Rojane baş dimeşe, çi di hêla paqijkirina riyan de be çi jî di aliyê anîna pêdiviyan.

‘Şaredarî saziyeke sereke ya pêdiviyên civakê ye’

Bêrîvan Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek Bajarên piçûk wekî Amûdê û Dirbêsiyê hin pêdivî hatine parvekirin hem di aliyê çêkirina riyan de be hem jî di anîna avê de be. Di dawî de jî em dixwazin bi her kesî re bibe arîkar û xebatên Şaredariyê wekî xebatekî sereke lê binêrin, ji ber ku şaredarî saziyeke sereke ya pêdiviyên civakê ye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.