Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘PDK û Mala Barzanî di xiyaneta xwe de bi israr in’

31/07/2024
in Uncategorized
A A
‘PDK û Mala Barzanî di xiyaneta xwe de bi israr in’
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/Qamişlo

Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) bi xiyantê dagirtiye,  ew bi  tevahiya şewazan hevkariya dewleta Tirk a dagirker di şerê qirkirina gelê kurd de, dike.

PDK’ê xiyaneta xwe ya li dijî Kurdan didomîne û wekî ji rêzê dibîne. Ji nîvê Nîsana par ve bi artêşa Tirk a dagirker re beşdarî êrişên wê yên domdar dibe. Piştî belavbûna hin dîmenên ku avakirina baregehên leşkerî li herêmê ji aliyê artêşa Tirk ve di bin ala PDK’ê de nîşan didin, ev xiyanet bi awayekî zelaltir eşkere bû.

Tekîldarê êrişên dagirkeriya Tirk  li ser Başurê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê, parlamentera Partiya DEM  Salîha Aydenîz ji rojnameya me re axivî.

‘Xiyaneta mala Barzanî ji dîrokê û heta niha berdewame ‘

Saliha Aydenîz diyarkir ku êrîşê dewleta tirk li ser Başurê KurdIstanê tenê  bi demên dawiyê re mirov nikare binirxîne û wiha got: “Politikaya dewleta tirk hertim polîtîkaya qirkirin û tunekirinê ye. Rexistina komara Tirkiyê   li ser tirk -sunî îslam xwe pênase dike û heta roja me ya îro aniye. Di serî de erîşên dewleta tirk li ser politikaya avakirina komara tirkiye yê sedsal beriya niha dema ku Rojhilata Navîn hate xêzkirin sîstema netew dewlet a dewleta tirk avabû.

‘Dewleta tirk ziman, çand û baweriyên gelên Kurdistanê qebûl nake

Salîhe wiha domand: “Dewleta

di  Rojhilata Navîn de hemû peymanên navnetewî binpê dike. Dewletên ku Kurdistan kirin çar parçe ango,Suriyê, Îran, Iraq û tirkiyê jî di nav de ji bo ku ji destkeftiyên kurdan xilasbibin her cûre erîşan pêk tînin û dixwazin xwe bi wê pênase bikin,  pewîstî heye ku di sedsala 21.mîn de Rojhilata Navîn ji nû ve were xêzkirin , di vê xêzkirinê de bi qasî dewletên hegemonîk, dewletên heremê jî dixwazin axa xwe fireh bibin. Dewleta tirk dixwaze xeyalên xwe yên osmaniya nû pêk bînîn, di heman deme de projeya xwe ya  mîsaqê- mîlî jî bidest bixin. Hevalbendên AKP’ê û MHP’e dixwazin  Hewlêr û Kerkûkê wekî salên 1980, 81û 82’an  polîtîkayên xwe yê ji bo pêkanîna   mîsaqî mîlî di wan hereman de pêk bînin.”

‘Dewleta tirk dixwaze xeyalên xwe yên Mîsaqî-Mîllî pêk bîne’

Salîhe anî ziman ku: Dewleta tirk ji 21 Nîsanê heta niha bi awayeke fermî stratejiya Kapîtalîst Modernîte ye pêk tîne, û wiha got” Amerîka ji bo tasfiyekirina kurdan,  rola tunekirina kurda daye dewleta tirk, tabî dewleta tirk jî rola xwe ya dijminatiya Rojhilata Navîn dileyize û  rojane dijminatiya xwe ya sedsalî a li hemberî gele kurd pênase dike, ê tabî li ser van giştî dixwaze xeyalên xwe yê Mîsaqî- Mîllî tamam bike ji bo na vê  bi awayeke fermî erîş dike. Di şerê li Suriyê de jî  û pişte ku  di 9 Cotmeha 2019′ an de peymana  Şengalê hat destgirtin, li wir hat xuyakirin ku destkeftiyên kurdan hene, ji ber ku di Rojhilata navînde gelê kurd xwedî erkekî ne  ku siyaset û civake kî ku politika xwe  diyarbikin e.  Ne mimkune bê gele kurd rojhilata navîn ji nûva bê xêzkirin. Dewletên hegemonîk yên wekê Emerîka û Awropa hem jî dewletên heremê bi  erkbuyîna gele kurd tê xwestin ku were binpêkirin, dewleta tirk bi awayekî fermî peymanê navnetewî û mirovî binpê dike û erîşê Başûr dike. Dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê gundan vala dike û bi çekên kimyewî bombebaran dike, xwezaya heremê qetil dike, dewletên hegemonîk û hemû dewletên heremî li hember van erîşan bêdeng dimînin ew jî tê wateya ku bi dewleta tirk re di nav hevkariye kê dane.”

