Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Vegera gelê Şengalê siyaseta PDK’ê û dewleta Tirk vala derxist’

30/07/2024
in NÛÇE
A A
‘Vegera gelê Şengalê siyaseta PDK’ê û dewleta Tirk vala derxist’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Hevserokê Desteya Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Xwedêda Ilyas diyar kir ku gelê Şengalê gav bi gav vedigere ser ax û milkê xwe û siyaseta şerê Taybet ya ku ji aliyê PDK û dagirkeriya Tirk li dijî civaka Êzidî tê meşandin, bê encam dimîne.

Di 3 Tebaxa 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê êrişî herêma Şengalê ya Başûrê Kurdistanê kirin. Piştî êrişê pêşmergeyên PDK`ê çeperên xwe berdan û rê li pêşiya DAIŞ`ê vekirin ku derbasî Şengalê bibin û dagir bikin. Di encamê de komkujî pêk hat û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û nêzî 5 hezar jin û zarok hatin revandin, di heman demê de welatiyên ku bi maşîneyan û yên ku bi meşê jî derketin berê xwe dane çiyayên Şengalê.

Piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê YPŞ û YJŞ’ê ve, roj bi roj gelê Şengalê vedgere ser axa xwe. Li gorî agahiyan rojane ji 100 heta 150 malbatî rojane vedigerin Şengalê.

Di vê çarçoveyê de hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Ilyas ji Rojnemeya me re axivî.

Xwedêda Ilyas di destpêka axaftina xwe de wiha got: ” Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAIŞ`ê hewl dan ku civaka Êzidî di komkujiyan re de derbas bikin û wê qir bikin. Ev ferman di rastiya xwe de tinekirna gelê kurd û bi taybetî kesên dildarê demokrasiyê bû. Di heman demê de jî dijmin heya niha xwedî hewldane ku careke din civaka me ya Êzidî di nfermaneke nû re derbas bike, ji ber tê dîtin ku gelê me yê Şengalê hem bûye xwedî stato hem jî bûye xwedî xweserî, ji ber vê jî dijmin tengezar bûye. Di heman wextî de PDK’ya ku bû sedema vê fermanê, îro jî bi alîkariya dagirkeriya Tirk şerê taybet ji her demî zêdetir li dijî civaka Êzidî dike. Dema ku em li dîroka mirovahiyê bi rengekî rast temaşe dikin, em dibînin ku 2 çem bi hev re diherikin; yek ji wan li ser xeta qehremantiyê diherike, yê di jî li ser xeta xiyanetê diherike. Ji xwe xeta xiyanetê malbata Berzanî ye û xeta qehremantiyê jî têkoşerên ku ji bo xaka Şengalê canê xwe feda dikin.”

 ‘Sedema sereke ya komkujiyê xiyaneta malbata Berzanî bû’

 Xwedêda di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di 3 Tebaxa 2014`an de Malbata Berzanî îxanet li gelê Şengal kir û di dawî de jî wekî ku ev îxanet normale be hesiband. Malbata Berzanî nikare ku gel biparêze, gelek soz dan gotin; em ê Şengal biparêzin û berdan. Wekî dawiya Sedam Husên hat, wê dawiya Berzanî û Erdogan jî bê. Em di dîrokê de dibînin ku Berzaniyê mezin digot eger win dewlet dixwazin Tirkan ji bona xwe wekî sîber bibîn in, yanî hêviya avabûna dewleta Kurd bi destekdayina dewleta Tirk ve didît. Mixabin îxaneta Mala Berzanî bû sedem ku 7 hezar mirov di qirkirinê re derbas bibin û heya roja niha 2700 mirov jî bi ti awayî agahî ji wan nayê girtin. Niha Malbata Berzanî ji ber ku şerekî gelek taybet dide meşandin, Êzidiyên ku li dervî Şengalê ne jî nikarin vegerin, ji ber tirsek gelek dijwar di dilê wan de ragirtiye.”

‘Dixwazin careke din fermana 2014`an li ser civaka Êzidî dûbare bikin’

Ilyas wiha li axaftina xwe zêde kir: “Pêwîst e ku gelê me di vê mijarê de bîrewer û xwedî zaniyarî be. Em wekî Rêvberiya Xweser dema ku em dibînin rêjeyek ji gelê me vedigere herêmê kêfxweş dibin, bi dilekî gerim wan pêşwazî dikin, ji ber ku ev gel gelê me ye û em mecbûrin  ku xwedî li wan derkevin, herwiha em bibin mal ji koçberên xwe re. Di heman wextî de rêjeyek ji gelê me yên Êzidî koçî welatê derve bûn û heya niha dewama jiyana xwe li welatên xerîbiyê dikin. Niha alîkariya ku Netewên Yekbûyî ji bo gelê me yê Şengalê re dike, ji nîvî zêdetir rayedarên Başûrê Kurdistanê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Dewleta Îraqê jî di vî derbarê de gelek kêmaniyên wê hene, heya niha Jinosayîta qebûl nekirye û wekî komkujî nahesbîne, ji bo vê yekê pêwîst e hisab ji  berpirsê sereke yê fermanê were xwestin. Îro jî dixwazin careke din fermana 2014`an li ser serê gelê me yê ÊzIdî dûbare bikin.”

‘Saziyên ku qaşo mirovî ne li dijî mirovahiyê ne’

Hevserokê Desteya Rêveber ya Rêveberiya Xweser a Şengalê  Xwedêda Ilyas di dawiya axaftina xwe de balkişand ser nedestekdayina dewletan ji gelê Şengalê  re û wiha got: “Heya niha dewletên derve ji bona gelê me yên şengalê ti gav navêtine û her dem bêdengî esas digirin. Kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin ji bona Şengal tiştek nekirin e, wê demê navê wê ne mafê Mirovane. Bi tenê saziya UN di vî mijarî de bûye destek wekî din heya niha kesekî alîkariya xwe ya ji bo Şengalê raneghandiye. Ev jî bi serê xwe pirsan di hişmendiya mirovan de dide avakirin, yanî saziyake ewqas bi hêz çawe nikare ji bona gelê me bibe destek, herî kêm dikare dewleta Îraqê hişiyar bike ji bo ku jinosaytê qebûl bike, wê demê saziya li dijî mirovahiyê ye. Bêguman di sala 2018`an de nêzî 120 hezar mirov li welatên derve jiyana xwe derbas dikirin. Her wiha bi awayeke rojane 100 heya 150 mal vedigere axa xwe. Gav bi gav gelê me yê Êzîdî vedigere û siyaseta şerê Taybet ya mala Berzanî û dewleta Tirk vale derdixe.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

KNK’ê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir

18/07/2026
Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.