 ‘İraq di nav alozîyekî pir mezin de dijî ‘ 

Salîhe bal kişand li ser aloziya ku dewleta Iraqê dijî û wiha got: “Dewleta Iraqê roja me ya îro de aloziyeke pir mezin de dijî, iraq xwe bi xwe rê va nabe, ew  ji aliyê  dewletên derva yên hegemonîk û yên cîran ve tê birêvebirin. Her çiqas li herema Başûr  rêvebereke hebe jî  ev rêveber teslîmî dewleta tirk bûye, ew ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wî ve tê rêvebirin, ji ber ku erkekî wan li ser Iraq û herema Başûr nemaye ji bona wê bêdengin. Sîstema faşîzmê a yek îktîdar û yek ziman yek ol û yek bawerî ji bo wan jî derbastare. Hikumeta Başûr ji bona ku iraqê îkna bike di nav tevgerê de ye.”

‘PDK’e li ser gelê heremê zilim dide meşandin ’

Salîhe wiha li axaftina xwe zêdde kir: “Di xeyalê  AKP û MHP’ê  de û di stratejiya wan de statuya kurdan ziman û çanda kurdan teqez tuneye lê belê reveberiya başurê Kurdistanê naxwaze vî fambike. Îro dewleta tirk bi îktîdara AKP û MHP ‘ê çawa kiriz û qausa siyasî aborî û civakî jiyan dike di heman deme de reveberiya Başurê Kurdistanê jî eynî kiriz û qausa jiyan dike. Reveberiya herema başur li heremê  zilim û zordariyê  dide meşandin.”

‘Destkeftiyên gelê Başûr radestî dewleta tirk hatiye kirin’  

Salihe da xuyakirin ku PDK’ê destkeftiyêN gele Başûrê Kurdistanê  pêşkeşê dewleta  tirk dike,  poîtikaya ku îro PDK’ e dimeşîne ne politikaya parastina destkeftiyên kurda ye û wiha berdewam kir: “Tekiliya mala Barzanî bi dewleta tirk re li ser esasê bazirganiyê ye,  ev jî dihêle ku pêşeroja başurê Kurdistanê di bin xeteriyê de bimine û heman deme de sekna PDK’ê û mala Barzanî Rojavayê Kurdistanê jî di bin xeteriyê de dihêlin  ji ber ku li her çar parçêyen da erîşê destkeftî û statuya  kurdan dike.  Çawa Efrîn, Serê Kaniyê û Giri Sipî hat dagirkirin di  destê çeteyan de hiştîn îro eynî tişt li Başûrê KurdIstanê jî valakirina gundan şewtandina daristana û mecburkirina  koçberiya gel dikin herwiha 600 çeteyên  DAÎŞ’ê  di wan gundin ku hatine valakirin de hatine bicîhkirin ev jî Efrîn Serê Kaniyê û Girêsipî tîne bira mirov. Statuya başur jî bi qansê statuya rojava di xeteriyê da ye. ”

‘Xeteriya li ser başurê Kurdistanê te wateya xeteriya li ser giştî parçeyan ‘

Salîha di dawiyê de bang li gelê gelê kurd kir ku xwedî li axa başur û tevgera azadiyê derbikevin  û wiha got: “Gelê kurd bi hezaran salin tekoşîneke bê hempa dide meşandin li çar parçeyên Kurdistanê  bi milyonan berdel hatine dayîn bakur jî başur jî û hemû parçeyên din girêdayê hevdûna ger parêçeyek di xeteriyê da be tê wateya ku parçeyên din jî di bin xeteriyêda ye, ger yekîtî û îttîfaqa gele kurd tunebe ewe  destkeftiyên kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê di bin xeteriyê da be. Ger li hemberê yekîtî û tifaqa kurdan xeterî hebe û di nav tekîliyên qirêj da be lazime ewê kurdîstanî bifikire van meseleyan pir net pir vekirî bibêje kî PDK ango malbata Barzanî hûn li ser destkeftî û tasfiyekirina kurdan sekinîne. Îro destkeftiyên kurdan dîtin û xwedî derketin berpirsiyariyekî dîrokî dide pêşiya me ger em yekîtiya xwe xwedî dernekivin dîrok hesab ji me bixwaze ji bo wî jî pêwîstî bi yekbûyîna gelan heye.”

Post Views: 139
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.